=KTML_Bold=Rola jinê di #sînema# ya Kurdî de – Beşa 1em=KTML_End=
Avesta Xanî
=KTML_Bold=Pêşgotin:=KTML_End=
Baskirin di der heqê jinê, û kêşe û arîşeyên wê rasterast diçe xaneya mijareke femînîzmî, ku têde hewl ji bo hindê ye ku basa jinê bibe basa rojev û rêçarek ji bo çareserî ya wê bê dîtin. Heger em baseke kurt bikin li ser dîroka femînîzm ê, dibe em ji bo du sedsalan paşve bizivrin, ku ji bo cara yekê wek peyv di sala 1837an de ji aliyê “Charles Fourier” (feylesof, aborîzan û sûsyalîst) li firensayê serhilda. Paşê gihîşte welatên weke îngiltere û Emrîka, Australia, Hindîstan û çîn û hwd. Herçiqas li gorî qamûsa Oksforda înglîzî, ji bo cara yekê peyva Feminist ê li sala 1852an de, û peyva femînîzmê li sala 1895an de bi kar hatiye; Lê femînîzm weke rewt anku şorişek di dûmahîka sedsala nozdan û destpêka sedsala bîstê serhilda. Rewta femînîzmê heta niha xwe di çar pêla da şirove dike, pêla herî navûdeng pêla duduyane.
Di gel belav bûna wê şoreşê li cîhanê heta digehe rojhilata navîn, jinên Kurd jî kêm zêde di wê rewtê de cî girtin. Heger destpêka femînîzma Kurdî ew sazgeh bin ku di destpêka xebata hizbî de hatin damezrandin, divê em bibêjin ku xebata jinan di wî çaxî de ji ber rewşa Kurdan pitir xebateke netewî bûye, heta xebatek ku rasterast arîşeyên jinê bike armanc û hedef.
Em di dîroka kevin ya Kurdan de jî rastî wê meselê tên. Jinên kurd mil bi milê mêran şerê eşîr û hoza kirine. Hevdem hin jin hebûn ku rolê giring hebûn; ji wan jina em dikarin amaje bi navê “Helîme Xana Hekarî” bikin, ku hikimdarê navçeya başkalê bûye.Herwisa “Fatime” di temenê xwe yê ciwanî de li sala 1909an serokê hoza Ezdînan bûye û xelkê bi navê “Şajin” banga wê dikirin. “Meryem Xan” ji malbata nehrî di nava mirîd û şopênerê xwe deshelatek mezin hebûye. “Adile Xan” ji aliyê înglîza ve navê “Şehzade ya şêre jin” jê re danîne. Dibêjin ku di serdema cenga cîhanî ya yekem de wê canê hejmareke zêde ji eskerên înglîzî rizgar kiriye. “Esînat Barzanî” di sedsalê 17an de jiyan kiriye û yekem jina xaxam bûye di dîroka cihûyan de. “Mestûreya Erdelan” helbestvan û nivîskara kurd bûye, ku bi berhemên xwe yê edebî navûdenge. “Şazade Xanzad” hikimdarê mîrnişîna Soran bûye ku kela wê heya niha jî di navçeya Soran ya ser bi Başurê Kurdistanê ava maye. Herçiqasî ku jinên ku me navbirin, rasterast ti bandorek ji bo pêşbirina jinê çê nekirin, bi watayek din wan ti manîfesto ji bo jinên Kurd li du xwe bi cî nehêlan, lê şiyan û cesareta wan nayê înkar kirin.
Bila em bizivrin serdema modern, her weke min bas kir em dikarin bêjin xebata femînîzm a Kurdî hevdem bûye di gel xebata partên siyasî yên Kurdî; ku pêngavek bi nirx bûye ji bo derxistina jinê di çarçovek ku hebûna jinê tenê di karên malê û zarok çêkirin û xwedî kirinê hatibû şirovekirin. Di vê nivîsê de ya ku mebesta min e; peywendiya pirsa jinê û ya Kurdan e, ku hem di xebata siyasî ya modern hevpişkin, hem di Sînemaya Kurdî de. Bi watayek din pirsa jinê her di destpêka Sînemaya Kurdî xalek herî berçav e.
Di gel basa hebûn anku nebûna sînemayeke Kurdî, hevdem femînîzm çi weke rewt, çi weke teorî hêşta weke pêwîst cihê xwe negirtiye û kar li ser nehatiye kirin. ji ber vê çendê em nikarin bibêjin em xwedî femînîzmeke Kurdî an sînemayeke femînîstî ne. Lê eve rastiyeke û nayê înkar kirin ku basa jinê di gel basa siyasî a Kurda basa here serekeye di fîlmên Kurdî de.
Di dirêjeya vê nivîsê de dixwazim baseke kurt li ser tarîf û dîroka fîlmên femînîstî ku kengê û bi çi şêweyekê serhildaye bikim. Lê armanca wê gotarê vekolîneke gelemperî ye sebaret bi rola jinê di Sînemaya Kurdî de, ka gelo jin di qalibê çi wêneyekê de tê nimayîş û wêne kirin.
=KTML_Bold=Sînemaya femînîstî çi ye û kengê serhildaye?=KTML_End=
Bi zimaneke sade sînemaya femînîstî sînemayeke ku qala jinê dike. Basa kêşe û arîşên wê dike, herwiha qala wan babeta dike ku hatine piştguh xistin. Bi wateyeke din sînemayeke ku dijî wê nîşandanê disekine ku jinê weke regeza dûyê nimayîş dike.
Hevdem di gel ber bi pêş çûna cîhanê û zêdetir cîgirtina televîzyon û medya giştî ku sînema ya here sereke ye, nîgeraniya pispor û rexnegira sebaret bi bandora medya giştî li ser civak û takên civakê serhilda. Pirsa sereke eve ku gelo medya giştî çi peyamek ji bo bînerên xwe diguhêze? Li gorî wê çendê ku medya giştî agehane an jî ne agehane bandorê didane ser rêça nifşa siberojê. Kewate dibe naveroka bername, hewal û fîlmên ku bilav dibin biha hebin û li rê derxistin anku kontrol kirineke sîstematîk li piştê nebe.
Di gel mijara bandora medya li ser civakê û piştî pêla dûyê a femînîzmê, di deh salên 60 û 70ê de femînîsta jî li ser bingeha fikrî a femînîzmê weke “Jûreyeke Xwe” ji “Virginia Woolf”, “Regeza Dûyê” ji nivîsîna “Simone De Beauvior” û derûnşîkarî ê, dest pê kirin bi rexne girtin ji rolê jinan ku di medya giştî da dihat nimayîşkirin. Eve bû bi destpêka serhildana teoriya fîlmên femînîstî, herwiha rê xweşker bû ji bo wan fîlman ku jinê têde di nîşandan da ev babetên ku hatibûne piştguh xistin rola sereke bibîne. eger “Jeanne Dielman” a “Chantal Akerman” yekema wan fîlma nebe, bê guman bi yek ji fîlmên here giring tê hijmarkirin ku diçe ser baseke piştguhkirî weke şola
sîzîfane a jineke xanedar.
Teoriya fîlmê femînîstî rasterast sînemaya halîwudê kire armanc û li dijî wê wêneyê rawesta ku bi salan bû li jinê dihat nimayîşkirin. Ji herî naskiriyê vê rewetê, em dikarin amaje bi navê “Claire Johnston، Molly Haskell، Teresa De Lauretis، Laura Mulvey” bikin ku her yek ji wan rexnegirên teoriya fîlmê femînîstî bi şêweyên cuda rolê jinê di fîlmên ku heta wî demî hatibûn nîşandan rexnekirin. Teresa De Lauretis ê dibêje: “Di sînemaya giştî de jin tenê weke temamkera mêran tê nîşan dan û mêr weke karektereke ektîv û jin weke karektereke pesîv tê nasandin”. Baweriya wê ew bû ku heta elementên sînemayê weke: Montaj, Decoupage, Fîlmgirtin..jî nêrane ye. Teresa De Lauretis ê wisa difikirî ku teknelociya sînemayê weke destkirdên dî yên mirova, regez û civakê qalibrêj dike. Ev di demekê de ye ku wê çendê hebûneke rasteqîn tune. Laura Mulvey ku ji hemiya girîngtir û binastir ê wê rewtê ye, gotarek bi navê “Visual Pleasure And Narrative Cinema” heye ku têde amaje bi wê çendê dike ku sînemaya fermî û halîwudê sînemayeke mêrsalare ku têde jin bi berdewamî li jêr çavên mêrane daye û divê sînema ji wê çêja mêrane bê valakirin.
Di derbara sînemaya femînîstî de “Agnes Varda” ku bi dayika Pêla Nû ya Sînemaya Ferensayê tê naskirin, di gotareke xwe ya Fîstevala Fîlman a “CANNES”ê de dibêje: “sînema bê bihayên rasteqîn yê femînîzmî, tenê perdeyeke ji bo ekran kirina nêrsalarî yê. Femînîzm şorişa li dijî mêran nîne, û şîşa kebabê jî nîne ku heger aliyekê vê dax biken, ez jî aliyê vê yê din heta dikarim dax bikem. Em bi tenê ji bo yeksaniyê têkoşîn ê dikin. Lê ji bîra me jî neçe ku di serdema me de hin mêr hene ku rêz li bihayên femînîstî yê girtine û ji bo wê têkoşinê kesên weke “Bergman, Tarkovsky, Godard” nabe bên ji bîrkirin. Lê hin mêr jî hene ku di pîşesaziya sînemayê de mafên jinan xarine û mafên wan berçav negirtine; lê şorişa me ji bo baştir kirina vê rewşê berdewame.”
Ev gotare dom heye…
[1]