Rojnameya “Têgihîştina Rastî” û rola “Manêster Son” û ertêşa Brîtaniyayê
Leyla Zemanî
Di welatên Rojhilata Navîn de, welatên ku dewletên kolonyalîstî hewl dan bi awayekî nû bi xelkê wan re rû bi rû bibin, welatê wan dagîr bikin, ew welatane bûn ku petrola wan pir bû. Yek ji wan beşeke mezin ji împratoriya Osmanî bû. Bi taybetî jî beşa ku niha dibe Iraq û Başûrê Kurdistanê. Wîlayeta Mûsilê, yan beşek zêde ji #Başûrê Kurdistanê# , ji ber çavkaniyên xwe yên sirûştî, bi taybetî neftê, di berdewamiya sedsala 20an de bala hêzên kolonyalîstî kişandibû. Brîtaniyayê ji bo destgirtin bi ser wê navçeyê de planek demdirêj hebûye. Heta di perçebûna Kurdistanê de jî siyaseta wan rol hebûye. Siyasetek ku tê de bi her şêweyekî be berjewendiyên Îngilîs li wîlayeta Mûsilê û beşek zêde ji Başûrê Kurdistanê ku navçeyên petrolê bûn, biparêze. Lê siyaseta wan siyaseteke yekroje nebû. Brîtaniya ji bo nasîna wê herêmê raspariyên xwe bo wî welatî şandiye. Di dîroka edebiyatê de em rastî navê yek ji van raspariyên Îngilîzî rû bi rû dibin. Ew raspariyê Îngîlîzê ku li Başûrê Kurdistanê siyaseta Îngîlîzê pêş xistiye, cara yekem di dîwana Tahîr Begê Caf de îşare pê hatiye kirin. Di wê pirtûkê de em bi navekî wek “Mîcerson” hevnas dibin. Tişta ku di dîwana Tahîr Beg de hatiye behskirin ew e ku Mêcerson kesek Îngilîzî bûye ku di koşka Adîle Xan a dayîka Tahîr Beg de bo heyamekê maye û paşê ew dizanin ku ew Îngilîzî ye û Mîcerson wir bi cih dihêle.
Lê bêtir zaniyarî di derbarê Mîcerson de hin tiştên dinê ji bo em rohn dikin ku em ê îşareyê pê bikin. Di eslê xwe de navê Mîcerson “Major Êlî Banstêr Sewn” e. Ew di ertêşa Brîtaniyayê de efserê siyasî yê pilebilind bûye. Ji bilî wê ku ew esferek siyasî bûye, di heman demê de nivîskar û zimanzan bûye. Di sala 1881ê de li Brîtaniyayê hatiye dinyayê û piştî çil û yek salan di sala 1923an de her li wir koça dawî kiriye. Ka em bizanin wî zimanzan, efer û raspêrê Îngilîzî bi Kurdan re çi pêwendiyek hebûye?
Di sala 1902an de, ertêşa Brîtaniyayê Manstêrson wek fermanberekê dişîne bankekê li welatê Îranê bo wê ku li wir kar bike, û hevdem hem li wir fêrî zimanê Farsî dibe û hem bi zimanên din ên herêmê hevnasiyê peyda bike û hem jî ji karûbarên civakî û siyasî yên wan welatan agehdar bibe. Îngilîzan ji bo ku xwe nêzîkî xelkê bikin, hewl didan ji aliyê çandî ve hevdilî bi xelkê herêmê re bikin. Lewma di sala 1905an de, Manstêrson radigihîne ku wî ola xwe guheriye û ji Xirîstiyan ve bûye Misilman. Di heman salê de wek geştyarekê hate erkdarkirin ku biçe herêmên cur bi cur ên rojavayê Îranê û rojhilatê Iraqê ku dibine Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê. Mîcerson an jî Manstêrson di sala 1907an de dev ji karkirina bankê berdide û wek geştyar li navçeyên Kurdistanê digere. Destpêkê li hemû deverên Rojhilatê Kurdistanê digere. Ew bi zaravayên cuda yên Kurdî re hevnas dibe. Ji ber ku zimanzan bûye, zimanê Kurdî û çend zaravayên wî zimanî bi başî fêr dibe. Di sala 1909an de di şiklê kesayetiyeke bazirgan ê Farsê Îranî de ku navê xwe kiriye “Xulamhusênê Şîrazî” diçe axa Başûrê Kurdistanê ji bo ku li bajar û bajarokan û pêkhateyên civakî û siyasî yên Başûrê Kurdistanê agehdar bibe. Yekem cihê ku “Xulamhusênê Şîrazî” ango “Mîcerson” diçe wir bajarê Helebce bûye. Li wir şeş mehan li mala Osman Paşayê Caf dimîne. Diyar e ku di wê serdemê de birêveberiya Helebcê û ew dîwana mezin di destê Adîle Xanimê de bûye. Adile Xanim di dîrokê de yek ji jinên Kurd ên herî jêhatî ye ku navê wî di dîrokê de heye û wek birêvebereke bi şiyan navê wê hatiye.
Adîle Xanim diya du helbestvan û rewşenbîrên mezin Tahîr Begê Caf û Ehmed Muxtar Begê Caf e. Mîcerson wekî bazirganê Îranî 6 mehan li mala wan dimîne. Ew li dîwanxaneya wan dixebite. Heta ku Tahîr Beg rojekê pê hesiya ku zimanê zikmakî yê wî Farsî nîne û di şêweya axaftina wî de dizane ku divê Îngilîzî be. Wê demê rûyê wî yê rastîn eşkere bibe. Son wir bi cih dihêle. Paşê encamên gera xwe li pirtûkeke bi navê “Geşeke Veşartî Ber Bi Mezopotamya û Kurdistanê ve” dinivîse. Di vê pirtûkê de, wek me berê jî behs kir, erkê xwe ku naskirina rewşa siyasî, civakî û çandî ya Kurdistanê ye, bi başî vedibêje. Pêkhateyên Kurdistanê vedibêje. Ew behsa çawahiya zimanê Kurdî û şêweyê fêrbûna wî zimanî dike. Heta wî çend pirtûk jî ji bo hînkirina zimanê Kurdî nivîsandine û di dawiyê de piştî şerê cîhanê yê yekem, wate di navbera 1904 heta 1918 de, digel ertêşa Brîtaniyayê vedigere Iraqê. Dîsa li wir bername û planeke din bi rê ve dibe ku ew jî bernameyeke kultûrî û rewşenbîrî ye ku hinek rewşenbîrên Kurd tê de cih girtin. Ji sala 1918 heta 1919an bi alîkariya helbestvanê Kurd ê navdar “Şukrî Fezlî” dest bi weşana rojnameya Kurdî ya bi navê “Têgihîştina Rastiyê” dike. Wate efserekî Îngilîzî bi navê Mîcerson, dibe sernivîserê rojnameyek bi navê “Têgihîştina Rastiyê” ku bi zimanê Kurdî derdiket û şêst û heft hejmarên wê hatine belavkirin. Paşê ji sala 1919 heta 1921an di dema şoreşa Şêx Mehmûdê nemir de her li Iraqê bûye. Ew di sala 1921ê de vedigere Brîtaniyayê û paşê du salan li sala 1923an koça dawî dike.
Têgihîştina Rastî, ku çend hejmarên wê ber dest in, rojnameyek bû ku bi zimanê Kurdî dihate weşandin. Hem îzna wê û hem xercê wê spaha Îngilîzê dida. Ew rojnameye li Başûrê Kurdistanê hatiye çapkirin. Hejmara yekem a rojnameya Têgihîştina Rastî di 1ê Kanûnê de derket. Di dema şerê cîhanê yê yekem de ew rojnameye dihate belavkirin û gelek bal dikêşa ser dîrok, ziman û edebiyata Kurdî û herwisa bûyerên şerê cîhanê yê yekemîn di berjewendiya Brîtaniyayê de dinivîsî.
[1]