=KTML_Bold=Di Berhemên Nivîskî de Girîngiya Sitandartkirina Ziman=KTML_End=
Mihemed Kurdî
Kurd netewek kevnar û dêrînin, kurdî jî zimanekî qedîm û dewlemend e. Lê ji ber ku wêjeye kurdî nebûye wêjeya deshilatdar, wêjeya kurdî ya nivîskî jî li gorî neteweyên din gelekî dereng destpêkiriye û ji ber vên sedeman ji heta roja îro zimanê kurdî nehatiye sitandart kirin.
Heke zimanek gîhaşt asta xwendin û nivîsandinê, bêgûman ew ziman êdî zimanekî parastiye û dê metirsiya windabûnê jî li ser wî zimanî nemîne. Lê belê heke zimanek ne zimanê xwendin û nivîsandinê be, vêca ew ziman dê roj bi roj lawaz bibe û bihele. Ango bandora xwendin û nivîsandinê li ser hebûn û tunebûna zimanî gelek e. Lewre ji bo ku zimanê me bibe zimanê xwendin û nivîsandinê, divê di nivîsan de zimanekî me yê sitandart hebe.
Heke zimanek ne zimanê fermî û perwerdehiyê be, bêgûman sitandartkirina wî zimanî jî ne gengaz e. Ji ber ku kurdî jî li gelek deverên Kurdistanê ne zimanê fermî û perwerdehiyê ye , lewre zimanê kurdî jî hîna nehatiye sitandartkirin. Gelo heke berhemên kurdî yên nivîskî neyên sitandarkirin dê bandorek çawa li xwîner û civaka Kurdistanê bike ? Gelek caran dema ez berhemeke bi kurmancî dixwînim ji ber ku nivîskar bi devoka xwe ya herêmî nivîsandiye ez fêm nakim, lewre ez du sê carên din dixwînim heta ku ez mebesta nivîskar fêm dikim. Ev yeka jî herikandina berhemê lawaz dike û dilê xwîner ji xwendinê sar dike û dibe sedem ku xwîner dev ji xwendina wê berhemê berde. Çêdibe ku ew berhema hanê , berhemeke dîrokî û hêja be, lê ji ber ku nivîskar bi zimanekî sitandart nenivîsiye, vêca xwîner jî dema ku wê berhemê dixwînin jê fêm nakin û ji agahiyên di wê berhema hêja de bêpar dimînin. Lê heke ew berhema bi kurdiyeke sitandart hatiba nivîsandin xwîneran dê ew berhem bi dilxweşî bixwendana û pêşniyarê gelek xwînerên din jî bikirina.Bi vê şewazê berhem dê zêdetir bigihîşta ber destê xwînerên kurdî.
Mixabin rewşa zaravayê kirdkî/dimilkî jî her wekî ya kurmancî ye. Ango zaravayê kirdkî jî hîna nehatiye sitandartkirin. Di van salên dumahîkê de gelek berhemên hêja yên bi zaravayê kirdkî li wêjeya kurdî hatin zêdekirin.Helbet em bi nivîsandina berhemên bi zaravayê kirdkî gelekî kêfxweş in, lê heke ew berhemana bi zimanekî sitandart bêne nivîsandin, dê ji xwîneran sûdewar tir bibana.
Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê kurd deshilatdar in, kurdî jî zimanê fermî ye, lewre li Başûr zimanekî sitandat hatiye avakirin. Zaravayê soranî li gorî zaravayên din di her qadê de bi pêş ketiye û hatiye sitandartkirin. Lewre çi kurdên soran yên Başûr û çi jî yên Rojhelat dema ku nivîsekê bi soranî dixwînin gelekî hêsan tê digihên û fêm dikin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî deverên ku kurd lê deshilatdar in perwerdehî bi zimanê kurdî tê dayîn û ji bo sitandatkirina zimanî jî xebatên gelekî hêja tên kirin. Bêgûman ev geşedanên li Başûr û Rojavayê Kirdistanê ji bo me cihê kêfxweşî û şanaziyê ne. Helbet zimanê nivîsandin û zimanê axaftinê ji hev cûda ne, lê belê heke nivîs bi zimanekî sitandart bête nivîsandin, dê ji bo xwîneran sûdewar tir bibe û dê teqez bandorê li axaftinê jî bike û bi pêş bixe.
Helbet her devokek li gorî xwe rast e û resen e , ez ne li dijî devokên herêmî me. Û li gor min divê hemî devokên kurdî jî bêne parastin. Lê mixabin ji ber ku em bindestin û zimanê me jî li ber pêlên bişaftinê ye, lewre divê berhemên kurdî yên nivîskî bi zimanekî sitandart bêne nivîsandin.
Ji bo yekitiya gelê kurd pêwîstiya me bi yekrêzî û sitandarkirina zimanê kurdî heye.Heke me yekitiya zimanî ava kir, em dikarin yekitiya netewî jî ava bikin. Îja hêvî û daxwaza min ji nivîskarên kurd ew e êdî berhemên xwe bi kurdiyeke sitandart binivsînin.
20-06-2023/Mêrdîn
Maîl: mihemedkurd47@gmail.com
[1]