#Cemil Oguz#
Erê em dizanin kurd di warê siyasetê de li hev nakin, kurd di warê aborî de li hev nakin, di warê alfabeyê de jî heta radeyekê li hev nakin û di gelek warên din de jî. Lê me dît ku kurd di warê wergerê de jî li hev nakin. Mînaka herî berbiçav pirtûka “#Mîrzayê Piçûk#” e ku di sê zaravayên me de jî cuda hatiye wergerandin. Werin em lê binêrin.
Pêşî Mînaka Kurmancî a Mîrzayê Piçûk
Nivîskarê fransiz Antoine de Saint-Exupery pirtûka xwe ya bi navê Le Petit Prince (Mîrzayê Piçûk) di sala 1942’yan de nivîsandiye û yekem car di sala 1943’yan de li DYA)yê hatiye weşandin. Û piştî du sala di sala 1945’an de li welatê xwe, li Fransayê hatiye weşandin. Ji wê rojê heta niha bi ser 30 zimanî re, ji bo gelek zimanan û her wiha ji bo bi sedan zaravayî hatiye wergerandin. Û helbet ji bo kurdî (kurmancî) jî. Bi qasî min xwe gihand, wergera pêşî ya ji bo kurdî ji aliyê Fawaz Husên ve di sala 1995’an de hatiye kirin û pirtûk li Stockholma Swêdê ji aliyê Weşanên Nûdemê ve hatiye çapkirin. Di sala 2011’ê de heman werger li Tirkiyeyê ji aliyê Weşanên #Avesta#yê ve hat kirin.
Pênc Wergerên Cuda
Heta niha li Bakur û li Tirkiyeyê pênc kesên cuda ev pirtûk ji bo kurdî (qesta me kurmancî ye) wergerandiye. Li Tirkiyeyê heta niha bi dehan kesî ev ji bo tirkî wergerandiye û hemûyan navê “Kuçuk Prens” lê kirine. Pirtûk ji aliyê dehan kesî ve ji bo îngilîzî jî hatiye amadekirin, wan jî heman nav wekî The Little Prince bikar aniye lê yê me kurdan navên cuda, tîpên cuda di nav de hatine bikaranîn.
Ji wan hinan navê “Mîrzayê Biçûk”, “Mîrzayê Piçûk” wekî terciha “B” û “P”, hinan wekî “Prensê Piçuk” ku li vir “U” bê kumik bikar aniye, wergerek din jî vê carê “ê” cuda kirine û gotine “Prens ê Piçuk” ku wan jî “û” ya piçûkê bê kumik bikar aniye. Û wergera din jî bi navê “Şehzadeyê Biçûk” gihîştiye ber destên xwendevanan.
Va ne di kurmancî de ew ên ku min karîn diyar bikin, ligel weşanxane û wergerên wan:
- Prensê Piçuk / Weşanên Lîman / Werger Dagsu Sonmez, Şerikan Kara / 2020 Stenbol
- Prens ê Piçuk / Weşanên Sinirsiz Kîtap / Werger Celal Turpçu / 2015, Enqere
- Mîrzayê Piçûk / Weşanên Nûdem, Weşanên Avesta / Werger Fawaz Husên / 1995 Stockholm / 2011 Stenbol
- Mîrzayê Biçûk / Weşanên Aryen / Werger Salahaden Bayazedi / 2018, Stenbol
- Şehzadeyê Biçûk / Weşanên Leto / Werger Ahmet Yardak / 2015
Notek din li ser wergerand jî ev e ku pirtûka ji Aryen û Avestayê derketiye, diyar kirine ku raste rast ji fransizî hatiye fergerandin lê di yên din de negotine ji kîjan zimanî hatiye wergerandin.
Wergera Kirmanckî/Zazakî û Soranî
Ji bilî kurmancî ev pirtûk ji bo kirmanckî/zazakî û soranî jî hatiye wergerandin. Aso Ebdulla Hesenzade bi navê *Şazadey Çikole” di sala 2001’ê de pirtûk wergerandiye soranî. Bi qasî min xwe gihand di kirmanckî/zazakî de du werger hatine kirin. Asmêno Bêwayir bi namey “Şazadeo Qickek” di sala 2009’na de pirtûk wergerandiye zazakî. Seyîdxan Kurijî jî bi navê “Prenso Qij” pirtûk wergerandiye. Ev wergera Prenso Qij îsal ji Weşanxaneya Hîvda hat çapkirin.
Bi van mînakan em dibînin ligel gelek warên din kurd di warê wergerê de jî li hev nakin, xwedî tercih û nêrînên cuda ne.
Antoine de SAINT-EXUPERY kî ye?
Nivîskar û pîlot Antoine de SAINT-EXUPÉRY li bajarê Lyonê di 29'ê pûşpera 1900'î de tê dinê. Dema dibe çarsalî bavê wî dimire. Di sala 1909'an de, malbata wî li bajarê Mansê bi cih dibe. Antoine diçe dibistanê û salên xwendin û zarokatiyê cîhekî taybetî di nav bîranînên wî de digirin. Di sala 1912'yan de, ew dibîne çawan balafirek bi asîmanan dikeve û xwe datîne. Gava pîlot dibîne ku ev zarok pir dixwaze li balafirê siwar bibe, wî digire cem xwe. Ev kêlî tesîrê li jiyana wî dike.
Ew di sala 1926’an de wekî pîlotê balafireke posteyê dike ku di navbera Toluouse û Dakar de karê serwîsa posteyê dike. Di 35 saliya xwe de balafirê wî dema xira dibe ji mecbûrî xwe li çola Tunusê datîne û winda dibe. Piştî çar rojên zehmet ji aliyê bedewiyan ve tê dîtin. D idema Şerê Navxweyî yê Spanyayhe de ji bo rojnameyeke fransiz nûçegîhanî dike. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji ber têkçûna Fransayê ji mecbûrî diçe DYA)yê. Li wir ev pirtûka wî tê çapkirin. Di 31’ê tîrmeha 1944’an de li balafira wî didin û balafir dikeve behra Marsilyayê. Ew dimire. Di sala 2000’î de masîgar parçeyên balafira wî dîtin.
Heta niha nêzî 10 pirtûkên wî (Yek jê sala 1956’an de derket) hatine çapkirin.
[1]