Navê pirtûkê: Abdurehman Nacîm - Edip, Saîr, Perwerdekar, Hiqûqnas.
Navê nivîskar: #Seîd Veroj#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: İsmail Beşikci Vakfı
Sala çapê: 2017
Abdurehman Nacîm, di sala 1833-34an de li qezaya Şehrezor a girêdayî bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mîrekên Silêmanîyê û kesayetîyeke navdar ê wê deverê bû. Abdurehman Nacîm bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn. Wî, tehsîl û xwendina xwe, di medreseyên Silêmanîye û Bexdayê de îkmal kirîye, herweha perwerdeyîya hiqûqê dîtîye û di tesewufê de jî bi girêdayî terîqeta Neqşebendî bû. Ew di dawîya salên 1850î de tê Stenbolê û dibe yek ji danerê sîstema kutibxaneyên Stenbolê.
Abdurehman Nacîm bi nasnameya xwe ya nivîskarî, perwerdekarî, huqûqzanî, edîbî û şairî tête nasîn û herweha nivîskarekî pirrziman bû. Di mudetê jîyaneke kurt de, gelek pirtûk û li ser babetên cûr bi cûr meqaleyên balkêş dîyarîyê me kirine. Ew, bavê rojnamevan û sîyasetmedarê navdar, Mewlanzade Rifat e.
Wî, hem di seha îlmîye û hem jî di seha mulkîyeyê de kar kirîye. Piştî ku derbasî mulkiyeyê dibe, bajarên wekî Diyarbekir û Xarpêt jî di nav de, bi wezîfeyên fermî li gelek deveran xebitîye. Dema ku ew li Diyarbekir reîsê daîreya Mehkemeyên Îstinafê bû, Konsolosê Brîtanya Mr. Trotter li ser rewşa wê demê ya Kurdistanê raport û daxuyanîyek belav dike û di naverokê de: Kurdan bi cehalet û hovîtîyê dide nasandin û herweha dibêje; qewmê kurd ji maarîfetê [îlim-kultur] mehrum e.
Abdurehman Nacîm ji bajarê Diyarbekirê ve bersiveke berfireh û dirêj dide Konsolos û dibêje: “Ew meqaleya ku ji alîyê Konsolosê îngiliz ve hatîye nivîsandin û di rojnameyan de hatîye neşirkirin; dûrê halkirina heqîqetê ye û ne li gor arzûyan e. Li ser vê babetê tehqîqatên Konsolosê navborî, sivik û bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê ew, piştî van agahdarîyên berfireh, xeletîya xwe sererast bike û qethen ji me jî aciz nebe.”
Abdurehman Nacîm, li ser babetên cihê cihê nivisîye û xasleten bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê, ronahîyeke girîng daye dîroka edebîyatê. Hezar mixabin ku ew kanîya zanînê zû çikiyaye, ew, “23yê Hezîrana 1895ê, di 62 salîya xwe de li bajarê Elezîzê çûye ber dilovanîya xwe.”
[1]