$MALBATA ZİMANÊ KURDÎ:$
Dildar Satî
Zimanê kurdî ji malbata zimanê Hîn – Ewrupî, ji şaxê zimanê Îranî Aryanî yê bakûrê rojava ye. Zimanên ku di nava xaşên zimanê Îranî de cîh digirin ev in: Farsî,Kurdî, Belocî, Osetî, Yexnûbî, Peştoyî, Pamîrî û hwd. Zimanzansn, ziman ji aliyê binyatê ve kirine pênc kom:
Hînd – ewrupî: Kurdî, Firansî, Îngîlsî, Farsî.
Semîtîk: Erebî, Ekadî, Îbranî.
Batû: Zimanên bakûr û navarasta Efrîkayê.
Tîbêtî: Zimanên çînî, çîn û tîbetê.
Oral – Altay: Fînî, Macarî, Ûygûrî, Tirkî, Moxûlî.
$ZARAVAYÊN KURDÎ ÊN BİNGEHÎN EV İN:$
Kurmanciya jorîn: ( Devok: Botî, Mihemedî û silîvî)
Kurmanciya jêrîn: (Devok: Silêmanî, Mukrî û Sineyî)
Kirmanckî dimlkî: (Devok: dêrsimî, sîwerkî)
Hewramanî:
Kelhorî :
Lorî:
Di her zaravayî de jî çend devokên cûda hene. Goranî û Lakî di nîqaşê de ne. Hinek dibêjin ku Goranî û Lakî jî zaravayên serbixwe ne. Lê belê di vê mijarê de lihevkirineke giştî çênebûye. Pêwîstî bi lêkolîneke berfereh ya li ser van her du zaravayan heye. Ji van zaravayan ên ku herî zêde derfet bi dest xistine, zaravayê kurmancî û soranî ne. Ev her du heta astekê bûne zimanê wêje û pêrwerdê. Bi taybetî zaravayê soranî ev bi salane ku weke zimanê fermî yê perwerde ye. Ji seretayî heta zanîngeh û manastiran bûye zimanê perwerdê. Dimilî jî di van salên dawî de pêşdikeve. Zaravayên din li herêmên xwe bi bandor in. Lê nebûne weke zaravayên pêrwerdehiyê. Zaravayên ku herî zêde pê tê axaftin zaravayê kurmancî ye. Ev zarava li hemû deverên ku kurd lê dijîn tê axaftin. Ji bilî çend deverên weke Anatoliya navîn û Qerejdaxê ku şêx bizinî lê dijîin û bi zaravayê soranî diaxifin, dîsa herêmên ku bi dimilî diaxifin hemû bakurê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, derveyî welat, beşekî başûrê Kurdistanê, beşekî rojhilatê Kurdistanê bi kurmancî diaxifin. Li Başûrê Kurdistanê beşek, li rojhilatê Kurdistanê beşek û ew eşîra şêzbiziniyan ya li Anatoliya Navîn bi soranî ango kurmanciya jêrîn diaxifin. Li bakurê Kurdistanê herêmên Dêrsîm û BÎngolê bi dimilî ango zazakî diaxifin. Zaravayên Hewremî, Kelhorî û Lorî jî li Rojhilatê Kurdistanê têne axaftin. Beşekî kêm ên ku bi Kelhorî diaxifin li başûrê Kurdistanê jî hene. Hinek dibêjin ku berhema bi zimanê kurdî ya yekem ji hêla Baba Tahîrê Hemedanî ve bi zaravayê lorî hatiye nivîsandin. Berhema duyemîn di sedesala 16’an de ji hêla Herîrî ve bi zaravayê kurmanciya jorîn hatiye nivîsandin. Hinek dibêjin ku Hewramî û Goranî yekin. Hinek Kelhorî li ser Lorî û Hewramî dihesibînin, lê ev hemû jî niha tam nehatine zelalkirin. Di nîqaşê de ne[1]