=KTML_Bold=Êşa bi strî ziman û yekitî=KTML_End=
#Fêrgîn Melîk Aykoç#
Yekitî ne tenê hevgirtina hêz û partiyên heyî ne, ku ev be, ev hêsan e. Bi dîtina min yekitî berê her tiştî ji têgihîştin û di xalek de lihevkirina tevahiya civakê pêk tê. Mijara min a îro ne ev e. Mijara min helwest û fêmdariya mirov ya di vî warî de ye. Eger mirovek di babeteke zanistî de ne bi zanyariyê bawerke, di dîtina xwe ya şaş de têke rik, ew mirov nikane konsensusa yekitiyê jî têbigihîje.
Dema mirov li kurdînûsên xwe wek serhonazê mêrga rewşenbîriyê dibînin, dinêre, dibîne ku ew xwe di her warî de pispor dihesibînin, bîrdozên dewletên nûjen diafirînin, pendên rê û rêbazan li dor xwe direşînin, di warê ziman de jî bi referata kal û pîrikan devoka herema xwe wek bilindiya zimanê herî berzê xemilandî pêşkêş dikin. Mirov ji wan re rastiyê li gor zanyariya ziman jî li ber çavan radixîne, nabînin, nabîhîsin û napejirînin. Li gor wî, wan yekitiya ziman ya li ser bingehê zanyariyê ne girîng e, ya girîng pejirandina devoka wî /wan e. Li pey vê şiroveya serêşê em vegerin mijarê.
1 – Di kurdî de meylên netariyê (ne nêrza, ne mêza) çêbûne. Nimune: Îro di Soranî de nêrza û mêza nemaye, tev de bûye netar, ango di cihê paşgira nêrza (ê) û mêza (a) de, paşgira netariyê “î” girtiye. Mînakek: Piyawî min / jinî min.
Di Kurmanciya bakur de jî li hin herêman zayenda (îzafe) danasînê meyla vê netariyê wergirtiye. Mînak li hin deverên Deşta Mêrdînê di cihê “marên kesk ên deqdeqî” de “marên kesk î deqdeqî” yan jî di cihê; “bizina kol a hen” de “bizina kol î hen” derketiye pêş. Gelek kurdînûsên vê herêmê di cihê zanyariya ziman pejirandinê de hewldidin ku vê mêyla têkçûna zayendê wek rastiya ziman bidin pejirandin. Ev meyla netarî li eyaletên din ên kurmancîaxêv tune.
Li devera Serhedê jî di kesayetiya sisyan de ev meyla netarî heye. Di cihê “wî, wê” de tenê “wî” tê bikaranîn. Mînak Ozan Aydin dema sitrana “Qaza min” distirê, nabêje; “çavên wê, lêvên wê…” Dibêje; “çavên wî, lêvên wî…” Li vê deverê tişta baş ew e, her çendî devera Serhedê devereke gelek berfirehe jî, li vê deverê kesên kurdînûs bi şovenîzma heremî naxebitin ku vê pêşveçûna heremî wek rastiya zimanê kurdî destnîşan bikin.
2 – Di warê formê de; ji nîvê Xerzan digire hetanî digihîje devera Farqînê, ne bi giştî jî be, cih bi cih meyla têkçûna forma ergatîv heye. Ango di cihê: “Wî ez dîtim” de dibêjin “wî min dît.” Gelek baş e ku kurdînûsên vê heremê vê meyla têkçûna ergetîv a li vê heremê wek rêbazeke kurdî dernaxin pêş.
Li Çewlîg, beşeke Erzurim, Erzîncan, Koçgîrî, Meletî, Semsûr, Mereş, Dîlok û nîvê Ruhayê jî forma rawe di bin bandora zimanê tirkî de maye. Wek mînak di cihê “Heke (eger, ku, ger) hat / xwar/ bir ûhwd“ de dibêjin: “hat –se = hatse, xwarse, birse. Ev karlêka raweya tirkî di devoka Kirmanckî (zaza) de hê zêdetir e. Tiştê baş rewşenbîrên vê heremê jî bi rikî nabêjin “ev formeke zimanê me ye.”
3 – Di warê peyvê de jî mijara herî ser êş mijara “şêr –în = şêrîn” e. Di bingehê xwe de ev peyv tenê di wateya kesê wekî şêr de ye. Tu car nayê wateya “şîr—în = şîrîn /şirîn. Mixabin ku ev “şêrîn” jî tenê kurdînûsên Deşta Mêrdînê û weşanxaneyên ji wê deverê bikartînin. Behdînan û Hekarî û Rojhilatî “şirîn” dinivisînin. Ev jî dibe rast be, lewre ji “şira” yê tê. Hemû eyaletên din jî “şîrîn” bikartînin.
Li Hekarî jî mijara peyva “poz” heye. Li wê herêmê jî ji “qunê” re “poz” tê gotin. Lê peyva “poz, naz, nos” peyvên Indo- Cermen in, ango ev tê wê wateyê ku li wir guhertin pêkhatiye. Hevî dikim ku ev were sererastkirin.
Tenê hin kurdînûsên Deşta Mêrdînê û hin weşanxane “î” û “şêrîn” ku bûne bela serê zimanê kurdî bi rikî derdixin pêş. Ango yekitiya ziman naxwazin. Lê dema Serhedî û xeta rojavayê bakure Kurdistanê û xeta Xerza û Farqînê jî bi rikî bikaranînên herêmên xwe derxin pêş, emê çawa yekitiya ziman biafirînin. Ma kesên yekitiya ziman nexwazin, di şêweyê heremî de têkin rik, dikanin yekitiya netewê bixwazin? Eger di kesekî de têgihîştina yekitiyê hebe, divê berê di warê yekitiya ziman de rast bifikire û li gor zanyariya ziman nêzîkê ziman bibe.
Ev gotar ji YENİ ÖZGÜR POLİTİKA hatiye girtin.
[1]