Kurd û nasnameyên li ber mirinê!
İkram Oguz
ikramoguzNasname çî ye?
Ji kîderê tên?
Di derbarê vê yekê da tarîf pirr in û ji hev cûda cûda ne.
Bi îfadeyeke hesan mirov dikare bêjê, nasname, bersivdayîna kes û kom û civatên li dijberî pirsên hûn kî ne, ji çi eslî ne ye.
Her mirovek, jin an jî mêr, bi hin nasnameyên pevrayî tên rû dinê.
Ji wan yê sereke, nesnameya mirovahî, netewî û olî ye.
Nasnameya netewî û olî ji dê û bav tên. Dê û bav ji kîjan neteweyê bîn bawerîya xwe bi kîjan olî bînin, zarokên wan jî wek endamên wê netewê û bawermendên wî olî mezin dibin û di civatê da cîhê xwe digrin.
Nasnameyên piştî ji dayîkbûnê, di nav jîyanê da tên bidestxistin pirr in û hêjmara wan jî gor jîyana her mirovekî tên guhartin. Wek nasnameya pîşeyî, gundî, bajarî hwd…
Nasnameyên guherbar, di nav jîyanê da tên guhartin, kêm an jî zêde dibin. Herwiha bi pêşveçûna zanyarî û teknolojîyê, mirov dikare ji nasnameyên xwe yên mayînde jî hinekan biguherîne. Wek mîsal, jinek di nav jîyana xwe da dikare bibe mêr, mêrek jî dikare bibe jin. Mirovek dîsa dikare di nav jîyana xwe da bawerîya xwe ya olî biguherîne. Wek Xiristîyan hatibe dinê, dû ra dikare bibe Misilman, an jî wek Misilman hatibe dinê, dû ra dikare bibe miroveke bêbawer…
Lê di nasnameyên zikmakî yên mayînde da yên ku neyên guhartin, ew jî, nasnameya netewî ye ku, bingeha wê jî ziman e, zimanê zikmakî ye…
Nasnameya netewî, bikeve ber mirinê û bimre jî, tu nasnameyek şûna wî nagre. Ji ber ku gor daxwaz û hewesta mirovan nayê guhartin.
Mirovek gor nasnameya xwe ya netewî nejî û lê xwedî dernekeve jî, ji alî kesên din va wek endamê wê netewê tê bi nav kirin.
Mîsal, kurdek çiqwas xwe wek Tirk, Ereb, an jî Faris tarîf bike jî, ne dibe Tirk û Ereb û Faris, ne jî ew wî/wê qebûl dikin.
Mixabin dema mirov li rewşa Kurdan, bi taybetî Kurdên Bakûr dinêre, di helwesta wan da tu pîvaneke zanyarî nabîne.
Cendek Kurd e, mêjû tevlihev e…
Kurd, ne gor pîvanên zanistî, ne jî gor pîvanên olî tevdiger in…
Ji wan beşek, nasnameya xwe ya netewîtîyê didin alîkî û berî her tiştî xwe wek sosyalîst, enternasyonalîst û demiqrat bi nav dikin.
Beşek jî xwe tenê gor bawerîyên xwe yên olî tarîf dikin.
Her du beş çiqwas ji hev cûda bin jî, di vî warî da rîya wan dikeve ser hev û dibin yek.
Kurdên bêbawer dibêjin; „em mirov in, sosyalîst û enternasyonalîst in.“
Yên bibawer jî dibêjin; „em qûlê Xwedê û ji umeta Mihamed in.“
Ne sosyalîst û enternasyonalîst gor pîvanên zanistîyê xwe tarif dikin, ne jî olperest gor pîvanên olî.
Halbûkî, di demên borî da, Kurdên oldar digotin, „em qûlê Xwedê, ji qewmê Îbrahîm û ji umeta Mihemed in.“
Mixabin Kurdên oldar ketin bin bandora Tirkên misilman û ji nasnameya xwe ya qewmî dûr ketin.
Kurdên sosyalîst jî bi salan di bin tesîra çepên Tirk û kemalîstan da man, ew jî bese ku ji alî heval û hevalbendên xwe yên Tirk, bi nijadperestîyê neyên tawanbarkirin, nasnameya xwe ya netewî dan alîkî û bi bendê biratîya gelan va xwe girêdan.
Her dû beş jî ne Kurd man, ne jî bûn Tirk û Ereb û Faris…
Bi destê xwe berê ziman û nasnameya xwe kuştin, îro jî bêxwedî û bêxwedan, li pê heval û hevalbendên xwe ketine û ber bi mirinê diçin!..
Ne dixwazin bibin xwedî dewlet, ne jî di bin bandora dewletên dagirker da disitirin…[1]