Pesnê Mêrxasîya Kurdan
Siddik BOZARSLAN
”Dema qala dewleteka weha bê kirin, bê guman nabe ku qala mêrxasî û fêrisîya mîr û kargêr û şerkarên wê dewletê neyê kirin û pesnê mêrxasîya hevwelatên wê dewletê neyê dayîn. Xanî jî wisa kirîye. Hêj di despêkê da, di beşê 5´an da dema qala rewşa bindestîya Kurdan kirîye, pesnê mêrxasîya wan daye:
”Wan bi şûrên xwe girtîye bajarê meşhûrîyê
Wan dîl girtîye welatê xîret û mêrxasîyê
Her mîrekî wan bi ciwamêrîya xwe Hatem e
Her mêrekî wan bi şerkarîya xwe Ristem e”
Di beşê 8´ an da dema qala Mîrê Botan kirîye û salixê wî daye, pesnê mêrxasîya wî jî ji bîr nekirîye:
”Hatem dibû muhtacê merdîtî û ciwamêrîya wî
Ristem zorbirî dibû li ber mêrxasî û xweşmêrîya wî”
Di beşê 10´an da dema Tacdîn û birayên wî dane naskirin, weha salixê wan û mêrxasîya wan daye:
”Xortek hebû, jê ra dihat gotin Tacdîn, çi ciwanek bû!
Guhderzê zemanê xwe bû, fêris û pelewanek bû
Nesla wî, esl û malmezinîya wî kifş û eyan bû
Ew serdefter û serwerê kuran bû
Ji bavê wî ra dihat gotin Eskender
Lê belê Ereban jê ra digot Xezenfer
Lewra ew bi mêranîya xwe wek şêr bû
Roja şer ew hezar mêr bû
Tacdîn, du birayên wî hebûn, her du jî fêlbaz
dekzan û xasûk bûn, dişibîyan du teyrên baz
Tim û tim dilên dijminan disotin
Ji yekê ra Arif, ji yê dî ra jî Çeko dihat gotin”
Tiştekî balkêş jî ev e ku Xanî nîşan û sembolên xwe yên mêrxasîyê tim ji mêrxasên Kurdan ên berîn û efsaneyî bijartine. Wek ku ji malikên jorîn jî dixuye, di şerkarîyê da Kurd şibandine Ristem û dema pesnê Mîrê Botan daye, Ristem wek numûneya mêrxasîyê nîşan daye û gotîye ”Ristem zorbirî dibû li ber mêrxasî û xweşmêrîya wî”; dema pesnê mêrxasîya Tacdîn jî daye, ew şibandîye Guhderz, ku ew jî mêrxasekî Kurd ê berîn e.
Di beşê 41´ ê da dema qal kirîye ku Tacdîn jibo rizgarkirina Memê û Zînê bi lez û bez çûye malê û xwestîye mala xwe bişewitîne, ji devê Sitîyê ew şibandîye Tehemten, ku ew jî nasnavê Ristem bûye:
”Ji nîşka ve bi xişm û xezeb ku çû ji der da
Sitîyê anî ku tiştek heye, digel wî xeber da
Got: Ey Tehemten, ev çi halê te ye?
Dijminê te kî ye, ev çi teqeze ye?”
Wisa tê zanîn ku Xanîyê nemir xwestîye bi van peyvan û bi van şibandinan bîne bîra Kurdan ku mêjedema wan bi mêrxas û fêrisên dîrokî û efsaneyî yên wek Ristem û Guhderz hatîye xemilandin.” (eynê eser, r. 33-34)
[1]