Navê pirtûkê: Şakarên Muzîka Kurdî - I
Navê nivîskar: Zeyneb Yaș
Cihê çapkirina pirtûkê: Diyarbekir
Navê çapxaneyê: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Sala çapê: 2015
[1]
Evdalê Zeynikê, di sala 1803an de li bajarê Agiriyê, li gundê Cemalwêrdiyê yê bi ser navçeya Dutaxa Agiriyê ve çavên xwe li jiyanê vekirine. Kurê Mistefayê Hesenê Silêman û Zeynikê ye. Di 3 saliya wî de babê wî emrê xwedê dike, dayîka Evdal, Zeynê, jinek bedew û kêrhati bûye, gelek kesî xwestiye pê re bizewice lê piştî mirina mêrê xwe ew li ser kurê xwe Evdal maye û ew xwedî kiriye. Dayîka Evdal di nav civatê de jinek bi qedr û qîmet bûye lewra Evdal bi navê dayîka xwe, Zeynikê hatiye naskirin.
Evdal du caran zewiciye, ji her du jinan 6 zarokên wî çêbûne. Hamê, Kewê, Pûlê ji yekê û Incî, Dûrê û Mihê jî ji ya din bûne. Her weha ew Temoyê yêtîm jî wekî lawê xwe dibîne. Li gorî berhevkirina lêkolîner Ahmed Aras secereya Malbata Evdalê Zeynikê weha ye.