=KTML_Bold=Paşeroja fêrkirina zimanê kurdî li Rojavaya Kurdistanê=KTML_End=
Omitê Mistefê
-Awireke zanistî ya berawirdkirî ligel rexneyeke çaksaziyê: dagirtina naveroka pirtûkên dersê li gorî zanistên perwerdekariyê û çend pêşniyar ji bo sererastkirina şaşiyên kevn-
Pêşek
Bêguman ji aliyê dîtbariyê ve şaristanî li ser hêma (sembol), alfabe û jimareyan ava dibin; lewre pergala fêrkirina her zimanî neçar e ku van her sê hêmanan bi hev re bi kar bîne. Zimanê kurdî yê ku xîmê avahiya kurdan e, hertim di dibistan û saziyên perwerdehiyê yên kurdan û biyaniyan de hatiye xebitandin û hîn jî li kar e. Hemû tevgerên kurdan ên azadîxwaz ji destpêka sedsala 20an û pê ve daxwaza perwerdekariya kurdî kiriye; ji bo nîşandana rijdî û cidiyeta xwe jî xwe spartiye riyên siyasî-dîplomatîk, serhildan û şoreşan. Alfabeyên latînî yên Bedirxaniyan û #Erebê Şemo# -Marogulovî du dibistanên sereke yên vê destpêşxêriyê ne ku li du deverên cuda hatine pêşvebirin: Aran û Botan. Ekola Aranê di salên 30î yên sedsala bihurtî de pergala sovyetî ya dibistanan wergerandibû kurdî; pirtûkên dersê yên vê pergalê di dibistanên Kurdistana Sor de hatibûn bikaranîn, lê Ekola Botanê derfet nedîtibû ku pergaleke giştî ya dibistanan iava bike. Xebatên pêşîn ên amadekirina pirtûkên dersê yên bi alfabeya bediraniyan li Kampa Rustem Cûdî ya Mexmûrê hatibûn destpêkirin; lê piştî damezrandina Rêveberiya Xweser a li Rojavaya Kurdistanê (Rêveberiya Xweser a li bakur û rojhilata Sûriyê) pergaleke kurdî ya giştî hate amadekirin û di dibistanan de hate fêrkirin. Her çiqas nimûneyên pergala sovyetî pir kêm û ne berdest bin jî, Saziya Minhacan a Rêveberiya Xweser tevahiya pirtûkên xwe yên amadekirî daye ser malpera xwe ya înternetî û li her dera cîhanê tê şopandin. Di vê gotarê de em ê balê bikêşin ser pergala fêrkirina zimanê kurdî ya li Rojavaya Kurdistanê; vê pergalê bi çend pergalên kurdî û biyanî re berawird bikin, li gorî zanistên perwerdekariyê dagirtina naveroka pirtûkên dersê binirxînin û ligel rexneyeke çaksaziyê pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=522668&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Paşeroja fêrkirina zimanê kurdî li Rojavaya Kurdistanê=KTML_Link_External_End=