Piştî 101 salan êdî Kurd ne yên berê ne
SÎRWAN EZÎZ
Rojeke mîna îro, di sala 1920’an de, di navbera dewleta Osmanî û welatên hevpeymaniyê yên serkeftiyên şerê cîhanê yê yekem de Peymana Sevrê hat îmzekirin, êdî 101 sal di ser vê peymanê re derbas bûn.
Di şerê cîhanê yê yekemîn de û bi taybet di navbera salên 1914-1918’an de, êdî navenda şer bûbû Rojhilata Navîn. Dema ku em li karekterên şer û rêzecivînên hêzên serketî yên wî şerî binêrên, em ê bibînin ku çawa yekser wê hêzê di wê demê de dest bi dîzaynkirina cîhanê kirine. Her wiha ji ber ku navenda şer Rojhilata Navîn bû, Kurdistan pir ji vî şerî bandor bû. Rewşa gelê Kurd jî di wê demê de perçebûyî bû, perçebûnên olî, erdnîgarî û nakokiyên mîrîtiyê hebûn. Hinek kom hebûn di bin bandora bîrodoziya rojava ya dewletnetewe de bûn, hinek kom di nav komeleya Itîhad û Terakî de cihê xwe girtin û gelek kesan jî bi piştgiriya hêzên rojavayî (Îngilîz, Fransa û Rûsya) dixwestin di herêma xwe de bibin desthilat. Mîna Mehmûdê Berzencî, Simkoyê Şikakî û Şerîf Paşa, lê di encama rastfêmnekirina polîtîkayên mêtîngeriyê de ev encamên neyînî hatin serê Kurdan. Rewşa wan a perçebûyî û tevgerîna wan ya bê perspektîfa demê bû sedem ku nekaribin bi demeke dirêj li ser lingan bimînin.
Hîna rewşa şerê cîhanê yê yekemîn baş zelal nebûbû, hêzên ku di vî şerî de bi serketin (Îngeltre-Fransa) derketin, di sala 1916’an de, bi awayekî veşartî li hev civiyan, peymanek li dar xistin û di encamê de herêmên ku di bin serweriya Osmaniyan de li gor berjewendiyên xwe yên aborî, çandî û jeostratejîk li hev par kirin. Bi vê peymanê re derket holê ku plana çareseriya hêzên kapîtalîst, ew e ku bi avakirina dewletneteweyê re pergalê saz bikin. Di dawiya salên 1918’an de bi peymana Mondros re Osmanî teslîm bûn, binketin qebûl kirin, piştî wê bi çend rojan jî Almanya û Macaran, binkeftina xwe qebûl kirin, vê yekê jî rewşeke nû di herêmê de ava kir.
Piştî şer bi serokê Amerîkayê Woodrow Wilson bi navê Prensîpên Wilson 14 made peşkeşî Kongreya Amerîka dike. Di nava wan prensîpan de avakirina netewên yekbûyî jî heye. Her wiha xala 12'emîn a prensîpan li ser rewşa împaratoriya Osmanî û pêkhateyên ku di erdnîgariya Osmanî de dijîn tê destgirtin. Piştre dewletên tîfaqê weke Fransa, Îngeltere û Rusya jî eşkere dikin ku bi wan presîpan ve giredayî bimînin.
Peymana duyemîn, peymana Sevrê bû. Hêzên navdewletî di lêgerîna ku çawa di herêmê de çareseriyê li gor berjewendiyên xwe çêbikin û serweriya xwe ava bikin de bûn. Li gor vê peymana Sevrê tê lidarxisitin. Li gor Peymana Sevrê, mafê Kurdan hebû ku bibin serbixwe û dewleta Kurdistanê ragihînin. Her wiha ev peyman weke yekem belgenameya navdewletî ye ku bi awayekî eşkere mijara Kurd digire dest. Di 10’ê Tebaxa 1920’an de, dewleta Osmanî û welatên hevpeymaniyê yên serkeftiyên şerê cîhanê yê yekem, peymanek îmze kir. Di dema pêkanîna vê peymanê de Kurdistan bûbû du parçe, beşek ji aliyê dewleta Osmanî ve û beşek jî ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû dagirkirin.
Peyman ji 13 beş û 433 bendan pêk dihat, di bendên 62-63-64’an de rasterast behsa Kurdan dihate kirin. Di benda 62’an de tê gotin; divê komîsyona Stenbolê bi fermî sê nûneran destnîşan bike, ew jî nûnerên Brîtanya, Fransa û Îtalyayê, piştî îmzekirina peymanê heta şeş mehan, divê nexşeyek ji bo xweseriya herêma wan deveran pêk bîne ku piraniya nişteciyên wan Kurd in. Eger komîsyon nikaribe biryara dawî bide, nûnerên her sê welatan dikarin li gel hikumetên xwe vê mijarê gotûbêj bikin. Li gorî benda 63’an, hikumeta Tirkiyê divê stûyê xwe li ber biryara ku komîsyon dide, bitewîne .Di benda 64’an de jî hatiye diyarkirin ku divê Tirkiye dest ji mafên deverên Kurdan rake û mafên wan jî li gor rêkeftina hevpeymanan û Tirkiyê dibe.
Heman dewletên ku bi van gotinan avabûna Kurdistanê dipejirandin, dev ji nelihevkirinên navxweyî berdan û ji bo ku Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dorpêç bikin, berovajî bicihanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin. Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya 24’ê Tîrmeha 1923’an li Lozanê, hîmê dewleta neteweyî ya yekpare hate danîn û êdî xewn û xeyalên gelê Kurd hatin binpêkirin. Di encama peymana lozanê de Kurdistan bi temamî perçe bû, sînor hatin xêzkirin û Kurd ji mafê xwe yê herî biçûk jî bêpar man. Bi erêkirina navneteweyî li Bakurê Kurdistanê pêla qirkirina çandî û fizîkî dest pê kir. Faşîzma Tirk bi qanûna Şerq a sala 1925’an dest bi qirkirina kurdan kir, bi sedhezaran Kurd kuştin û bi milyonan Kurd ji warên wan derxistin. Weke ku ew bi xwe nav lê dikin, dibêjin “Me xewna Kurdan xiste bin tirbê û me li ser beton kir, êdî nikarin şîn bibin.”
Di roja me ya îro de, rewşa herêmê di pir aliyan de dişibe destpêka sedsala 20’an. Lê di nav Kurdan de rewş ne wek berê ye. Tevî ewqas êriş û planên dijmin bi hevkariya gelek aliyan jî ku niha li ser gelê Kurd tên kirin, berxwedaniyek bêhempa li beramber tê meşandin. Dijmin niha hewl dide di navbera Kurd û Tirkan de şer derxîne, bi taybet ev yek di komkojiya dawî de ku li dijî malbateke Kurd li Konya hate kirin, diyar dibe, lê gelê Kurd gihiştiye wê astê ku êdî dem dema Kurdan e, ji bo sedsala nû bi hemû hêza xwe di nava çalakbûnê de ye, hemû cangorî û derfetên xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê seferber kiriye. Her wiha tiştên ku niha li ser milê her Kurdekî/ê ew e ku xwedî li deskeftiyên ku bi destê gelê Kurd ketine, derkeve. Yekbûyîneke neteweyî were avakirin, ji ber ku dijmin her dixwaze planên xwe li dijî me pêk bîne. Îro piştî 101 salan, dixwazin careke din dîrokê dubare bikin, ji lew re divê her kes piştevaniyê bidin berxwedana heyî û li pişta şervanên azadiyê bisekinin, da ku em sedsaleke din jî wenda nekin. [1]