Aqilê Bilind û Bêçaretîya Dewleta Tirk
İkram Oguz
ikramoguzWeke mîsal tê gotin. Kurd û Laz bi şirîgtayî tiştekî dikin û tên girtin. Di dawîya dadgehkirinê da cezayê dardakirinê digrin. Herdûya bi hev ra tînin ber darsêpê û kindir davêjin histûyên wan.
Berê ji yê Kurd gotina wî ya dawî yê dipirsin.
Kurd dibêje; „Ez dixwazîm dîya xwe bibînim.“
Dû ra jî ji yê Laz dipirsin, Laz jî wek daxwaza xwe ya dawîyê dibêje: „Bila Kurd dîya xwe nebîne!“
Di her meseleyekî da rastîyeke he ye. Eger di bingehê da rastî tunebe, ew nabe mesele û meselok. Ez bawerim ev mesela Laz û Kurd jî ji têkilîya Dewleta Tirk û Kurdan hatîye wergirtin. Tênê dewlet zirarê nebîne, navê Dewleta Tirk bi awayekî hatîye guherandin û bûye Laz.
Ji vir 25 sal berê, dema ku Aqilê Bilind li asîmanên Iraqê difirîya, rêvebirên Dewleta Tirk neynikê destên xwe li hev dixistin, şa dibûn, bi wê şabûnê dikenîyan, ji devê wan ên bi ken, girêza wan di ser wan da dihat xwarê. Bi lez û bez hesab û kîtabê mîrata Osmanîyan dikirin. Xewna bi destxistina Kerkûk û Musilê didîtin û digotin; „Emê yekî têkinê û sedî bistînin!“
Iraq parçe parçe bû, hesab û kîtabên wan hev du negirt. Ji dûr va li pêvajoya parçebûna Iraqê temaşe kirin. Dû ra li pê Saddam girîyan, li himberî pêşveçûna Kurdên Başûr bixwe bixwe xetên sor kifş kirin û li dinyayê îlan kirin. Aqilê Bilind fira xwe ya li asîmanên Iraqê domand, Kurd di bin sîya wan da, di herêma xwe da bûn desthilatdar. Kurdistana Başûr bû herêmeke fermî, lê li ba Tirkan bi salan wek Bakûrê Iraqê hate binavkirin.
Bi salan şûnda Tirk ji xewê hişyar bûn, xewna ku li ser Kerkûk û Musilê didîtin, pûç û vala derket. Di ronahîya rojê da dest bi xeyalan kirin, bawerîya xwe ji destxistina mîrata Osmanîyan berdan, dest bi parastina yekitîya Iraqê kirin. Bi salan bi van xewn û xeyalên xwe tevgerîyan. Xewn û xeyalên wan pûç bûn, yekitîya Iraqê jî bû dîrok.
Aqilê Bilind ji asîmanên Iraqê derbasî asîmanên Surîyê bû, rêvebirên Dewleta Tirk ji şabûnê careke din çavê xwe girtin û xewroşkî bûn. Dest bi xewn û xeyalên nû kirin. Di xewn û xeyalên xwe da, ji destbirakê xwe yên Esad ra emir birin, ji bo limêja înê ya li Camîya Emewî bikin, li Enqerê nîyeta xwe anîn. Bi dengê Kurdên Rojava, bixwe hatin û xewn û xeyalên wan ên nû jî qedîyan.
Careke din kor û poşman hîşyar bûn. Dest ji xewn û xeyalên xwe yên nû berdan û bi gilî û gazinan îjar ji bo Kurdistana Rojava, (Bakurê Surîyê) xetên sor îlan kirin. Li hemberî pêşveçûna Kurdên Rojava jî, li rê û rêbazên nû gerîyan.
Ji bo têkçûna Kurdên Rojava, bi dek û dolaban, çi ji destên wan were, ew cêribandin. Pergala Surîyê qetîya, dest û pîyê Esad hate girêdan, Surîye jî weke Iraqê parçe parçe bû. Dewleta Tirk û revebirên wî, dev ji emrê Esad berdan, îro daw û doza yekitîya Surîyê dikin.
Aqilê Bilind, berê xwe ber bi asîmanên Tirkîyê vegerand, di nav rojekî da hîmê dweletê ji binîva hejîya. Serokkomarê dwletê ji mirinê filitî, artêş û asayîşa dewletê tevlihev bû.
Îro ne serokkomar Erdoxan ne jî serokwezîr Binali pêşeroja xwe bi hêsanî dibîne. Di pêşerojê da rewşa Tirkîyê çawa dibe û kîngê dor tê Tirkîyê, ji îro da tu kes nizane.
Di vê rewşê da jî hemû rêvebirên dewletê, li alîkî hemû bûyerên ku li Tirkîyê qewimîne û diqewimin, bi Aqilê Bilind va girê didin, li alîyê din jî bi girî û gazin lomê xwe ji dewletên desthilatdar, dewletên xwedîyê Aqilê Bilind dikin û dibêjin; „Kurd derbasî Rojavayê Firatê bûn, bi kerema xwe wan şûnda bikişînin û yekitîyê Surîyê biparêzin.“
Dewleta Tirk û rêvebirên wê wek gotina mirovê Laz, îro bi teshilatdarîya Esad jî, bi mirinê jî razîne, bese ku Kurd dewleta xwe nebîne![1]