Di şahiya vekirinê de endamên Koordînasyona Jinan a Herêma #Cizîr#ê û bi dehan zarok û malbatên wan beşdar bûn. Di serî de mamosteya navendê, #Xezal Enz# wiha axivî: “Armanca me pêşxistina behreyên ziman û mêjî yên zarokan û fêrkirina rêbazên danûstandina bi zarokên din re ye.”
Her wiha Xezal Enz diyar kir ku ev navenda ku li taxa Qidûr Beg a rojhilatê #Qamişlo# hatiye vekirin, dê di perwerdekirina malbatên zarokan de jî rolekê bilîze ku ji aliyê mamosteyên pispor ve dê li ser rêbazên danûstandina bi zarokên xwe re û mezinkirina wan bi awayekî rast werin perwerdekirin. [1]