Kurê Yaşar Kaya yê siyasetmedarê kevin ê Bakurê Kurdistanê û nivîskar sala 2016ê de koça dawîkirî Dara Kaya li Hewlêrê di bûyerekî hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên BasNewsê, kurê Yaşar Kaya, Dara Kaya ku li Hewlêrê jiyan dikir, dema bi motorsîkletekî ve li ser rêyeke giştî ya Hewlêrê diçe li otomobîlekî dide û di bûyerê de jiyana xwe ji dest dide.
Berdevkê tirafîka Hewlêrê, Fazil Hacî ragehandiye, îro danê sibê li ser rêya Hewlêr-Behrikê otomobîlekî bilez li matorekî da.
Fazil Hacî daye zanîn, di wê rûdanê de ku otomobîl xetabar bû, şofêrê matorê canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîlê jî hat girtin.
Li gor agahiyên BasNewsê di bûyerê de kesê ku jiyana xwe ji dest da, li bijîşkê dadî yê Hewlêrê hat tespît kirin ku, Dara Kaya yê kurê siyasetmedarê kevin ê Bakurê Kurdistanê Yaşar Kaya ye.
Tê gotin ku piştî malbata Kaya jî biryara xwe ya tekez bide, dê Dara Kaya li Herêma Kurdistanê li gel tirbeya bavê wî dê bê veşartin.
Dara Kaya dayîkbûyê sala 1975ê ye û li Zanîngeha Stenbolê ya Bîlgî xwendibû.
Yaşar Kaya roja 10ê Adar a 2016ê jiyana xwe ji dest da û li Kurdistanê hate defin kirin.
Yaşar Kaya kî ye?
Yaşar Kaya 1938ê li Qersê ji dayîkbûye û 10ê Adar a 2016ê jî li Hewlêrê koça dawî kir. Yek ji siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanê navdar ê Bakurê Kurdistanê bû.
Piştî qedandina dibistana amadeyî li Stenbolê dest bi perwerdeya aborîzaniyê li zankoya Stenbolê dike.
Di sala 1959ê de wekî 49 kes ji ber Kurdbûyîn û xwedîderketina mafên rewa yên Kurdan tên darizandin. Ev darizandin di dîroka Kurdistanê de bi navê ‘’Doza 49an’’ tê binavkirin. Ev doz 10 salî didome û di vê pêvajoyê de Yaşar Kaya rastî gelek zilm û zordariya sazûmaniya Tirk tê.
Di sala 1968ê wî de sirgûnê bajarê Konya dikin. Kaya herçendî karsaz û aborîzanek bû/e jî jiyana wî bi tevayî di xizmeta Kurd û Kurdistanê de derbas bû.
Kaya yek ji endamên damezrêner ên Weqfa Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Parlamentoya Kurdistanê ya Derveyî Welat (PKDW9ê bû.
Xwedî û berpirsiyariya yekemîn rojnameya rojane ya Kurd Ozgur Gundemê bû. Yekemîn serokê partiya legal a Kurd DEPê bû.[1]