Di Tewratê da navê “Zaza”
#Roşan Lezgîn#
Tewrat ji 39 kitêban pêk tê. Tekwîn (afirandin) û Zebûr (mezmûr) ne tê da, yên din hema bibêjin tev behsa tarîxa Benîîsraîlîyan dikin. Di kitêba sêzdehan Tarîx-Iê da, beşa ku ji Adem heta Îsraîl (Yaqûb pêxember) navê bavan tê hejmartin, navê merivekî wek “Zaza” derbas dibe. Hin kesên ku pê dihesin navê “Zaza” di Tewratê da derbas bûye, dibêjin “Navê Zazayên me di Tewratê da jî heye.” Lê belê tu eleqeya vî navî bi grûba kurdan re nîne ku îro wek Zaza tê binavkirin. Ji bo ku baş fêm bibe, ez dixwazim ew beşa ku tê da navê bavan tê hejmartin ji Tewratê qismen neqil bikim:
“1.1. Adem, Şît, Enoş, 1.2. Kenan, Mahalalel, Yeret, 1.3. Hanoq, Metuşelah, Lemek, 1.4. Nûh. Kurên Nûhî: Sam, Ham, Yafet.
1.5. Kurên Yafetî: Gomer, Magog, Meday, Yawan, Tuwal, Meşek, Tiras.
1.6. Kurên Gomerî: Aşkenaz, Dîfat, Togarma.
1.7. Kurên Yawanî: Elîşa, Tarşîş, Kîttîm, Rodanîm.
1.8. Kurên Hamî: Qûş, Misrayîm, Pût, Ken’an.
1.9. Kurên Qûşî: Sewa, Hawila, Sawta, Ra’ama, Sawteka. Kurên Ra’amayî: Şewa, Dedan.
1.10. Bi navê Nemrûd kurekî Qûşî hebû. Bi mêrxasîya xwe li dinyayê deng veda.
1.11-12. Misrayîm kalikê Kaslûhan û Keftoranî bû, ku ew jî kalikê Lûdan, Anaman, Lehawan, Maftuhan, Patrusan û Filîstan bûn.
1.13-16. Kurê pêşîn yê Kenanî bavê Sîdonî û kalikê Hîtîtan, Yewusan, Amoran, Girgaşan, Hîwîyan, Arkan, Sinan, Arwatan, Semaran û Hemayan bû. (Sîdon kalikê Saydayîyan e.) 1.17. Kurên Samî: Elam, Asûr, Arpaxşad, Lûd, Aram, Ûs, Hûl, Geter, Meşek. 1.18. Arpaxşad bavê Şelahî bû: ji Şelahî Ever bû. 1.19. Du kurên Everî bûn. Navê yekî Pelek bû, çimkî însan li dinyayê di zemanê ku ew dijîya da ji hev veqetîyan. (Pelek, di zimanê Îbranî da tê manaya veqetînê.) 1.20-23. Yoxtan kalikê Almodat, Şelef, Hasarmawet, Yerah, Hadoram, Uzal, Diklay, Ewal, Awîmael, Şeway, Ofir, Hawîlay û Yowawî bû. Ev hemî ji cisnê Yoxtanî bûn.
1.24 Sam, Arpaxşad, Şelah, 1.25 Ewer, Pelek, Reu, 1.26 Seruk, Nahor, Terah, 1.27 Avram (Îbrahim).“
Di Tewratê da ji Adem heta Nûh, dîsa ji Nûh heta bi Îbrahîm navê bavan wisa rêz dibin. Li vir divê ez balê bikişînim ser nuqtayekê. Eger di zemanê Pelekî da însan ji hev veqetîyabin, hingê ev dibe dema çêbûna Birca Babîlê. Tarîxnas dibêjin Birca Babîlê teqrîben ji vir bi qasî pênc hezar sal berê hatîye çêkirin.
Di Tewratê da nesla Îbrahîm wisa dewam dike:
“1.28. Kurên Îbrahîmî: Îshaq, Îsmaîl.
1.29. Cisnê Îsmaîlî: Kurê pêşîn yê Îsmaîlî Nevayot. Dû re Kedar, Adbeel, Mîwsam, 1.30. Mişma, Duma, Massa, Hadat, Tema, 1.31. Yetûr, Nafîş û Kedema tên. Ev kurên Îsmaîlî bûn.
1.32. Kurên carîyeya Îbrahîmî Ketura: Zimran, Yoxşan, Medan, Mîdyan, Yişbak, Şuah. Kurên Yoxşanî: Şewa, Dedan.
1.33. Kurên Mîdyanî: Efa, Efer, Hanoq, Avîda, Elda’a. Ev hemî ji cisnê Ketura bûn.“
Di beşa 2. ya kitêba 13. ya Tewratê Tarîx-Iê da pêşî navê duwazdeh kurên Îsraîlî yanî kurên Yaqûb pêxemberî rêz dibin:
“2.1. Kurên Îsraîlî ev in: Rûben, Şîmon, Lewî, Yehûda, Îssakar, Zevûlîn, 2.2. Dan, Yûsif, Benyamîn, Naftalî, Gad, Aşer.“
Di wê beşê da ku navên cisnê Yehûdayî tên hejmartin, navê yekî ji wan Zaza ye. Ev nav wisa derbas dibe:
“2.3. Kurên Yehûdayî: Er, Onan, Şela. Keça Şuayê Kenanî ev her sê kur ji Yehûdayî re anîn dinyayê. (...)
2.33. Kurên Yonatanî: Pelet, Zaza. Ev ji cisnê Yerahmeelî dihatin.“
Çawa ku dixuye, Zaza navê merivekî sade ye, tu taybetîya wî nîne û di Tewratê da tenê li derekê û carekê derbas dibe.
Dawud pêxember qralê sisêyan yê Qralîyeta Îsraîlê ye. Tarîxnas texmîn dikin ku dema qralîtîya Dawud pêxemberî, teqabûlî Berîya Mîladê salên 1000-962yan dike. Lewre em dikarin texmîn bikin ku ev kesê navê wî Zaza teqrîben ji vir sê hezar sal berê jîyaye.
Di tarîxê da tu agahîyek nîne ku behs bike ji nesla vî kesî bi navê Zaza birrek, qebîle yan qewmek peyda bûye. Dîsa, tu zanînek jî nîne ku ev grûba me ya Zaza ji cihûyan hatiye. Hingê meriv dikare bibêje ku tu eleqeya vî navê Zaza yê ku di Tewratê da derbas dibe, bi grûba me ya Zaza re nîne.
Îhtîmaleka mezin, telafûza vî navê ku di Tewratê da derbas dibe û ev navê “Zaza” ku em îro ji bo grûbeka xwe bi kar tînin, wekî hev nîn in. Mesela, di erebî da peyva “زعزاع” (za’za’) heye ku tê manaya “bayê xurt”. Mimkun e ku ev peyv ji îbranî derbasî erebî bûbe. Hetta, dibe ku ji zimanên kevintir derbasî zimanê îbranî bûye. Ji alîyê din ve, navê Zaza di nav hin miletên din da jî wekî navê kesan heye. Bo nimûne, di nav fransiz û gurcîyan da niha jî kes hene ku navê wan Zaza ne. Îhtîmaleka mezin peyveka hevdeng e, lê eleqeya wê bi navê Zaza re nîne ku îro ji bo grûbeka kurdan tê gotin.[1]