=KTML_Bold=Zimanê Zikmakî û Derûniya Zarokan=KTML_End=
Siyabend Aslan
“Zimanê dayîka min çermê min e
û zimanên din jî kincên min in.
Mirov kengî bixwaze
dikare li gorî dilê xwe kincekî li xwe bike
lê nikare
çermê xwe biguhere.”
Antti Jalava
Mirov zimanê xwe yê zikmakî pêşî ji dêûbavên xwe û dûvre jî ji derdora xwe fêr dibe. Û ev fêrbûn ne bi awayekî zanebûnî bi awayekî xwezayî pêk tê. Ev ziman bo her mirovî amûreke xwezayî ye ku bi derdora xwe re danûstandinê bike. Takekes bi zimanê xwe yê zikmakî pêşî xwe nas dike û piştre jî xwe bi derdora xwe dide naskirin, dide qebûlkirin. Ji ber ku takekes dikare bi zimanê xwe yê zikmakî baştir bifikire, nîqaş bike û binirxîne ev bo avabûn û geşedana kesayetiyê tiştekî gelekî girîng e. Û bêguman sînor û astengiyên li hember zimên jî bo têgihîştina kesayetiyê bandoreke gelekî neyînî dikin.
Xwerêzdarî û xwebûna takekes bi ziman re di nav têkiliyekê de ye. Hêj di destpêka dibistanê de astengkirina zimanê takekes bo wî dibe trawmayeke mezin û bi vê yekê re ew xweîfadekirin û axaftina jixwebawer ji holê radibe. Zarok xwe weke yekî xerîb dibîne, nikare xwe îfade bike û ev yek jî pê re tirseke zêde çêdike.
Fêrbûna xwendin û nivîsandinê hem bo îfadekirina nivîskî hem jî bo ya devkî sûdewer e û ev rewş bo danûstandina zarokan jî girîng e. Di qonaxeke wisa de wextê ku zarok bi zimanekî din dûçarî astengiyan bibe û ji vî halî kêfê nestîne dê ev pêvajoya destpêkê bo zarok bibe îşkenceyeke mezin. Gelek zarok di dibistanê de ji dêvla ku pêşî fêrî xwendin û nivîsandinê bibin mecbûr dimînin fêrî zimanekî din bibin. Gava ku rewş ev be zarok zû bi zû nikarin xwe bidin qebûlkirin, pirsgirêkên hevahengiyê dijîn û ji dibistanê sar dibin.
Tecribeyên destpêkê bo zarokan girîng in û ev tecribe bo zimanê zikmakî jî helwestekê diyar dike. Rewşên neyînî û trawmayên bi vê yekê re girêdayî tesîra xwe heta mezinbûna zarokan jî berdewam dikin. Di encama vê de dike ku zarok ji zimanê xwe sar bibe ji zimanê xwe şerm bike û dêûbavên xwe sûcdar bike.
Weke her rewşên nû û destpêkan, dibistan jî ji bo zarokan derdoreke nû ye ku hêj nas nekirine û lê xerîb in. Ev bo hemû zarokan bi tena serê xwe streseke mezin e. Û ev stres bi hin zarokan re xwe weke pirsgirêkên dibistanê, pirsgirêkên derûnî dide der. Îcar wexta ku zarok nikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin, zimanê wan astengkirî be û wekî kesên xerîb û biyanî bin ev bo wan hîn bêtir zor û zehmet e.
Di lêkolînan de jî hatiye dîtin ku gava perwerde bi zimanê zikmakî neyê kirin zarok gelekî kêm tevlî dersan dibin, serkeftina zarokan qels dibê û di qada pewerdehiyê de newekheviyek û bêadaletiyek xwe dide der. Perwerdehiya ne bi zimanê zikmakî li geşedana derûncivakî ya zarokan jî bandoreke neyînî dike û bi xwe re gelek pirsgirêkên derûnî û psîkiyatrîk tîne: Bixwedemîztin, bixwederîtin, pirsgirêkên xewê, pirsgirêkên xwarinê, mijtina tilî û xwarina neynûkan, lalitî, tirs, pirsgirêkên hevahengiyê û hwd. Wekî din tirsa ji dibistanê, zehmetiyên fêrbûnê, xwekêmdîtin, pirsgirêkên xwebaweriyê, pirsgirêkên kesayetiyê û di serkeftina akademîk de zehmetiyên giran tên dîtin.
Perwerdehiya bi zimanê zikmakî hem bo pêşketina zimên hem jî di dibistanê de bo serkeftina zarokan alîkariyê dike. Ziman bandoreke erênî li ser qabiliyeta mêjî û zihn dike û motîvasyona hînbûnê, tevlîbûna dersan zêde dike. Gava ku serkeftin zêde bibe dê ev rewş bandorê li asta perwerdehiya civakê jî bike. Zimanê zikmakî dike ku zarok bêhtir biafirînin û bi pêş bikevin. Ziman bo pêşketina nasnameyê, kesayetiyê û xwerêzdariyê bandoreke erenî dike û zû bi zû rê nade wê ku zarok pirsgirêkên derûni bijîn.
Perwerdehiya bi #zimanê zikmakî# bo her kesî mafekî xwezayî ye. Ziman, nasname û parçeyek ji kesayetiya takekesan e. Bo ku zarok xwe di ewlehiyê de hîs bikin û netirsin divê astengiyên li ber zimanê wan ji holê bên rakirin ku zarok bêtirs bixwînin û xwe baş îfade bikin.
Herweha divê di perwerdehiyê de girîngiya zimanê zikmakî baş fêmkirin. Bo vê yekê jî pêwîst e di gelek qadan da bo girîngiya zimanê zikmakî lêkolîn û xebatên curbicur bên kirin û li gorî van encaman gav bên avêtin. Mijareke pir hesas û girîng e ku bandoreke mezin li zarokan û helbet li civakê jî dike.[1]