$ELFABEYÊN KU KURDAN Bİ KAR ANÎNE:$
Dildar Satî
Nivîsa mêxî: Berê 36 bûn medan 6 tîpên din lê zêde kirine bûne 42. Ev elfabe ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn.
Elfenbeya Avêstayî: Ev elfabe ji 44 tîpan pêk tê ji çepê ber bi rastê ve tê niivîsîn. Hin çavkanî dibêjin 48 tîpin.
Elfebeya Aramî: Belgeyên herî kevin yên kurdî bi vê elfebeyê hatiye nivîsandin. Ev belge li şkeftên herêma Herwramanê hatine dîtin. Her wiha tê gotin ku nivîsên kurdî zêdetir bi vê elfabeyê hatine nivîsiîn. Ev nivîsên hatin dîtin li ser çermê xezala ne. Ji wan ên herî kevin 88 - 87 sal berî zayînê ne.
Elfebeya berê ya Pehlewî: Bi vê elfabeyê pirtûkek bi navê dînkerd hatiye nivîsandin.
Elfebeya masî soratî: Ev elfabe 36 tîpe, kurdan kiriye 42 dîroknasê ereb îbnî wehşiye dibêje: kurdan ev elfeba bi kar anî ye û wî sê pirtûkên kurdan ên bi vê elfabeyê hatin nivîsandine dîtine.
Elfebeya ku kurdên êzîdî bi kar tînin: Ji 31 tîpî pêk tê. Bi salane ku kurdên êzîdî vê elfabeyê bi kar tînin. Ji aliyê rastê ber bi çepê ve tê Nivîsandin. Hinek kes ji vê elfabeyê re Dibên elfebeya sirê. ( ango hurufil el sirê) tê gotin ku pirtûka êzîdiyan a pîroz mishefa Reş û Cilwe jî bi vê elfabeyê hatine nivîsandin.
Elfebeya eredbî ya kurdî soranî:
Elfebeya latînî ya kurdî kurmancî:
Elfebeya kirîlî ya kurdî Ermenîstan û Rrusiya bikartînin.
Ji bilî van elfebeyan, li herêma zêwê ya rohelatê kuristanê, nivîseke din ya ku li ser tepsiya zêrîn e, hatiye dîtin. Li gor lêkoîneran ev nivîs ji BZ sedsala 8. de maye û aîdê Medan e. Ji bilî vê belgê li ti cihên din kesek rastî vê elfebeyê nehatiye. Di warê civîs û wêjeyê de zaraveyê ku herî zêde pêşketine kurmanciya jorîn û kurmanciya jêrîne. Di salên dewî de zaraveyên din jî hinekî pêşketine û berhemên nivîskî pê tên nivîsîn. $WEKÎ ENCAM$
Bi qasî ku dîrokê tomar kiriye, zimanê kurdî ev 10 hezar heta 15 hezar sal in ku li ser xaka mezobotamiyayê wekî zimanê herî qedîm û dîrokî dijî. Di vê dîroka qedîm de Hûrîyan,
Gotiyan, Qasîtan, Mîtaniyan, Naîriyan, Medîyan û hwd. Bi vî zimanî şeristanî ava kirine. Çand afrandine. Pirtûkên wekî Zand Avêsta nivîsandine. Ji wê rojê û heta niha bi vî zimanî jiyan û nenewiyata neteweya kurd hatiye honandin. Kerwanê huner û wêjeya kurdî bi destan, çîrok, helbest, stran û cureyên din ên zargotinî ji kurahiya dîrokê ve destpêkiriye û heta serdema klasîk aniye. Kesên weke Babe Tahîrê Urgan, Celale Xanima Loristanî, Fatma Loriya Goristanî, Şêx Adî, Mestûre KURDİSTANî, Nalî Şerezorî, Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Meleyê Bateyî, Selîm, Celadet Elî Berdirxan, Erebê Şemo, Osman Sabirî, Cegerxwîn û hwd. Gelek wêjevanên kurd ên bi nav û deng bi berhêmên xwe ve ev çand û zimanê kurdî anîn heta roja me ya îro. Tê zanîn ku di vê pêvajoyê de gelê kurd 28 caran li dijî siyaseta înkar û tinekirinê ketiye nava serhildan û berxwedanan. Ev pêvajo di aliyê ziman û çanda kurdî de jî pêvajoyeke berxwedanê ye. Gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd di van pêvajoyan de ketine nava têkoşîna çand û zimanê kurdî pêşxistinê. Lê bi giranî li derveyî welat ev xebatana hatine meşandin. Vê pêvajoyê heta salên 70’ yî domand. Lê piştî derketina PKK’ ê êdî rewş hate guherandin. Piştî demezrandina PKK’ê û şûn de êdî van xebatan li derveyî welat û welat hatin meşandin.
Lİ BAKÛRÊ KURDİSTANÊ: weşanên wekî
Jiyana rewşen
Azadiya welat
Med Tv Ewrûpa
Radyoya dengê mezobotamiya
Enstîtuyên kurdî vebûn
Gelek pirtûkên kurdî derketin
Ferheng, ferherngok, rêziman, romanên kurdî hatine weşandin
Enstîtuya stenbûl 1992 vebû û heta niha gelek xebatên girîng kirin, ya Amedê her wiha li derveyî welat jî bi dehan enstîtu hene. Dîsa komîteya ziman û perwerdê ya KCK’ê avabû û ev 6 -7 sale vê xebatê birêve dibe.[1]