1 Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard)
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Va çend sal in mijara standardkirina zimanê Kurdî di nav jimareke ji Kurdên meraqdar de yeke zindî ye. Mixabin hîn jî hinek tevlihevî di vî warî de heye û hinek kesên derbarê wê de diaxafin yan dinivîsînin li şûna ku bandoreke erênî bigihînin holê, dibin sedema wê yekê ku ev mijara dijwar hîn dijwartir xuya bike. Li milê din, hinek kes û alî standardkirina zimanê Kurdî wek tehlûkeyeke têkbirina zaravayan dibînin. Ji alîyekî din ve, hinek kesên ku derbarê zimanan û fêrkirina wan de ne xwedî zanistîyeke akadêmî ne, xwe têkile vê mijarê dikin, ku ne karê wan e. Mixabin, hinek ji wan tew di konfrans û kombûnan de jî wek “zimanzan” rolan bi dest dixin. “Zimanzan” li vir ne ew kesa ye ku bi Kurdî baş diaxafe, ne jî ew kesa ye ku bi Kurdî baş dinivîsîne. Ger weha bûya li welatekî wek Brîtanyayê bi milyonan “zimanzan” dê hebûna. “Zimanzan” li vir wateya “linguist” dide, ew kesê ku bi salan “i’lmê” derbarê zimanekî, yan zimanan, de xwendîye û bi şêweyeke zanistî haydare sîstêma karkirina zimanan e. Li welatên pêşkevtî kesên dibin mamosteyên fêrkirina zimanan, ew jî beşdare xwendineke akadêmî ya derbarê karê fêrkirina zimanekî/zimanan de dibin. Dizanin babet û metodên fêrkirina zimanan çi ne, dizanin pirtûkên fêrkirina zimanan pêwîst e li gor pêkanîya mêjîyên şagirtan û zihnîyeta qonaxa jiyana wan bihên nivîsandin.
Rast e, gellekan ji me xwendegehên ku tê de fêrî zimanê xwe bû bin nedîtine, lê ev yeka wî mafî nade her kesî ku xwe wek “zimanzan” pêşkêş bike û xwe têkile mijarên dijware wek pirsa standkirina zimên bike, wekî ku di wî warî de “pispor” be.
(Didomîne ...) [1]