Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard) 4
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Ev gotara tu dixwînîye bi Kurmancîya standard ya nivîsandina Kurmancî hatiye nivîsandin. Zimanê îroj ji bo nivîsandinê dihêt bikarhanîn, ger bi şêweyeke durist hatibe nivîsandin, ne tenê bi peyvên xwe dewlemend e, lê her weha zimanekî bedew e û dikare rola xwe wek zimanekî jêhatî di vê qonaxa demî de bileyize. Rast e pêdivî hîn bi peyvine nû heye, lê va kêşeya ne tenê ya Kurdî ye, ne jî bikarhanîna peyvine ji zimanine din ji dewlemendiya Kurdî kêm dike. Zimanên wek Tirkî û Farisî jî gellek peyvên biyanî bi kar dihînin, her weha gellek zimanên din.
Bala xwe bide hevoka li jêr:
“Di kombûneke îroj li Mosko cîh girtî de nûnerên desthelatdariya amerikî û yên ya rûsî guft-û-goyên derbarê kêmkirina hejmara mûşekên dûramance atomîserik de domandin.”
Pêşkevtina Kurmanciya nivîskî ye ku ragîhandina nûçeyeke bi naverokeke weha pêkan dike. Ger kurdekî pêş sed salan mirî îroj ji gora xwe rabe û peyvên li jor ji kesekî bibihîse, bêguman ew ê derbarê têgihîştina wateya hinek peyvên di hevokê de rastî dijwariyê bihêt. Hîn pêş dora 40 salan jî gellekan ji me dê nikaribûna hevokeke weha binivîsandana û bêguman hinek kes ê hebin ku nuha jî bi nivîsandina hevokeke wek ya li jor ne razî ne, ji ber ku ne ligor Kurmanciya ew bi xwe bi kar dihînin e. Lê zimanekî zindî divêt xwe li gor pêdiviyên demê biguhere, yan na ew ê nikaribe bi derbasbûna demê re li ser lingan bimîne. Ji ber ku kurmancî bi şêweyeke rêk-û-pêk di xwendegehan de nehatibûye fêrkirin û ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, rola ku hinek kesan di nav 70-80 salên derbas bûnî de ji bo pêşvexistina kurmanciya (her weha dimiliya) nivîskî leyiztine roleke layiqe pesindaneke bêyî hempa ye (Soranî, li milê din, qe nebe va bûn bi dehan sal di xwendegehan de dihêt fêrkirin). Kêşeya gellek kesan ya derheqê tênegihîştina zimanê standard de ew e ku kurmanciya nivîskî bi gavên beza ber bi pêş çûye û wan hay jê tune. Ew nagihên wateya gellek peyvan, yan jî şêweya nivîsandina hevokekê ji şêweya axaftina xwe ya devokî der dibînin. Bi encama vê yekê heye ku ew ji şêweya nivîsandina hinek nivîskaran ne razî bin, çimkî nikarin bi tevahî têbigihên. Hinekên din, ku kesên dilgerm û zimanhej in, derbarê xwendin û nivîsandina bi kurmancî de “nûpêketî” ne. Mixabin, ew derbarê tevahiya tevna ta nuha hatî ristin de ne haydar in. Standarda nivîsandina bi kurmancî heye û di kar de ye, çiqa haya hinek kesan jê nebe û çiqa çend kêmasîyên vê standardê hîn hebin jî. Ger li hinek şûnan şaşî di hinek berhemên nivîskî de hebin, ew wê wateyê nade ku tawan ya nebûna standarbûnê ye, lê heye ku wê wateyê bide ku xwedîyên berheman şaş nivîsandibin. Bila ji bîr neçe ku heta di îngliziya ku îroj bûye zimanekî herî pêşkevtî li cîhanê, hîn di warê nivîsandinê de standardeke sed ji sedî yekgirtî niye. Li DYE, bo nimûne, peyva ku li Brîtanya wek “orgonisation” dihêt nivîsndin dibe “organization” û peyva ku li Brîtanya wek “favour” dihêt nivîsandin dibe “favor.”
(Didomîne ...)[1]