Roja Zimanê Zikmakî û Kurd
İkram Oguz
21’ê Sibatê Roja Navnetewî ya Zimanê Zikmakî ye. Ev roj, di sala 1999 da ji aliyê UNESCOyê va, wek “Roja Navnetewî ya Zimanê Zikmakî” hate îlan kirin.
Armanca vê rojê, parastina zimanê zikmayî ye. Sedem vê yekê ev roj, her sal li hemû cîhanê, bi çalakîyên pirrengî va tê pîrozkirin.
Ev roj, bi taybetî ji bo gelên bindest rojekî giring e. Lewra ziman, parastina hebûna wan e.
Bedirxan Bêgê Mîrê Botan, di jîyana gelên bindest da rola zimanê zikmakî wuha nîşan dide; „Miletên bindest, heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan bi quwetên du çekan diparêzin, ol yek, ziman dudu. Lê ola miletê serdest û bindest yek be, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.“
Di ser van gotinên Mir Bedirxan re 150 sal derbas bû, mixabin Gelê Kurd hê jî bindest e û bê çek e.
Çeka yekem ji serîda ji destê Kurdan hatîye girtin. Tirk û Faris û Ereb jî wek gelê Kurd misilmanin û bîr û bawerîyên wanen olî yek in. Ji ber vê yekê ye ku kingê ku ketine tengasîyê, biratîya xwe bi Kurdan ra îlan kirine. Kîngê lingên wan erd girtîye, dest bi zilm û zordarîyê kirine.
Ev çeka yekemîn îro di destê Erdoxan daye û Erdoxan jî, wî gelek baş bikartîne. Ew jî dema ku dikeve tengasîyê, histûyê xwe li alîki xwar dike, xwe teslîmî Xwedê dike û wuha dibêje; “Ez ji birayên xwe yên Kurd pir hez dikim, ji ber ku Xudayê min wan xuluqandîye.”
Em qebûl bikin an jî nekin, îro pirranîya Kurdan jî sedem vê yekê piştgirîya Erdoxan û partîya wî dikin. Sebebê piştgirîya wan, ne komir û dar e, ne pere û pûl e. Bi zêdeyî şirîgtîya olî ye…
Çeka duyem ziman e, ew jî hedî hedî ji dest diçe. Sebebê ji destçûyîna wê jî ne Ereb, ne Faris ne jî Tirk in.
Kurd bi xwe ne…
Ronakbir û nivîskarên ku xwe Kurd dihesibînin Kurdî nizanin, gundî û karkerên Kurd jî Tirkî nizanin. Ronakbîr û nivîskar diaxifin gundi û karker fêm nakin, gundî û karker daxwazên xwe tînin ziman, ronakbîr û nivîskar fêm nakin. Sedem vê yekê ye ku Kurd, roj bi roj ji hev dûr dikevin…
Partî û dezgeyên Kurd çi dikin?
Bi bawerîya min ew jî li murîdan digerin.
Daxwaza zimanê zikmakî dikin, lê bi hev ra Tirkî diaxifin. Di civînê xwe da, di nav malên xwe da zimanên biyanî bikartînin.
Ji bo parastina çand û hunera Kurd radyo û televîzyon û komelan saz dikin, hunermendên ku wek wan nafikirin, wan xayîn û ajan îlan dikin, jê dûr disekinin.
Ji bo wan, di kilam û stranek da peyva “bijî, bijî” derbas be, bi kîjan zimanî dibe bila bibe xem nîne…
Heger hunermendê wî kilam û stranê, “mûrîdê tarîqatê” be, hem şoreşger hem jî welatperwer e…
Karê wî tenê huner, navê wî jî Şivan Perwer be, barê wî giran dibe…
Bi vî awayî, wek gotina Mir Bedirxan, çek a duyem jî ji destê Kurdan hêdî hêdî derdikeve…
Kingê ku Kurd bi zimanê xwe biaxifin, bixwinin û binivsînin…
Kingê ku qedr û qimeta hunermendên xwe bizaninbin û wan li ser serê xwe bigerînin…
Kingê ku bi ruhê Kurdayetîyê li hev binêrin û bi hev ra bimeşin, wê demê dikarin çeka duyem bi hêsanî bikarbînin û bi ser kevin…[1]