Koma Mihemed Şêxo ya şanoyê bi alîkariya Komîna Şanoyê, şanoya bi navê “Taxa Jibîrkirî” li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo nîşan da.
Koma Mihemed Şêxo ya şanoyê bi alîkariya Komîna Şanoyê, şanoya bi navê “Taxa Jibîrkirî” li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo nîşan da.
Kawa Fetah û Ednan Mistefa şano nivîsandine û derhênertiya wê kirine. Tê de 16 şanoger dilîzin. Di nava wan de zarok jî hene. [1]
Şano bi şêwazê komediyê hate nîşandan. Lîstik li ser girîngiya hevgirtin û yekitiyê û li ser wê yekê ye, ka di şer û kirîzan de çawa mirov xwe bispêre xwe û serî netewîne.
Derhênerê şanoyê Kawa Fetah got, wan bi rêya wê şanoyê hewl da ku balê bibin ser reftarî û tevgerên nerênî yên wek dizî, bêkarî û nerastiyê, her wiha rola nerênî ya pergalên gendelî jî. Dii şanoyê de muxtar temsîla gendeliyê dike.
Fetah her wiha got, şano girîngiya rola mamoste û perwerdehiyê di têkbirina nerastî û paşverûtiyê de, nîşan dide.
Lîstikvan Dilcan Oso jî got, amadekariya şanoyê 2 mehan dewam kiriye û peyama wan a sereke ji wê şanoyê ew e ku mirov xwe bispêre xwe, yekitî û hevgirtinê di nav civakê de ava bibe.