=KTML_Bold=Serhildana qîzên kurdan ên nifşê duyemîn=KTML_End=
#AYNUR ARAS#
Nifşê duyemîn, qîzên ku di temenê piçûk de bi tevî malbatê koçberî Swêdê kirin û dîsa qîzên li welêt ên ku bi temenê xwe hê piçûk bûn, hîn eqreba ên ku li Swêdê bi cih bûbûn, diçûn welêt û keçikên hê hijdehsaliya xwe tije nekiribûn, bi rêyên sexte temenê wan mezin dikirin, an bi lawê xwe re dizewicandin, an jî mêrek li Swêdê bi alîkariya qîzek/jinek swêdî îqama Swêdê werdigirt; piştî jiyana xwe bi rêk û pêk lêdikir, bi fend û fund dev ji wê însana bêguneh diqîrî, keçikek panzdeh, bist sal ji xwe piçûktir, ji xwe re dixwest û dianî Swêdê.
Sosreta li ser sosretê jî, van tîpan di civak û sohbetên xwe de, wisa bêperwa û xayîniya xwe li ser însanek mehsûm a ku jiyana xwe di saya serê wê de ronî kiriye, qaşo xwedêgiravî “girêdayîna xwe ya, ji kultur çand û zimanê xwe re halan dikir..!
“Welleh piştî min îqama xwe sitand îşekî xwe jî dît, min pehînek li qûna wê xist, yaw keçikên me kurdan başqe ne, Xwedê wekîl e, ew du salên mecbûrî bi wê jinê re mam (ji bo îqama dewamî, divê meriv du salan bi wê/wî re zewicandî bima)
Dîsa li jor Xwedê dizane, de min çi îşkence kişand, bêmirêz in, genîne, bêhn ji wan tê, ji bo Xwedê, jina mirov a ku nizanibe şamborek, kutilkan çêkê û pelan bipêçe, vêca mirov ê çike ji wê jinê..”
Kesên li dor sohbetê jî, mînanî merîfetek be, dikeniyan û peyvên wî, dipejirandin kal didane binê piçengê..!
Lê dibêjin Xwedê ji dûr dike ji bîr nake..!
Wan tîpan herî zehf sê an çar salên bi xweşî bi wê jina temen piçûk re derbas dikir..!
Piştî sê, çar sal derbas dibûn, çavên ji xew de vedibûn, zilam, nifşek bû, jinik jî nifşek din…
Teraziyê ew têkilî wernedigirt, gazin û gule gula jinê dest pê dikir, de ew, ew qas sal ji wê mezintir e, de ew ji ger, kêf û seyranê hez dike, lê mêr mînanî mirîşka ser kurka naxwaze serê xwe ji malê derxe..an jî, jinê didît li welatê Swêdê kes mecbûrê zor zextiya kesî nîn e..dev ji hev û du diqirin, jin bi jîyan, zarok û malê de diket, mêr jî dîsa bi dû pîr û jinên Swêdî diketin..
Qîza piçûk a ku bi malbatê re hatî, ji salên nodî pê de, wê jî dest bi îsyanê kir, neheqiya bav a li hember dê qebûl nedikir, neheqiya malbatê a li hember xwe qebûl nedikir, dê malbat mafê ku dide birayên wê, çima ew ji wan mafan mehrûm e? Çima kurên kurd dikarin bi qîzan re têkilîyê vekirî ber çavên malbatê lêkin, çima qîz nikarin? Çima kur bi hetanî derengiyê şevê li dervene çima qîz nikarin? Çima kur bi keçikên swêdî re diajon tên malê nav malbatê, çima ew mafê qîzê nîn e?..
Dem dewran hat wê astê, kurdan qîzên xwe bi zorê birin welêt ku bi lawên xizmên xwe re bizewicînin; keçikê nexwest, bavî keç li welêt kuşt…!
Qîzê got ezê bi hezkiriyê xwe yê swêdî re bizewicim, ji alîyê malbatê ve hat kuştin..
Di wan zemanan de kurd, di masmediya Swêdê de mînanî sembola qewmê qîzên xwe kujer hatin pênase kirin..!
Nefret û xeybeta xelkê swêdê ên hemêza xwe ji wan re vekirî bêsînor pêl li ser pêlê da..
Ji ber mediyayê digotin ew kultura wan e, lê her çendî xelkê kurd ên ku li ber xwe diketin û hawar dikirin, de ew ne kultura xelkê kurd e, di dîrokê de bi hetanî roja îroyî, jina kurd ciyekî xwe yê bi qedr û siyanet heye, qîzên kurd lehengên ku li hember ordiya dinyayê ya sêyemîn ji bo welat û şerefa xwe berxwedanê dikin hene..!
Mixabin hawara wê çenga kurd li hember medya Swêdê pêk nedihat…!
Bi hetanî wan deman ku kurdan li Swêdê xelkê ku herî zêde qîmet û siyanet ji aliyê xelk û hikumeta Swêdê werdigirt bû..
Jixwe Olof Palme dostekî kurdan ê herî xwedî dilsoziya xwe bû…!
Lê kurdên dilsozên kultur û çanda xwe, bi inyat dev ji berxwedana xwe bernedan û dîsa xwe îspat kirin, de kujerî ne kultura wî qewmiyê, de ew bi xwe li hember zexta li ser jinê ne..!
Û piştî sal-zemanên zehmetkêş ew demxe li ser xelkê kurd rabû. Ez dikarim bibêjim di deh salên dawiyê de, qîza kurd ji birê xwe bêhtirîn azad tevdigere. Ew qîzên kurd bi jîrekbûna xwe û destpiştxistina malbatê ve, xwendinên bilind dikin û hatine qonaxên mezin..!
Di piçûkatiya min de, kalikê min digot, gava ku jinê laçika serê xwe diavêt erdê, şerên mezin çarmixkî di cih de disekinîn…!
Not: Ev beşa diduyan a nivîsê ye. Beşa yekemîn ev e:
- Swêd Swêda jinan e
[1]