Di berhema#Mem û Zîn# de amanca Ahmedê Xanî
Siddik BOZARSKAN
Xizmeta Giştî
”Amanc û daxwaza Ehmedê Xanî ne nivîsîna çîrokeka folklorî ya mîtolojik a bênaverok bû. Çîrokên wisa di folklora Kurdî da gelek in. Tewr çîrokeka mîtolojik a Kurdî bi navê ”#Memê Alan# ” jî heye ku gelek jî kevnar e; navên her du kesên sereke yên wê çîrokê jî Mem û Zîn in. Ew çîrok bûye sitran û digel sitranên Kurdî yên dî wek ”Sîyabend û Xecê”, ”Kerr û Kulik”, ”Sêva Hecî” û wd. ketîye devên sitranbêjên Kurd; di şevbêrkan û civatan da, di dawet û şênayîyan da tê gotin, bi hewes û baldarî tê guhdarîkirin. Bi kurtî, folklora Kurdî ji alîyê sitranan ve jî, ji alîyê çîrokan ve jî gelek dewlemend e.
Daxwaz û amanca Xanîyê nemir ew bû ku ji neteweyê Kurd ra bi zimanê Kurdî dastaneka neteweyî binivîse; dastaneka neteweyî ya wisa ku Kurdistanî be, tê da qala bûyereka Kurdistanî bê kirin, tê da salixê dewleteka Kurdî ya xweser bê dayîn, tê da pesnê mêrxasîya fêrisên Kurdan bê dayîn, tê da rewşa komeleka (civat- civak) Kurd a pêşketî û dinamik bê nasandin, tê da tore û bawerîyên di nava wê komelê da bên raberkirin.
Dema mirov li ”Mem û Zîn”ê dinêre û bi baldarî wê dixwîne, mirov van tiştan gişt tê da dibîne û mirov fam dike ku ew bi her tiştê xwe dastaneka Kurdî û Kurdistanî ye. Hêj di beşê 6´an da, Xanî dema qala semedê nivîsîna pirtûkê bi zimanê Kurdî kirîye, daye zanîn ku wî xwestîye jibo Kurdan xizmeteka giştî bike:
”Şerbeta xwerû berda, tort vexwarî Zimanê Kurdî yê wek mirarî (încî)
Gîhand hev, vêkxist, xist dûzenê bi awayekî têgîhîştî û di vê rê da cefa kişand, jibo xizmeta giştî
Da ku xelk nebêje herçî ku Kurd in ne têgîhîştî ne, bêesl û bêbingeh in, nezan û nemerd in
Cure cure netewe, xwedîpirtûk in Kurd tenê bêpar in û û bêpirtûk in”
Wek ku dixuye, Xanî ji alîyek ve jibo xizmeta giştî û jibo rûsipîkirina Kurdan xebitîye; ji alîyek ve jî, tiştên ku di heqê Kurdan da hatine gotin, weha bersiva wan daye:
”Na, Kurd ne pirr xav û negîhîştî ne Lê belê bêmecal û bêkes û sêwî ne
Ne ku hemî pêkve nezan û nexwendî ne Lê belê bextreş û bêçare û bêxwedî ne”
Di beşê 7´an da jî dema deng li meygêr kirîye û mey jê xwestîye, semedê wê xwestinê weha daye zanîn:
Saza dilê kul, bi têla xwe ya stûr û zirav bila sitrana evîna Zînê û Memê lêde, wê evînê bike belav
Ez qalkirina xemên dil bikim çîrok, bikim efsane Zînê û Memê bikim destik, bikim behane” (eynê eser, r. 28-29)
[1]