Celalzade Mistefa di sedsala 16’an de jiya ye. Wî bi navê “Selîmname” pirtûkek nivîsiye ku agahiyên dîrokî, yên wê serdemê têde hene. Navê wê yê orjînal “Measir-î Selîm Hanî” ye. Pirtûk ji 22 beşan pêk tê. Di pirtûkê de qala bûyerên wê serdemê dike ku qala bûyerê li bajarên kurdan jî dike. Ew qala Şerefxan û Bedlîsê jî dike. Di vê beşê de gotina “Memalîk-î Kurdistan” û her wiha wekî din jî gotina “Kurdistan” bikar tîne, lê di çapa nû ya vê pirtûkê de peyva “Kurdistan” tê sansurkirin.
Zimanê “Selîmname”yê giran e, loma jî Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê biryarê dide ku pirtûkê li tirkiya îro bîne. Prof. Dr. Ahmet Ugur û Hîndekar Mustafa Çuhadar pirtûkê amade dikin, transkripsiyona wê temam dikin û wezaret di sala 1990’î de pirtûkê ji nû ve diweyîne. Lê bi ferqek, peyvên “Kurdistan” ên di pirtûkê de têne guherandin û wekî “Dogu Diyari (Diyarê Rojhilat) tê bikaranîn.
MIJAR KET ROJEVÊ
Niha bi saya Baran Zeydanlioglu û Bîlal Zîlan ve mesele ket rojevê û zelal bû. Van rojan Zeydanlioglu bi twittek diyar kir ku di pirtûkê de “Guneydogu” bikar anîne, orjînala wê di destê kesî de heye? Zîlan bersiva wî da û orjînala pirtûkê parve kir û mesele zelal bû. Zeydanlioglu bi vê bersiva Zîlan da, “Ez bawer bûm sedî sed li gor berhemê tevnegeriyane û xira kirine lê dîsa jî lazim be gere me orjînala wê bidîta. Gelek gelek sipas dikim.” Bi vê parvekirinê diyar bû ku di pirtûkeke din a dîrokî de peyva Kurdistan hatiye sansurkirin.
SANSURKIRINÊN BERÊ
Berê jî me gelek nûçe li ser sansurên peyva Kurdistan belav kiribûn. Weşanxaneya Canê peyva Kurdistan a di pirtûka Paulo Coelho “11 Deqe” de sansur kiribû. Di pirtûka Arjen Arî de jî peyva Kurdistan hatibû guherandin. Senaryoya Abbas Kiarostanî “Tehma Kilyazan” ku wergerandibûn tirkî, peyva Kurdistan jê derxistibûn. Her wiha nameya Kanûnî Siltan Silêman ku têde Kurdistan derbas dibe jî di rêzefîlmekî tirkan de hatibû xwendin lê peyva Kurdistan hatibû sansurkirin. Di rêzefîlmekî tirkî de jî Kurdistana di nameya Kanûnî de hatibû sansurkirin.
[1]