ERHENGOKA PIRSÛSÊ:
-Silav xwînerên hêja hûn jî dizanin ku #zimanê Kurdî# zimanekî dewlemend e, ji ber vê jî carinan bikaranîna peyvan bi gor hereman tên bikaranîn. Wan peyvên ku min nivîsandî bi taybetî li pirsûsê û bajarên li derdora pirsûsê tê bikaranîn. Û ev peyv hema hema hemû li #Kobanê# jî bi vî şeklî tên bikaranîn.
PEYVÊN KU LI HERÊMA PIRSÛSÊ TÊN BIKARANÎN:
Celb=Ji bo axa şilbûyiyê tê bikaranîn di wateya: “Çamur” a tirkî de ye. Mînak: “Baran bariya erd çelb bû”
Çira= Ji bo peyva: “Çima” tê bikaranîn. Mînak: “Çira tu dereng hatî?” (Çima tu dereng hatî?)
Çito=Di wateya: “Çawa”ê de tê bikaranîn peyva çawa li pirsûsê nayê bikaranîn.
Çitonî=Di wateya: “Çawa yî” de ye. Li pirsûsê kes nabêje tu çawa yî? Dibêjin: “Tu çitonî?”
Eyyê= Ji bo peyva: “Dayê” tê bikaranîn.
Gêrmî= Ji bo peyva: “Girar”ê tê bikaranîn. Mînak1: Gêrmiya rizê (Girara rizê) Mînak2: Gêrmiya savarê (Girara savarê)
Riz= Ji bo peyva: “Pirinç”ê tê bikaranîn
Gurmik= Ji bo peyva: “Mil”ê tê bikaranîn
‘Hiziya= Ji bo peyva: “Hejîn-hejikîn”ê tê bikaranîn. Di wateya: “Sallanmak” a Tirkî de ye.
Ho bûn= Ji bo peyva: “Hînbûn”ê tê bikaranîn
Kulik=Ji bo peyva: “Toz”ê tê bikaranîn. Mînak: Kulik di ser me de hat (Toz di ser me de hat)
Misqere= Ji bo peyva: “Henek-lakirdî”yê tê bikaranîn. Mînak: Ez misqeran dikim (Ez henekan dikim)
Nehf= Ji bo peyva: “Sûd”ê tê bikaranîn. Di wateya: “Fayda”ya tirkî de ye.
Nola te= Ji bo peyva: “Wek te”yê tê bikaranîn
Pirûnçek= Ji bo peyva: “Nepirandin-naperûç kirin”ê tê bikaranîn. Di wateya: “Tirmalamak” a Tirkî de ye.
Qerecî= Ji bo peyva: “Mirtiv”ê hatî ye bikaranîn. Di wateya: “Çîngeneya” Tirkî de ye.
Qêxane=Navê xwarinekê ye. Xwarineke bi hêk û rûnê çêdibe. Di wateya: “Omlet” a tirkî de ye. Mînak: Qêxane bd taştê de xweş e.
Qîm kirin= Ji bo peyva: “Têrê kirin”ê de tê bikaranîn. Di tirkî de di wateya: “Yetmek” de ye.
Qise=Ji bo peyva: “çêr, dijûn û sihêf”ê tê bikaranîn. Peyvên ne xweş in. (Lê li gelek bajaran di wateya axaftinê de tê bikaranîn, lê li pirsûsê tu bibêjî: “Qise kirin” gotinên ne xweş tên fêhm kirin)
Qoqî= Ji bo peyva: “Perperok-pînpînîk”ê tê bikaranîn. Mînak: Qoqî xweşik in. (Perperok xweşik in)
Se’en= Ji bo peyva: “Teyfik”ê tê bikaranîn tirkiya xwe: “Tabak e”
sewa te/Seba te= Ji bo peyva: “Ji bo te” tê bikaranîn. Mînak: Ez sewa te hatim(Ez ji bo te hatim)
Seyd= Ji bo peyva: “Nêçîr”ê tê bikaranîn
Seydvan= Ji bo peyva: “Nêçîrvan”ê tê bikaranîn
Şebab=Ji bo jinên xweşik tê gotin. Mînak: “Ew çi jineke şebab e”
Çelek=Ji bo xortên xweşik tê bikaranîn.
şe’etandin= Ji bo peyva: “Hilweşandin”ê tê bikaranîn, di wateya: “YIKMAK” a tirkî de ye. Mînak: Xaniyê me şe’etî (Xaniyê me hilweşiya)
şor kirin=Di wateya: “Axaftin, peyivîn û qisekirin”ê de ye. Mînak: Em bi hevre şorê nakin(Em bi hevre naaxivin)
Tevêbûn= Ji bo peyva: “Beşdarîbûn”ê tê bikaranîn
Ûd=Di wateya: “Hêja” yê de tê bikaranîn. Mînak: Ûda tu kesî nema ye: “Hêjayiya tu kesî nema ye”
Xerbilandin= Ji bo peyva: “Ji hiş ve çûn”yê ve tê bikaranîn. Di wateya: “Bayilmak” a Tirkî de ye.
Nîşe: Ev peyv piranî ji bilî navçeya pirsûs û bajarên Kobanê, li tu deran nayê bikaranîn, eger tên bikaranîn jî di wateyeka din de tê bikaranîn. Û dibe ku hinek peyv di eynî wateyê de jî tên bikaranîn, eger tiştekî wisa hebe hûn bi me re parvebikin, emê kêfxweş bibin.
-Ji ber dewlemendiya zimanê Kurdî, çarinan wateya hinek peyvan bi gor herêman tên guhartin. Ev jî tiştekî hêja ye, girîng e û taybet e. Lewre ev dewlemendiyek e. Pêwîst e ku em li dewlemendiya zimanê xwe xwedî derkevin…[1]