Dewleta Tirk a dagîrker qutkirina ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê didomîne. Dewleta tirk di van demê dawî de rêjeya avê kêmtir dike û bi payîzê re dibe sedema karesateke mirovî û jîngehê.
Ava gola bendava rojava zêdetirî 5 metreyan kêm bûye û nêzî ziwabûna bi temamî dibe ku êdî piştî wê bendav dê nekare karê xwe bidomîne. Ava Bendava Firatê ya li Tebqayê heta 4 metreyan daketiye.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî vekirî û li hemû eniyan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dike. Ji bo dagirkirina xaka Sûriyê û dawî li hebûna gelên herêmê bîne, dewleta dagirker hemû hewldanan dike.
Ava Çemê Firatê Weke Çek tê Bikarhanîn
Dewleta Tirk di van salên dawîn de çemê Firatê veguherand çekeke şer li dijî herêmê, ew miqdareke mezin a avê li ser Sûriyê qut dike. Ev zêdetirî 4 salan e ku dewleta Tirk bi zanabûn 200 metrekab di saniyeyê de wek rêjeya navîn a ava çemê berdide xaka Sûriyê, lê di heman demê de Enqere û Şamê di sala 1987’an de li hev kiribû ku 500 metrekab derbasî Sûriyê bibe.
Ava gola Bendava rojava zêdetirî 5 metreyan kêm bûye û niha nêzî asta ziwabûnê dibe ku êdî wê demê jî karê bendavê raweste û dê gol jî di encamê de nemîne. Tenê metreyek maye ku bigihêje asta ziwabûnê, ev jî tê wateya karesateke jîngehê û mirovî.
Bikaranîneke Bi Zanabûn ya avê
Bendava Rojava 17 saetan radiweste û hilberîna kehrebeyê disekinîne. Di vê demê de, kehrebe li tevahiya herêmê qut dibe. Paşê Bendava Firatê 4 saetan dixebite da ku kehrebeyê bide bajaran piştî qutkirina wê ji ser gundan. Piştre jî karê bendavan bi temamî ji saet 3’yê sibehê heya 4’yê piştî nîvro disekine.
Rêveberiya giştî ya bendavan neçar dimîne ku li ser vê bernameyê xebatê bide meşandin da ku gol bi temamî vala nebe û bi vî awayî ava vexwarin û avdanê peyda bike. Ji ber ku xebitandina bendavan bi tevahî kapasîteya wê ji bo hilberîna elektrîkê, dê golê di nava çend saetan de vala bike.
Hêjayî bîranînê heye ku ev kêmbûna avê dibe sedemê zêdebûna nexweşiyan jî û ev jî qirîza civakî kurtir dike. Lê disa jî li dijî sûcên şer yên dewleta tirkî ya dagîrker, cîhan ker û lal e.[1]