Komeleya Jîn a Jinan û nûnertiya Kongra Star a Lubnanê, li ser salvegera 8’an a komkujiya Şengalê civînek li dar xist. Beşdarên civînê tekezî bi girîngiya piştevaniya berxwedana jinên êzidî yên Şengalê kir.
Di civîna duh de ku li bajarê Terablus ê Lubnanê hatiye lidaxistin, çalakgera jin Emanî Nafi amade bû. Emanî Nafi tevî şandeya Lubnanê beşdarî Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bû ku li paytexta Iraqê Bexdayê hatibû lidarxistin.
Nûnera Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongra Star a Lubnanê Henan Osman behsa qikirina komî û qirkirina jinan ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk aniye, kir.
Seroka Komeleya Jîn a Jinan Buşra Elî jî li ser berxwedana jinên êzidî piştî Fermana 74’an a li Şengalê axivî ku çawa xwe bi rêxistin kirin, jiyana xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de ava kirin û got: Divê em destekê bidin vê berxwedana nimûneyî û divê girîngiyê bidin dersên jê hatin derxistin.
Emanî Nafi jî li ser konferansa ku li Bexdayê hatibû lidarxistin axivî û bal kişand ser bandora wê li ser vê dozê û diyar kir ku pêwîstî bi destekdayîna jinên êzidî û sekna li kêleka wan heye.[1]