Biratîya Kurd û Tirkan mîna biratîya aşvanҫî û rovî ye
Sıraç Oğuz
Çîrok, parçeyek ji jîyana civakê û angorî dem û rewşa gel hatine gotin. Ji wan çîrokan yek jî ҫîroka destbiratîya aşvanҫî û rovî ye
Li derekê daristanek mezin, li kêleka daristanê jî aşek hebûye. Xwedîyê aş xortekî ezeb, şev û rojê wî di nav aş da derbas dibe. Li nezîkî aş di nav daristanê da ajalên cûrecûr hebûne. Rovî jî qralê wan ajalan bûye. Rovî, rojek radibe berê xwe dide aş û diҫe li berderê aş disekine. Ji Aşvanҫî ra dibêje, tu xortekî delalî, lê qasî ez dizanim tu ezebî. Eger tu bi gotina min bikî, em bibin destbirakê hev. Ezê keҫa Sultan a kewa gozel ji bo te bînim.
Aşvanҫî destbiratîya Rovî qebûl dike û ji rovî ra dibêje, ma tu dikarî keҫa Sûltan ji min ra bînî, ka ewqas hêza te heye.
Rovî dibêje elbet ez dikarim, loma ez bûm destbirayê te û hêza min jî heye. Wek teyr, gur, rovî, hurҫ, mişk, hema hem û ajal di bin hûkmê minda ne.
Rovî ji aşvançî dûr dikv û bang li ajalan dike, dibêje hevalno emê bi kêf herin berderê Qesra Sultan. Bila hemû rovî doҫikên xwe bilind bikin û li dora Qesrê herin û werin. Bila gur jî bikin zûrezûr, teyr jî bila li ser Qesrê bifirin. Keҫa Sultan wê derkeve şaneşînê û lime tamaşe bike. Wê deme bila teyr xwe bavêjin ser wê, bi porê wê bigrin, bifirin û heta aş biherin.
Rovî hemû pîlanê xwe bi cîh tîne û Qîza Sultan ji aşvanҫîra dibe. Qasî mehekî li cem destbirakê xwe yê aşvanҫî dimîne.
Rovî, rojek xwe bi xwe ra dibêje ezê xwe bavêjim mala mirinê. Hela meze bikim destbirakê min, ҫiqas rûmetê dide min.
Rovî, rojek xwe li derê aş davêje mala mirinê. Aşvanҫî dibîne ku Rovî jixwe çûye. Dibêje an ha ewê mêş û kêşên bên, bêhna genîyê têkeve nav aş. Hema bi lingê rovî digre, bi erdê ra kaş dike û davêje nava avê.
Demek şûnda rovî ji avê derdikeve, tê berderê aş û ji aşvancî ra dibêje,
Hey gidî qeraşê kurê qeraşan.
Min te kir zavê mîr û paşan.
Te îro bi nigê min girt û ez avêtim ber kaşan.
Êja emê niha wegerin ser daxwazîya biratîya Kurd û Tirkan. Kurd hezar sale bindest in. Ji dema Împaratorîya Osmanî, heta roja komara Tirkîyê hat damezrandin Kurdan bi herawayî alîkarîya Tirkan kirin.
Ji bo dewletek serbixwe bi dehan caran firsend ket destê Kurdan. Lê Kurd ew firsend bikar neanîn. Kurdan digot, em ji omeda Mihemed in û Misilman in, em li dijî birayê xwe yên misilman dijminatîyê nakin. Em û birayên xwe yên Misilman û Tirk bi hev ra bijîn.
Ya rastî ew e ku Kurdan herdem bi dil û can û bi herawayî, piştgirîya Tirkan kirine. Li Milazgirê û Ҫaldiranê, li şerê Ûris û heta şerê Ҫeneqelê yeko yek mil dane Tirkan û bi serkeftina wan kêfxweş bûne.
Dema mirov dîroka Kurda dişopîne matmayî dibîne. Kurd herdem şerwan û mêrxas bûne. Lê ewqasî jî ji daxwaza dewletek serbixwe dûr mane.
ji bo dewleta Osmanî û komara Tirkîyê xebitîne û hatinê kuştin. Ji Tirkan ra kar û xûlamtîya kirine û di her encamê da poşman jî bûne.
Kîngê Tirk ketine tengasîyê, bi fen û fêlbazîyê Kurd xapandine û ji wan ra gotine, em birayê hev in. Dema ku tengasîya wan qedîyaye weê gavê jî fermana serê Kurda rakirine.
İro jî em dibinin, Kurd hê ji bo biratîya Tirkan, bi dil û can dixebitin. Ji bo vê yeke jî aşîtî û demokrasiye nîşan didin. Gelo, ew Kurdên ku biratîya gelan dixwazin, nizanin ku, bi sedsalane ne biratî ne aşîti ne jî wekhevî bi Tirka ra dibe.
Partî û rêxistinên kurdan jî, ne ji bo dewletek serbixwe, bi hemû hêz û quweta xwe ji bo demokratîkbûna Tirkîyê dixebitin.
Dema bikevin dengasîyê, bi ҫepgir û rastgirên xwe va Kurdan wek birayên xwe binav dikin, kîngê ku tengasîya wan biqede, wê gavê jî bi lingên wan digrin, wek aşvancîyê qelaşî li rovî dike, bi lingên Kurdan digrin û ji helîkopteran va davêjin ser kaş û nav newalan…[1]