$Ew jî em jî bi hev re Kurdî tine dikin$
Dewleta Tirk ji serê pêşî ve êrişa xwe ya sereke bire ser ziman û çanda Kurdî. Hîna di destpêka komarê de dest bi tinekirina Kurdan kirin. Qanûnên ji bo tinekirina Kurdî, esas ji bo tinekirina Kurdan bûn. Dinya
guherî, lê hîna armanca dewleta Tirk a nehiştina Kurdan û di vê de tinekirina Kurdî weke rêya herî serketî, neguheriye.
Lê gava mirov kevirê xwe di ber xwe re berdide, mirov li ber xwe nade, mirov jî êdî dibe beşek ji tinekirine. Yanî gava me zimanê lefza di devê xwe de bi “amadebaşî” guherî, êdî em jî ne bêguneh in. Erê em ne weke wan “gunehkar” in, lê li hemberî qirkirinê liberxwenedan jî bi ya min sûcek e, gunehekî mezin e.
Çîrokeke Brecht di vê meseleyê de timî tê bîra min: Zarokek li ber deriyê sînemayekê digirî, camêr Keuner tê jê dipirse ka ew çima digirî, ew dibêje, du bilêtên wî hebûne, hinan biletek jê stendiye. Camêr Keuner dipirse, ma tu hîç negiriyî, te nekir hewar? Ew dibêje belê. Axir camêr Keuner bilêta din jî ji zarokî distîne û diçe. Ji zorokî re jî dibêje, heger tu bi kêr nayê bi dengekî bilind bikî qêrîn û hewar, dê jî wî ji pêsîra xwe şîr nede te.
Êdî ême, ne bileteke sînemayê, zimanê me ji me stendin! Destê xwe xistin nava devê me û em pêşî lal kirin, paşê em pirr peyivîn, lê bi zimanê xwe em lal man. Niha ew lal bûn weke birîneke ecêb e, nakewe, êşa wê nadebire. Dike ku em bi hincetên xwe, xwe fahş bikin. Fahş bûn li vir ne bi maneyeke, bi qest e. Ez bawer dikim, em sûcê xwe dizanin, em hîs dikin em gunehkar in, ji ber wê ye ev fahş bûna me.
Wê rojê hevalekî digot, “Tirkên ji bo Kurdî canê xwe feda dikin hene. Lê kesên ku bi Kurdî nanê xwe dixwin û pirr insanên xirab in hene.” Ev gotinên xwe jî bi “Tirkiya bedew” dikir. Dixwest bibêje, Kurdî ne mihim e. Bavê min, hinekî mirov li ber xwe bikeve, gava ku got, “Tirkên ku di ber Kurdî de canê xwe didin hene”, mirov lazim bû ber xwe bikeve û bibêje, de hey em ji bo xatirê Kurdên ku di ber Kurdî de canê xwe didin xwe nawestînin, xwe li rehetiya Tirkî datînin, qet nebe, ji bo van camêrên Tirk ên ku di ber Kurdî de canê xwe didin, em xwe biêşînin. Lê na, divê em xwe fahş bikin, lewma hisa sûcdariyê, gunehkariyê bi awayekî heq bi me ve zeliqî ye.
Aliyê diduyê yê argumanê ji yê yekê xirabtir e esas. Yanî weke ku kesên bi Kurdî dipeyivin hemû qenc in, yên ku bi Kurdî dipeyivin jî hemû xirab in, qebûlek divê hebe, ji bo mirov van gotinan bike. Baş e ew ên ku dixwazin Kurdan qir bikin û dixwazin Kurd bi Tirkî dipeyivin, ma ew ewqasî pîrûpaq in? Mirovên bi Tirkî dipeyivin xiyanetê nakin? Mirovên bi Tirkî dipeyivin ji dewletê re kar nakin? Mirovên bi Tirkî dipeyivin, bi Tirkî rojnameyan derdixin, bernameyên televizyonan çêdikin, ewliya ne?
Axir dîsa wê rojê (beriya bi çar rojan) malbateke ji bakurê Kurdistanê li vir bû. Du zarokên şîrîn, xwedê wan bi dê û bav mezin bike. Yek jê hîna du salî bû, yek jî 6-7 salî. Dayika wan bi wan re bi Tirkî dipeyivî. Dê û bav jî ji heman bajarî ne û li bajêr esas hîna li sûkê Kurmancî diaxaftin. Min çend caran ji bo xatirê wê şîrîna 2 salî got, bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin. Got, wê du salên din ji te çêtir bipeyivin. Xwedê bike yabo, înşela û heger bi rastî wisa bibe, ev ê bibe xêra min a herî mezin a salê. Lê gotinên wê yên piştre, ew hêviya min nehiştin. Canikê got, “Bila pêş bibin insanên baş, paşê.” Ev psîkolojiyeke çawa ye, esas nizanim. Yanî çi elaqeya Kurdî û insanên xirab bi hev re heye, min ji hev dernexist. Yanî mirovên ku zarokên xwe bi Kurdî mezin dikin, dixwazin zarokên wan xirab bin. Yan hûn jî dibêjin, “Ya muhim mirov insan be, çi ferq dike mirov Kurd e, Tirk e!” Axir xwendeyekî me jî piştî wê ji min re got, “te dît, çi bersiveke xweş da te!” Bi rastî jî welê bû, bersiveke wisa bû, heger hinê Elman û Tirk bigotana, wê ji ber nijadperestiyê bûya. Yanî dê û bav jixwe di rewşên maqûl de divê zarokên xwe weke mirovên baş mezin bikin. Lê di heman demê de ji wezîfeyên wan e ku wan hînî zimanan bikin. Tercîhên zimanan jî yên wan in. Lê têkilîdanîna di navbera zimanekî û baş û xirabiyê de fahş bûne. Xwende û nexwendeyê me di nava vê fahşîtiyê de gevizîne û hewl didin ser hisa “gunehkariya xwe bigirin”.
Li Girê Hekarî wan canik û camêran bi Kurdî gazî li hev dikir, bi Kurdî bi ser dijminên xwe de çûn û bi Kurdî lanet li wan dagirkeran barandin. Sisê ji wan şehîd bûn, de bidin ser hev wan qencên Tirkî, ev her sê qencên min nû li dîmenên wan nihêrî jî li aliyê Kurdî hene. Nexêr, ez ji ya xwe naqerim, heger ji tiralî, heger ji bêgavî, heger ji tirsan, heger bi rastî jî hûn nijadperest in li dijî qewmê xwe, ez li nav dev û rûyê we bixim, qet nebe bila rûreşiya qirbûnê xwe di we de bide der. Ma ne, hûn hemû jî ne rûreşekal in, helbet wê hinek ji we li ber xwe kevin, şerm bikin. [1]
Luqman GULDIVÊ