''Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkaremek letîfedanek
Ilm û huner û kemal û îza'n
Şiîr û xezel û kîtab û dîwan''
(Ehmedê Xanî)
wêjeya kurdî mîna wêjeyên din ên cîhanê bi derketina mirovahiyê re çi bi awayê devkî çi jî bi awayê nivîskî rola xwe di nava qada rewşenbîriya cîhanî de lîstiye û li gorî wê yekê teşe girtiye. Wêjeya kurdî di nav bêhna agir û barûdê, işkence, zordarî û qedexeyan de xwe gihandiye îro, rewşa îro gelekî ji duh baştir e û gumana me tune ye ku sibe jî wê ji îro baştir, serketîtir û berhemdartir be. Li vir em qala wêjeyeke bindest dikin, di nirxandinên xwe de jî gava em qala wêjeyeke bindest bikin, helbet ew nirxandin wê ne ya mîna wêjeyeke serdest be. Gelê kurd jî mîna gelên din her demê rastî êş, azar, komkujî, talan û wêranan hatiye, her demê rastî rimên wêranker hatiye û hiştiye ku her demê gelê kurd bilikume. Hingê pirs ev e divê mirov bi çavekî çawa li wêjeyê binêre?, gelo wê çiqas rast be mirov li wêjeya kurdî bi pencereya wêjeyeke miletekî azad ve binêre?
Her lêkolîn, nirxandin û şîrovekirin li gorî dewr û heyama wê ancax dikare bê kirin. Wêjeya kurdî jî mîna pêlên deryayeyê geh di serdemekê de bilind bûye û geh jî nizim bûye. Mirov ji vê yekê fehm dike ku kurdan kengî derfet dîtiye şûrê qelema xwe li ba kiriye û di deşta rewşenbîtiyê de hespê zanîna xwe ya edebî bezandiye. Îro jî nimûneya wê yekê berbiçav e, ew jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Vaye di heyama 11 salan bi erînî û neyîniyên xwe ve projeye wêjeyî, çandî û rewşenbîrî li dar e. Hema mirov dikare bêje bi hezaran berhemên wêjeyî, çandî, civakî û siyasî hatine weşandin û li xwînerên wêjeya kurdî belav bûne. Wêje û çanda Kurdan ne tenê bi zimanê kurdî bi zimanê Erebî û heta bi zimanên din yên cîhanî jî hewl dide xwe rakişîne û qehr û zora xwe ya bi salan derxîne bi awayekî edebî li ser rûpelan bide meydandin. Li kêlek vê yekê sazî û dezgehên çandî tevî pirtûkxane û weşanxaneyên kurdî hatine avakirin ku her demê bi xebatên hilberînê ve radibin. Nemaze bi avabûna zanîngeh, bername û akademiyên ku bi xebatên wêjeyî ve mijûl in, nifşên nû ya ciwanan ji xwîner, helbestvan, çîroknivîs û nivîskaran gihandine radeyeke ku wêjeya kurdî di vê sedsala nû de riya xwe ber bi riyeke hîn nûjentir bajo.
Her çendî wêjeya kurdî nebûye ya desthiladariyê jî, lê qet nebe wêjeya kurdî bi dewlemendî û potansiyela xwe ya veşartî geşedanek ava kiriye û bi qasî lerizandinekê be jî bandor ne tenê li wêjeya cîranan hema mirov dikare bêje li ya cîhanê jî kiriye.
Nivîskarên wêjeya kurdî çavkanî û îlhama xwe ji efsane, destan, çîrok, bûyer û serpêhatiyên gelêrî girtine. Lewma ev çeşna wêjeyî ya gelêrî bûye çavkaniyeke sereke ji nivîskaran re, her neteweyek ji ava kaniyên xwe yên dîrokî û gelêrî vedixwe, çêjê jê digire û bi kirasekî nûjen ji nû ve difesilîne. Lewma her gelek xwe dispêre çavkaniyên xwe yên efsanewî û dîrokî. Çawa şano û tekstên yonanî mijar û hizra xwe ji destanên mîna ''Ilyada û Odêsa'' ya Homîros girtine, bêguman nivîskarên mîna Ehmedê Xanî jî berhma ''Mem û Zîna'' xwe li ser bingeha Memê Alan ava kirine û bi formeke nûjen çêkirine. Mebest ew e ku mirov dixwaze bêje ji bilî pirtûka Avestayê çavkaniya herî bi hêz çand û wêjeya devkî ya kurdan e.
Ji nifşên serdema Wêjeya Klasîk a Kurdî kesayetên mîna Herîrî, Uryan, Xanî, Feqî, Cizîrî û Bateyî bi helbestên xwe yên li gorî wê dewrê ji me re rafarasek ava kirine ku îro xwîner û lêkolînerên kurd bi çavekî cuda li wê ekolê dinêrin. Ji wir em dagerin li ser dewra nûjeniyê û piştî Hawarê em ê bibînin kesayetên mîna Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Erebê Şemo, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û hwd van kesan tovê wêjeya kurdî bi hîmeke nû xurtir kirin. Û ji wir jî ger em dagerin salên 90'î û şûn ve em ê rastî kesayetên mîna Mehmet Uzun, Mehmûd Baksî, Helîm Yûsiv, Bextiyar Elî, Arjen Arî, Fatme Savci û hwd werin û em ê bibînin ku van kesan bi teknîk û şêwazeke nû yaedebî pêla wêjea kurd geş kirine. Ev kesayetên navborî wek nimûne me dan ku di qada wêjeya kurdî de ji kesên navdar in, ji xeynî wan jî bi sedan nivîskar, helbestvan û lêkolînerên kurd her demê hewl didin wêjeya kurd bighêjînin lûtkeyê.
Li aliyekî din mirov di qada wêjeya kurdî de li gorî wêjeyên din mirov dikare bêje warê rexnegiriyê kêm e, lê ev ye jî bêguman sedemên wê hene. Gava em wêjeya cîhanê dixwînin, em dibînin ku bi wêjeya xwe ya têr û tijî bi serdemê re meşiyan e heta roja me yaîro, lewma berhemên baş di asta modern û postmodernîzmê de têne pêşkêş kirin. Hingê em bala xwe bidnêkê wêjeyeke serdest di sera rijiyayî û gihiştiye lûtkeyê, em ê çi ji wêjeya kurdî ya bindest re bêjin? Ma ne divê wêje bi qalikê xwe yê giştî li rex wêjeya kurdî bi dibistan, teorî û serdemên xwe ve were xwendin û nirxandin, hingê asta rexnegiriyê derkeve pêş!. Dîsa li rex vê em li wêjeya kurdî binêrin em ê bibînin wêjeya kurdî her demê di nava hewldan û pêşeketinan de ye û her tişt mîna parleriyekê bi hev re dimeşe. Ji ber ku em xwîner û xemxurên wêjeya kurdî birçiyên zanînê ne, em ji her nanekî gezekê dixwin, heta radeyekê jî ev yek ne şaş e. Lewma maweyeke ji zanîn, xwendin û lêkolînan û di bera jî rexnegirî pêwîst e heta ku wêjeya di rûyê cîhanê de bibe xwedî nasnameyeke zanistî.
[1]