Şerê #Rûsya# û #Ûkrayna#yê, ya rast êrîşa Rûsya ya li ser axa Ûkraynayê di peywendiyên navnetewî de serdemeke nû vekir. Êrîşa Rûsyayê, di serî de dewletên Ewrûpayê, bi taybetî Ewrûpaya Rojhilat bi xetereke mezin re rûbirû kir. Hem Ewrûpa û hem jî Amerîka, bi şêwazeke ku heta niha qet nehatibû dîtin, li pêşberî dagirkeriya Rûsyayê sekinîn. Cîhana hemdem, bi lezûbez serî li ambargo û darzoriyan (sancktion, yaptirim) da û hê di hefteya pêşî ya êrîşê de, nîrxê pereyê Rûsyayê bi qasî ji %40î hat xwarê, gellek welatan riyên xwe yên ezmanî li pêş balafirên Rûsyayê girtin, çûn û hatina wan derbend kirin û herweha Rûsyayê jî qada xwe ya hewa jî li ber 36 dewletan girt.
Ji alî Rûsyayê ve dagirkirina welatê Ûkraynayê, di gellek warên cihê û cuda de serêşanên mezin peyde kir, ji xeleka şandina malan bigire, heta bidestxistina vejanê (enerjiyê), bandora xwe bi nebaşî li ser hemû tiştî nîşan da. Di demeke gellek kurt de buhayê hin tiştan, li hin welatan sê-çar qat zêde bûn. Hema bêje hemû welatên dinyayê, çi kêm û çi zêde di bin bandora vî şerî de man. Di serî de Polonya, bi taybetî welatên Ewrûpaya Rojhilat, di demeke gellek kurt de rastî pêla penaberan hatin û bi milyonan penaber û stargerên (siginmaci) Ûkraynayî li ser sînoran civiyan. Ji şerê Cîhanê yê Duwemîn vir ve, ev cara pêşî bû ku Ewrûpa rastî qeyraneke koçberî ya weha mezin dihat.
Rûsya Gaza Xwe Wek Çekekî Siyasî Bikartîne
Êrîşa Rûsyayê, hema bêje li ser seranserê cîhanê rê li ber krîzeke enerjiyê jî vekir. Çimkî welatên Ewrûpayê, bi giranî gaza xwe ya sirûştî û petrolê ji Rûsyayê dikirîn. Bi taybetî van salên dawî, her ku diçû Ewrûpa hê bêtir di pirsa enerjiyê de bi Rûsyayê ve dihat girêdan. Rûsyayê bi projeya Herikîna Bakûr (North Stream) salê 55 mîlyar mt³ gaza sirûştê dişand Almanya, belê bi avakirina Herikîna Bakûr 2yê ve, ewê bikaribûya 55 mîlyar mt³ din jî bişanda Ewrûpa û bi vî awayî gaza ku dişand salewext derkete 110 mîlyar mt³î. Projeya Herikîna Bakûr 2yê di sala 2018an de dest pê kiribû û xeta boriya ya ku dirêjahiya wê 1230 km bû, îsal piştî serê salê amade bûbû. Ev Proje bi 11 milyar dolarî temam bûbû û beriya şer, gaza sirûştî berî lûleyan dabûn jî. Îcar gava ku şer dest pê kir, hikûmeta Olaf Scholz ya Almanyayê, karê herikîna gazê da rawestan. Ji xwe Amerîka ji destpêkê ve li hember Projeya Herikîna Bakûr 2yê radiwest û herdem digot Rûsya dixwaze vê projeye wek çekekî siyasî li hember Ewrûpayê bikar bîne.
Tiştê ku Amerîka digot hate serê Ewrûpiyan. Çimkî dewletên Ewrûpa, bi taybetî, Almanyayê hevkariyek xurt bi Rûsyayê re danîbû û danûsandina wan a vejanê(enerjî), di dema serokwezîra kevin Angela Merkel de gihîştibû radeyeke girêbendî (bagimlilik, dependency). Çimkî Almanya, ji % 50-55ê gaz û petrola xwe ji Rûsyayê dikirî. Îcar Rûsyayê, bi şerê xwe yê li hember Ûkraynayê re, kartê enerjiyê danî ser masê û enerjiyê wek çek li hember dijberên xwe bi kar anî. Vê helwest û tevgera Rûsyayê, di bazara enerjiyê de hevsengiyeke nû çêkir. Bi bilindbûna buhayê enerjiyê re Amerîka û dewletên Ewrûpa ji welatên wek Suudî Erebîstanê xwestin ku berhêneriya (production) xwe ya enerjiyê zêde bikin, belê Suudî Erebîstanê ev yek qebûl nekir. Bi ser de, di heman demê de, li Yemenê, hêzên ku bi Îranê ve girêdayî ne, êrîş anîn ser refîneriyên Suudî û xwestin berhêneriya Erebîstana Suûdî hê kêmtir bikin. Bêguman hemleyên bi vî cûreyî karê Rûsyayê siviktir û destê wê jî xurttir dikirin. Çimkî Rûsya û Îran bi hev re tev digeriyan û Îranê bi aşkerayî piştgiriya Rûsyayê dikir. Çawa ku tê zanîn, piyasaya gaza sirûştî bi giranî di destê Rûsya û Îranê de ye; rezervên Rûsyayê di dora 48 trîlyon metrekupî, yên Îranê jî di dora 34 trîlyon metrekupî de xuya dikin. Piştî Rûsya û Îranê, Katar (24 trîlyon mt³), Turkmenîstan (15 trîlyon mt³), Amerîka (13 trîlyon mt³), Erebîstana Suûdî (8 trîlyon mt³), Mîrekiyên Yekbûyî yên Ereban (7 trîlyon mt³) di rêza dewletên ku dewlemendên gazê ne de cih digirin.
Hevsengiyên Nû û Kurd
Piştî ku Rûsyayê êrîş anî ser Ûkraynayê, hingê dewletên Ewrûpî ji bo kirrîn û bidestxitina enerjiyê, li ser rê û çareyên nû fikirîn. Di heman demê de, di roja 28ê Adara 2022an de Mesrûr Barzanî Li Dubaî, di civîna Konseya Atlantîkê ya Foruma Enerjiyê ya Gerdûnî de diyar kir ku Kurdistan di pirsa enerjiyê de, dikare hin hewcedariyên Ewrûpayê pêk bîne. Piştî civîna Konseya Atlantîkê Mesrûr Barzanî di roja 15ê Nîsanê de li Tirkiyê bi Serokkomar Erdogan re cîviya. Çar roj piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re, vê carê Mesrûr Barzanî berê xwe da riya Îngilîztanê. Li Londrayê pêşwaziyek têr baş li Mesrûr Barzanî hat kirin û di asta herî bilinde de pê re civîn hatin çêkirin. Mesrûr Barzanî, li gel Serokwezîr Boris Johnson, herdu serokwezîrên kevin ên Îngilîztanê jî dît û bi wan re jî civiya. Pişt re Mesrûr Barzanî li Chatham Housê, ku wek Enstîtuya Peywendiyên Navnetewî yên Padîşahiyê tê naskirin, axaftineke balkêş kir û di axaftina xwe de, pêşniyaza Iraqek Konfederal anî ziman.
Bêşik rewşa nû, hin fersendên baş tîne ber lingên Kurdan jî. Hê em têr baş nizanin bê ka gelo miktara gaza sirûştî ya Kurdistanê çiqas e. Li gor hin agahdariyan, gaza Kurdistanê ne kêmî 5-6 tirilyon metrekupî de ye. Eger em gaza Kurdistanê kêm zêde bi qasî 5 tirilyon mt³ jî bihesibinin, hingê Kurdistan li Rojhilata Navîn bi dewlemendiya xwe ya gazê di rêz pêncan de ye û di demeke nêzik dikare di warê gaz û petrolê de, di nav aboriyên gerdûnî (global) de cih bigire. Herweha Kurdistan bi hêsanî dikare di pirsa gazê de ji bo Ewrûpayê bibe derî û çareyek nû. Gaza Kurdistanê dikare dawî li girêbendiya gazî ya Ewrûpa bîne û êdî nema ku Rûsya bikaribe gaza xwe wek çek li hember Ewrûpiyan bikar bîne. Belê karê Kurdan ne hêsan e. Çimkî li pêş derfiroşiya gaza Kurdistanê hin berbend û astengên girîng hene. Bi taybetî Îran û hêzên ku li ser navê wê tev digerin, naxwazin ku vê riyê li ber Kurdan vekin. Carisiya li kuçeyên Londrayê û li bajarên Ewrûpa dagirkirina nûnertiyên Kurdistanê, li ser hesabê Îran û Rûsyayê hatin kirin.
Bi kurtî, şerê Rûsya û Ûkraynayê, ji bo firotan û derfiroşiya gaz û petrola Kurdistanê hin derfetên nû bi xwe re anîn. Kifş e ku desthilatiya Kurd jî baş hay ji vê yekê heye. Eger Ewrûpa û Amerîka bixwaze ku gaz û petrola Kurdistanê li bazarên navnetewî bê firotan, helbet ewê bikaribin riyekê peyder bikin. Di rewşa heyî de Tirkiye û Îngilîztan rolekî mifteyî dileyizin. Eger dîplomasiya Kurd, piştgiriya Enqere û Londrayê standibe, hingê ewê hewldanên Îranê û hêzên wê yên paramîlîter zêde feyde nekin. Di demeke nêzik de gaza Kurdistanê bigihîje Ewrûpa, fersend û îmkanên baştir li pêş Kurdan vebibin.[1]