Kurd bi tevgera gor yasayên dagirkeran xilas nabin!
Sıraç Oğuz
Pirsgirêka miletê Kurd îro li seranserî cîhanê tê nîqaşkirin. Ji bo kurd bibin xwedî mafê xweyê neteweyî, 65 dewlet ji alîyê leşkerî û teknîkî va dibin alîkar û kurdan perwerde dikin. Dewletên bi navê Koalîsyona Navdewletî li Başûrê Kurdistanê û li rojavayê Kurdistanê, ji alî aborîda jî dibin alîkarê Kurda û diparêzin.
Bi girîngî kurd divê li ser referandûma serxebûna Kurdistanê, sîyaset bikin û bînin rojeva dinyayê. Îro ji doh bêhtir fisendên kurdan hene.
Ewqas alîkarî li ber çavê dinya alemê tê kirin, li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê partîyê kurdan, hêjî nikarin yekîtîyekî netew ava bikin. Mixabin, nikarin bibin yekdeng û yekrêz. Ji alîkarîyê zêtetir, li ser pirsgirêkên navxweyî û ji sîyaseta di bin bandora dagirkeranda, roj bi roj ji hev durdikevin.
Bi beheneyên piçûk û ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî neyartîya hevdû dikin. Bi yasayên dagirkeran xwe diparêzin. Di her gengeşî û pirsgirêkan da xwe davêjin ber ber bextê qanûnên dagirkeran. Nizam welatê hevpar, yasa û bingehîya welat, yekitîya welat û bi wekhevîyê, xwe û kurdan dixapînin.
Sed sal e bi qanûn û yasayên dagirkeran ji bo kurdan tiştek baş çareser nebûye. Kurdan ji yasayên dagirkeran, xêncî komkujî û zordarîyê, tu faydekî jî nedîtine.
Îro ew partîyên desthildar, destkeftîyên xwe bi kuştina deh hezar şervanên kurdan bidestxistin. Ji bo vê yekê, gerek destkeftinan nekin qurbana ideolojî û sîyaseta xwe ya şaş.
Li Rojhilatê Kurdistanê rojane bi dehan Kurd ji alîyê rejîma islamîst tên îdamkirin. Ji Kurd û partîyên Kurdên Bakur deng dernakeve. Gelo ew ji rejîma îÎranê pir hezdikin. An jî ji bo çi dengê xwe dernaxn. Li bakurê Kurdistanê, bi dehan partîyên bi navê kurdan hatin damezrandin. Di nav bîst û pênç salanda, hemû hatin qedexekirin û girtin. Bi hezaran endamê wan partîya hatin kuştin. Bi deh hezaran endamê partîyê kurdan îro di zîndanada ne.
Li Tirkîyê çar pênç salan da carek, dema hilbijartinê tê rojevê, rêveberên Tirkan û partîyê wan dibin qehremanê demokrasîyê. Helbû kî ew partîyên çepgir û rastgir, hemû wek hevin. Tu cûdatîya wan ji hev tune ye. Sed sal e roja komara Tirkîyê hatîyê damezrandin, heta roja îro di derheqê miletê kurd da sîyaseta wan bi rengêkî militarîst û faşist hatîye kifşkirin. Loma doza gelê Kurd bi gotinên vala çareser nabe.
Wek reş û sipî tê xûyakirin ku ne Tirk dikarin bibin demokrat ne jî dewleta wan dibe xwedî demokrasî û wekhevîyê.
Divê Kurd, ji bo doza xwe sîyasetêk nû ava bikin. Ne gor yasa û qanûnên Tirkîyê.
Li başûrê Kurdistanê bi sed salan e Kurd li ser erdê xwe, gelek cîh û warê xwe parastin û heta roja îro hatin û bûn xwedî nîv dewlet. Li Rojavayê Kurdistanê jî kurdan cîh û warê xwe parastin. Îro jî bûn xwedî artêş û li ser erdê xwe defakto dijîn.
Li bakurê Kurdistanê, çil sale bi şerê çekdarî heta îro gundek nehat azadkirin. Ew partîyên sîyaseta bi navê kurdan dikirin, ew jî ji bo parlamenterîyê çavê wan li Enqerê bûn. Hemûya yekitî û biratîya tirkan diparast. Bibûn hevalbendê TSÎP, TÎP û TKPê.
Çapû qûweta serok û sekreterê wan partîyan, têra maf û parastina kurdan nedikir. Bi partîyên çepgir û islamîstên Tirkan ra diketin itifaqê û dibûn hevkarê wan.
Pêwîstî bi partîyên nû û bi kadroyên nû heye. Kurd bi daxwazên neteweyî û karên dîplomatîk, dikarin gelek mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin. [1]