Serokê Encûmena Rêveberiya Kerkûk – Germiyan ê PDKê beyanameyek derbarê heqaret kirina bi Pêşmergeyekî Kakeyî de belav kir û ragehand:
Îro 24.07.2022yê Encûmena Rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî di beyanameyekî de derbarê destdirêjiya li ser ‘’Desteyekî Wehşî’’ ya ser bi yek ji yekîneyên Heşdî Şeibî ya li ser cengaverekî lîwaya 9 a piyade ya ser bi wezareta Pêşmerge (Cengaver Eymen Ebdî Casim) ê Kakeyî kir û ji ber wê jî ragehand: Di dema dûvçûnên hûr ji bo hûrgiliyên wê tewanê û mercên wê de, ji bo me aşkera bû ku kesên ew bûyer pêkanîne dûr ji hemû nirxên mirovahiyê û exlaqî ne. Ew nûnertiya wê şepirzeyiyê dikin ku bûne yek ji sîmayên bûyerên li Iraqê û ew kare belgeyekî haşanayê kirin ê li ser nizimbûna asta wan kesên tewankare ku di kuncên cuda yên sîstema leşkerî û ewlehiya Iraqê de xwe bicîh kirine.
Herwaha ragehand: ‘’Em li Herêma Kurdistanê û saziyên hikûmetê û ol û civakê de hewla qahîmkirin û bicîh kirina pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtina li çand û ol û netewên cuda dikin. Bi hemû rêyên berdest ve me li ser wê kar kiriye exlaqê mirovî di nav rêzên hêzên Pêşmergeyên qehreman de qahîm bibe û em bi wê serbilind in ku hêzên me di demên herî giran û dijwar de jî rojekî tiştên wisa wehşiyane berê xwe nedanê. Li gel wê jî ti demekî em qebûl nakin destdirêjî li ser keramet û miroviya cengaverekî, yan jî hemwelatiyekî Kurdistanê yê ji her neteweyek û olekî be rastî wê çandê û wan kiryaran bê.
Herwaha teqez kir: Pêwîste wezareta berevaniya Iraqê û Desteya Heşdî Şeibî û saziyên cuda yên sîstema ewlehiya Iraqê ji ber metirsiya wan reftarên bêzarker û hilweşandina mezin a exlaqî tedbîran li hember karmendên ewlehiyê bigrin, bi taybetê ew grubên xwe têkelî saziyên leşkerî yên Iraqê kirine û bûne metirsiya rast li ser pêkhateya civakî û pêgeha karmendên saziya ewlehiyê û leşkerî di nav gel de. Herwaha divê Desteya Heşdî Şeibî wann radestî dadgehê bike û şikoya wî cengaverî û pêkhateya Kakeyî lê vegerîne, ku pêkhateyekî xwedî dîrok, çand û şaristaniya resen in.[1]