Zimanê Dayikê yan jî Zimanê Zikmakî
#Zana Farqînî#
Di zimanê me yê nivîskî de, hin tebîr hene ku ji zimanê me yê devkî re nû ne û ji zimanên din hatine stendin. Her wiha bi heman gotinan jî li zimanê me hatine wergerandin. Heta ji van tebîran, hinek jê jî, bi gelek awayan tên gotin. Wekî gotinên zimanê dê, zimanê dayikê, zimanê maderî û zimanê zikmakî. Di zimanê me yê devkî de, ji bo van gotinên li jorê, tebîra zimanê bavkalan (an jî bav û kalan) heye. Lê belê cihê daxê ye, ku her diçe ev awayê gotinê ber bi windabûnê ve diçe û li cihê wê, awayên zimanê dê, zimanê dayikê, zimanê maderî û zimanê zikmakî derdikevin pêş.Ligel vê rewşê em heta rastî awayê gotina zimanê malê û zimanê nav malê jî tên ku em hem di zimanê xwe yê devkî de hem jî di zimanê xwe yê nivîskî de, wan bi kar tînin. Divê bê gotin ku tebîra zimanê malê di hin zimanê biyanî de jî heye.Îcar wateyên zimanê dê û zimanê fermî (zimanê hevpar, zimanê muşterek) ji hev cuda ne. Lê min navê ku ez li ser wateya wan, li ser danasîna naveroka van tebîran rawestim. Tenê ez dixwazim ji aliyê semantîk ve li ser wan tebîrên ku dabaşa nivîsa min li ser wan e, bisekinim û wan dahûrînim.Çawan me berê li jorê jî diyar kir, awayên gotina zimanê dê, zimanê dayikê, zimanê maderî û zimanê zikmakî ji zimanê me re nû ne û me ew ji zimanên din wergerandine zimanê xwe. Îcar hemin ku em wan dixwazin bi kar bînin, divê ku em awayên wan ê herî rast tercîh bikin. Peyvên dê, dayik û zikmakî, peyvên kurdî ne.Peyva mader çendî di zimanê me de bê bikaranîn jî, ew bi farisî ye û peyveke çêkirî û dariştî ye. Di kurdî de, li şûna mader, peyvên ma, mak û make hene. Lê belê awayê mader di farisî de heye ku mirov dibîne di farisî de hin peyv bi parkîta /der/ û /-er/ê çêbûne. Mînak: bira+der, pe+der, ma+der, dot+er, pis+er. Berginda kurdiya van peyvan jî ev e: Em bi rêzê û yeko yeko li ser wan peyvan rawestin: bira, pî (bi kirmanckî/zazakî ye ku bav e û baba jî, ji pa+pa hatiye pê; dengên /p/ê jî li /b/yê dageriyane), ma (bi kirmanckî), mak û make (bi kurmancî), dot (peyva dot+mam) û pis (pis+mam).Ji lew re, bi min hewce ye ku awayê gotina zimanê maderî neyê bikaranîn. Ji ber ku peyva mader ne peyveke kurdî ye û divê mirov kurdiya wê çêtir bibîne.Em niha jî bên ser peyva zikmakî; ev bêje bêjeyeke kurdî ye ku ji bêjeyên zik, ji mak û ji dengdêra /-î/ya ku munasebetê çêdike, hatiye pê. Wateya vê peyvê jî ev e: Tiştê ku mirov ji maka xwe de bi xwe re tîne, tiştê ku di hemla dê de pêk hatiye, çêbûye. Ew taybetî ye ku gava mirov ji diya xwe dibe nabe bi mirov re heye. Wekî nîşan, hêma, şan û xal, seqetî û nexweşînan.Çendî ku di zimanê nivîskî de, bi rêjeyeke pir jî gotina zimanê zikmakî tê bikaranîn jî, ez bi xwe rast nabînim. Ancax ji bo tiştê genetîk û irsî, tiştê mîna êş û nexweşînê, wekî şan û xalên li ser ten û can ku ji dema zayînê de bi mirov re hene, mirov ji wan re dibêje ev tiştekî zikmakî ye. Ji bo nimûne: Dibêjin ev şana li ser rûyê wî ye, ji zikmakî ve pê re heye. Lêva wî ji zikmakî ve qelaştî ye û hwd.Li vir dimîne peyvên dê û dayik. Peyva dê, rasterast berginda madera farisî ye. Ku bi kirmanckî jê re dibêjin ma û di hin gotin û çêran de jî em di kirmancî de jê re dibêjin mak. Heywana ku zabe, têjikên wê hebin, em jê re jî dibêjin make. Herçî bêjeya dayik e ku wekî dayîk jî tê bilêvkirin, xwedî wateyeke cudatir e. Ji bo şîrîntirkirin û sempatîkkirinê em dibêjin dayik û ev jî, ji da û /-ik/a parkît (paşgir) hatiye pê. Ji aliyê wateyê ve da an jî dê û dayik ne heman tişt in, cudahiya wateyê di navbera wan de heye. Li aliyê din, wek agahî em bibêjin ku, di zimanê zarokan de ji dê re dada jî tê gotin.Li rastê, peyva dê dimîne, ji vê peyvê re tu gotina min nîn e, ji ber ku ew peyveke xwerû ye û ji bêjeya dayê dageriyaye bûye dê û îro wisan tê bilêvkirin. Mîna bêjeyên pa û pê, ra û rê ku çawan dengdêra wan a /a/yê dageriyaye bûye /ê/.Wek encam, li şûna tebîra zimanê bavkalan ku ev awa helal malê zimanê kurdî ye, eger em tebîrên transferkirî bi kar bînin, divê ku em an bibêjin zimanê dê yan jî zimanê dayikê, lê gerek em nebêjin zimanê zikmakî yan jî zimanê maderî.Nîşe: Ev nivîsar berê di vesera Azadiya Welat Tûrik de hatiye weşandin.Kaynak: Zimanê Dayikê yan jî Zimanê Zikmakî - Amîda Kurd
[1]