Kurd dişibin çi gelo?
Îsmaîl Akbaba
Divê mirov realîst be, ew kes vê gotinê bi fikreke rind û pak nabêjin. Ji ber ku li ber çavên wan kesan kurdek ne pêkan e xweşik an qeşeng be. Li gor wan #kurd# nexweşik, kirêt û qefçil in.
Pir mirovan helbet ev qise bihîstiye: “Tu qet naşibî kurdan .” Lê ev hevok ne tenê ji bo kurdan e. Ji bo ereban, romanan, suryaniyan û ermeniyan jî tê bikaranîn.
Li zanîngehê jî min çend caran bihîst, hin kesan ji hin keç û xortên kurd re digotin: “Bi rastî? Tu qet naşibî kurdan.’’
Çend caran min bê destûr bersiv da çend kesan: “Ma kurd dişibin çi? Li eniya wan kurd dinivîsîne an boçika wan heye?’’
Min hin lêkolîn kirin û min dît, ev gelên di bin mêtingehiya hin dewletan de ne û di medyaya wan mêtingehan de xweş nayên xuyakirin, tim xirab tên dîtin. Loma dema kesek, kurekî qeşeng an jî keçeke xweşik û bedew (ku li gor estetîzma civatê; ji ber ku li ber çavên min xweşikî, bedewî û qeşengî di helwest û ramanan de ye) nas dike û hîn dibe ku ew kurd e, qiseya wî ya ewilî ev e: “Hiç Kürde benzemiyorsun.” Yanî, tu qet naşibî kurdan.
Ji bo ceribandinê, min wêneyê Zadîna Şakir, zarên porzer an çavşîn û çavkeskên kurd, Eyşe Şan û hevalên di civatê de xweşik û qeşeng tên zanîn nîşanî hin kesan dida û min digot: Ev hunermendeka kurd a kevn e, ev xort kurd e, ev zarok kurd in, ev keça kurd e û hwd. Lê bersiv ji hin kesan wisa dihat: “Ev naşibe kurdan.” Lê dema min wêneyên kesên reben û belengaz nîşanî wan dida, digotin “Jixwe diyar e ev kurd e.’’ Lê yek caran nedigotin kurd jî, digotin, “doğulu” (rojhilatî).
Di dema Naziyan de, digirtin cihûyan di karîkaturên xwe de pozmezin û wek cinawiran nişan didan ku mirov ji wan hez neke. Dema di kampên komkirinê de jî, ji bo ku dilê wan pê neşewite, ew di nav gemar û qirêjê de dihîştin. Lewma li gor estetîzma wê demê nijadperestên elman bawer nedikir keçeke xweşik an xortekî qeşeng cihû be.
Mesele ev e, em kurd, pir salan di sînema û medyaya dewletê de nezan, kirêt û xirab hatin nîşandan. Di fîlmên kevn ên sînemayê de em bi şal û çefî û bi tirkiyeke (ne bi kurdî jî) çewt û pêkenok dihatin xuyakirin. Di nûçeyan de jî dema li bajarekî Tirkiyê bûyereke xirab pêk dihat, ew di rojekê de dihat ji bîr kirin, ku eger pir xirab bûya çend rojan li ser disekinîn û derbas dikirin. Lê dema bûyer li Kurdistanê pêk dihat, medyayê ew bûyer wek li her herêm û bajarên kurdan pêk hatî nîşan didan û pir caran jî bi wextekî dirêj li ser disekinîn. Lewma êdî wisa dihat xuyanê ku kurd ne baş in. Di navbera başdîtin û estetîzmê de têkiliyeke xurt heye. Eger tiştek xweş xuya bikira, ew tişt dê baş bûya. Di fîlman de jî mirovên qeşeng û xweş tim rind, yên kirêt jî di rolên xirab de bi cih dibûn. Û her ku sal derbas bûn, ev hevok jî di nava gel de belav bû: Tu qet naşibî kurdan.
Tişta herî şerm ev e, êdî vê gotinê kurd jî ji hevdu re dibêjin. Dema hin kurd, hin kurdên xweşik an qeşeng dibînin, ew ji hevdu re dibêjin, “tu qet naşibî kurdan, na tu qet naşibî kurdan.’’
Lewma dema xortekî an jî keçeke tirk, faris an jî ereb (lê bi piranî tirk) kurdekî xweşik an qeşeng nas dikin û pê re dibin heval an flortê dikin, gotina wan a ewilî ev e : “Tu qet naşibî kurdan.’’
Divê mirov realîst be, ew kes vê gotinê bi fikreke rind û pak nabêjin. Ji ber ku li ber çavên wan kesan kurdek ne pêkan e xweşik an qeşeng be. Li gor wan kurd nexweşik, kirêt û qefçil in. Lewma gava mirovekî xweşik an qeşeng nas dikin, jê re dibêjin tu naşibî kurdan û bi vê rêyê li gor xwe qaşo gotinên xweş dikin. Lê nayê hişê kesî ku derkeve û bêje, kurd dişibin çi? Di nav hin nijadperestan de jî hevokeke wisa belav dibe: “Eger min tiştek fam kiribe bila ez kurd bim.’’ Berê digotin, “Eger min tiştek fam kiribe bila ez ereb bim.” Lê niha her du hevok jî tên gotin.
Divê mirov ewilî tê bigihêje, xweşikî, bedewî, qeşengî di helwest, fikr û ramanan de ye. Wekî miletên din, di nava kurdan de jî li gor estetîzma demê mirovên xweşik û qeşeng hene. Dema kesek, mirovekî qeşeng, xweşik û bedew dît, dê nebêje “tu qet naşibî kurdan.”
Fikr bi vî awayî tê guhertin, dema mirovekî tiştekî çewt dît, dê wî sererast bike. Kurd êdî di medyayê de dê xirab neyên xuyakirin û êdî ev hevoka “tu qet naşibî kurdan” neyê bikaranîn. Bi taybetî dê ewilî vê hevokê ji devê xwe dûr bixin. Em miletekî xweşik in û ji xwe em dizanin, dê ji bîr nekin.[1]