Hunermendên #Kobanê# êrişên dewleta Tirk ên bi #çekên kîmyewî# li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got berxwedana gerîla li #çiyayên Kurdistanê# garatniya azadiya hunermendan e.
Têkildarî êrişên bi çekên kîyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hêla dagirkeriya Tirk ve, hewlên wê yên têkbirina vîna gelên azad, çanda wan û guhartina urf û adatên wê herêmê û herêmên din ku tê de pêkhate bi ewle dijîn, hunermendên li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê axivîn
Şanoger Elî Îsa ji ajansa me re li ser mijarê wiha got: Şerê li dijî Kurdan li çiyayên Kurdistanê dimeşe şerê çandê ye. Dewleta Tirk a dagirker ji sedan sal ve li dijî Kurdan êrişên, bi hewlên rihên wan ên dîrokî bi rêya wêrankirina çanda wan û dûrxistina ji urf û adatan biqelîne, pêk tîne.
Îsa diyar kir ku ew di xebatên xwe yên şanoyê de girîngiyê didin çiyayên Kurdistanê, da ku balê bikişînin ser berxwedana lehengane ku Kurd li wir pêk tînin û wiha domand: Bi saya wan em îro bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin û me xwe ji cîhanê re îsbat kir. Berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê garantiya azadiya hunermendan e.
Îsa bang li hunermendan kir ku rola xwe li hember şerê li dijî Kurdan û pêkhateyên li herêmê tê meşandin, bi taybet li dijî çiyayên Kurdistanê pêk bînin. Gerîla şerê hebûna Kurdan dimeşîne.
′ŞERÊ ÇANDÊ JI ŞERÊN XETERTIRÎN E′
Li aliyekî din jî hunermend û endamê Koma Botan a Stranan Henîfî Osman wiha got: Şerê çandê ji şerên xetertirîn li dijî gelan tê meşand. Dema dijmin hewl dide me wêran bike û vîna me têk bibe ji aliyê çandê ve dest pê dike. Tiştê îro ji komkujiyan li dijî Kurdan pêk tê, ne her kesî ve eşkere ye. planên Dewleta Tirk a dagirker ên qirêj in. Ji lew re bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike.
Osman wiha domand: Têkçûnên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê ew ber bi dînbûnê ve bir û xwekontrolkirin ji dest da. Bi wê re hişt bi çekên kîmyewî êrişî çiyayên Kurdistanê bike, welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balfirên bêmirov hedef bigire. Ev yek nîşaneya serkeftina Kurdan e.
Osman wiha dawî li gotina xwe anî: Divê hunermend li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê û her deverekê pêk tînin, dengê xwe bilind bikin. Ji ber rola hunermendan di şoreşên gel bi rê ve dibin de pêşengî ye. Şoreşa gelê Kurd jî şoreşeke rewa ye, ji lew re divê em bi gerîlayan re bisekinin û şerê dijmin bikin.[1]