Di 18 çalakiyên tîmên bi tevger de 21 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke bi tîpa Skorsky û çeperek hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin:
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi performansa bilind a şer û asta bicihanîna taktîfên afirîner ên gerîla, li ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker radibin û çalakiyên xurt lidar dixin. Tîmên me yên bi tevger êrîşên dijmi pûç dikin û ji bo hilanîna tola fermandarên me yên nemir Bager Erdal û Rêzan Amed gelek çalakî lidar xistin.
Di encama 18 çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 21 dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke bi tîpa Skorsky û çeperek hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 98 caran bi helîkopterên êrîşê, 19 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kirin.
Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşan wiha ne;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
3´yê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a li herêma Sîda ya Zapê, bi çekên giran û sabotajê li dagirkeran hate xistin, ku berê xwe dabûn çeperên şer. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
Şeva 3'ê Îlonê li qada Sîda ya Zapê, helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar geriyan. Di navbera hêzên me û helîkopteran de ku hewl dida dagirkeran li qadê daynin, şerekî giran qewimî. Tîmên me yên bi tevger 12 caran dest li van helîkopteran werdan. Helîkoptereke bi tîpa Skorsky a ku bi vê destwerdanê derba giran xwar, agir pê ket û dema hewl dida ji qadê biçe, li herêma Barzanê kete xwarê û tevî dagirkerên tê de îmha bû. Piştî ku helîkoptera Skorsky kete xwarê, dagirkeran 4 caran bi balafirên şer bombe li cihê ketina helîkopterê barandin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
2´yê Îlonê tîmên me yên bi tevger di navbera qadên Girê Şehîd Şahan û Girê Şehîd Axîn ên Xakurkê, taktîkên afirîner bi kar anîn û bala dijmin kişandin ser vê derê. Piştre jî kemîn danîn pêşiya dagirkeran ên ber bi qadê ve hatin û 4 caran bi sabotajê li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo hilanîna tola ji fermandarên me yên nemir hevrê Bager Erdal hate lidarxistin.
3´yê Îlonê saet di 09:45'an de li Qada Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li çeperên hawan û obusan ên dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Piştî çalakiyê li çeperên din jî teqîn çêbûn. Ev çalakî jî ji bo hilanîna tola kedkarê mezin ê profesyonelbûna gerîla fermandar hevrê Rêzan Amed hate lidarxistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de
1´ê Îlonê saet di 07.10'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan tîmên me yên bi tevger çalakî kirin û 3 dagirker ceza kirin.
3´yê Îlonê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran 2 caran çalakiyên sabotajê hatin kirin û 2 dagirker hatin cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;
3´yê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Saca û Girê Amediyê, çeperên şer 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
3´yê Îlonê li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Şehîd Adil drone geriyan.
3´yê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê FM bi dehan carî bi obus û hawanan hate bombekirin.
3´yê Îlonê Qadên Bexwedanê yên Girê Bihar, Sîda û Şehîd Fedakar û qada Golka ya Metînayê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
3´yê Îlonê Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar 86 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 12 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
3´yê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Werxelê hewl da çeper û tunelên şer bi kepçeyan birûxîne.[1]