Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Gulistan 2
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  525,544
Wêne
  111,578
Pirtûk PDF
  20,430
Faylên peywendîdar
  106,266
Video
  1,585
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
289,423
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,727
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,204
عربي - Arabic 
31,472
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,436
فارسی - Farsi 
10,765
English - English 
7,737
Türkçe - Turkish 
3,678
Deutsch - German 
1,805
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,239
Şehîdan 
4,292
Enfalkirî 
3,659
Pirtûkxane 
2,768
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,746
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
326
PDF 
31,897
MP4 
2,618
IMG 
204,635
∑   Hemû bi hev re 
239,476
Lêgerîna naverokê
Jiyaname
Mîna Acer
Cih
Koço
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke h...
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
Rojnameya Şerq û Kurdistan
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Rojnameya Şerq û Kurdistan

Rojnameya Şerq û Kurdistan
Rojnameya #Şerq û Kurdistan# .
Nivîsandin û Amadekirin: #Seîd Veroj#

Rojnameyên ku piştî îlankirina Meşrûtiyeta II. hatine belavkirin, ji wan yek jî Şark ve Kurdistan (ku di vê nivîsê de wek bilêvkirina kurdî, em dê wekî Şerq û Kurdistan binivsînin) e. Ev rojname li Îstenbulê hatîye çapkirin, ciyê rêvebirin û adresa rojnameyê, li ser rûpelê pêşîn weha hatîye lêkirin: “Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsuse.” Di hejmara yekemîn a Şerq û Kurdistan de, nûçeya xebata damezirandina Komela Teavûn û Terrakkî ya Kurd jî hatiye belavkirin. Dema em tarîxa neşirkirina Rojnameya Teavûn û Terrakkî ya Kurdan û derçûna rojnameya Şerq û Kurdistê bidin ber hev, em dibînin ku ev herdu rojname li du hev hatine neşirkirin. Yekemîn hejmara Şerq û Kurdistan 20ê Mijdara 1908ê û ya Rojnameya Teavûn û Terakkîya Kurdan jî di 5ê Kanûna Ewil de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşîn ê rojnameyê, Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî wek mesulên rojnameyê û herweha Ehmed Şerîfê Hersekî, mesulmidur û Bedrîyê Melatyayî jî sernivîskarê rojnameyê hatine destnîşankirin.
Her hejmarek rojnameya Şerq û Kurdistan çar rûpel e, bi alfabeya erebî û zimanê osmanî hatîye nivîsandin û li beşê kunyeyê hatîye nivîsandin ku “di hefteyêk de du caran tête neşirkirin” Li gor agadarîyên heyî, nayê zanîn ku ev rojname li ser hev çend hejmar hatine neşirkirin. Îro li ber destê me hejmarên 1, 2 û 5 hene. Hejmara duyemîn a Şerq û Kurdistan, 24yê Mijdara 1908ê hatîye neşirkirin. Li ser bergê hejmara pêncemîn jî, tarîxa 5ê Kanûna Ewel a 1908ê hatîye lêkirin.
Li ser bergê rojnameyê mottoya (dustûra) “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike” [Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir hatîye lêkirin. Ev dustûra jorê, ji alîkî ve armanc û xeta îdeolojîka rojnameyê jî dîyar dike; berpirsyarên rojnameyê, li hemberê nêrîn û nirxên Awrupayî (Xerbî), parastina nirx û nêrînên Şerqî dikin. Di nivîsa destpêk a rojnameyê ku bi navê “îfade-î mahsusa” û bênav hatîye nivîsandin de, îzehata vê dustûra jorê weha hatîye kirin: “Em çima îddîaya şaîbeyên Xerbê dikin? Li gor dîtina wan, şerqîyan li Şerqê dîmenek kirêt derxistine holê. Meseleya Şerqê ji alîyê wan ve bi vê awayê tête dîtin. Belê ji ber vê yekê em behsa neheqî, bêşefaqetî, xedir, kîn, mexsed û meyla Xerbê dikin û em dê bikin; ku ev di zahîrê de şîrîn xuya dike lê di rastîyê de şaîbeyên wan ji bo însanetîyê êşekî giran peyda kirîye.”
Di navê rojnameyê de hebûna peyva “Kurdistan”, nayê wê manayê ku ev rojname ji alîyê rêxistinên kurdan ve hatîye derxistin. Hetanî îro têkilîya wê ya rêxistinî dîyar nebe jî, ev yek nayê vê wateyê ku qethen têkilîya wan a rêxistinî tune bû, mimkun e ku ew bi xwe grubek piçûk bin yan jî bi grub û komeleyek re têkilîya wan hebe. Em dizanin gelek rojname û kovarên ku wê demê hatine çapkirin, bi temamî nebe jî piranîya wan li ser navê komele û rêxistinan hatine belavkirin. Îro qasê ku tête zanîn Şerq û Kurdistan, li ser navê rêxistin û cemîyetekî nebûye. Lêbelê herdu peyvên ku navê rojnameyê pêk anîne, balkêş in. Ji naveroka nivîsên rojnameyê dîyar dibe ku di navê rojnameyê de hebûna peyva “Şark” (Şerq), di manaya dîyarkirina hemû civakên rojhelatî yên dervayê “şarezayîya” Awrupaya Rojava û erdê Osmanî de hatîye bikaranîna.” Peyva “Kurdistan” jî, ji alîyê aîdîyeta kulturî û cografî ve wek parçeyek ji erdê Osmanî di nav peyva “Şark” [Şerq] de hatîye bicîkirin.
Polîtîka weşandina rojnameya Şerq û Kurdistanê li ser parastina “Îtîhadê Osmanî” bû. Lewra “di Şerq û Kurdistan de fikirîyata “osmanîparêzî” serdest bûye û dewra desthilatdarîya Abdulhemîdê II. bi navê “îstîbdatê” hatîye binavkirin. Ragehandina rêvebirîya Meşrutîyeta 1908ê, bi kêfxweşî hatîye pêşwazîkirin û di naveroka hin nivîsên çapkirî de bextewarîya li hemberê ragehandina Meşrîtîyetê û pêkhatina îdareya nûh hatîye dîyarkirin.” Bedrîyê Melatyayî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de vê yeke weha tîne ziman: “Ev kela bilind a hûrriyetê ku îro hatîye fetihkirin, ji xwe daxwaza me kurdan, hemwelatîyên mislim û xeyrî-mislim bû. Milletê Osmanîye çendek sal in ku bi hesretê li benda Meşrutiyetê bûn. Em dê bi hemû xîret û fîîlyata xwe bibin fedekarê Meşrutiyetê.” Pirsgirêka kurd û Kurdistanê jî li ser bingeha Îtîhadê Osmanî, di çarçoveya pêşxistina îslehatan û mafê perwerdeyîya bi zimanê kurdî de hatîye şirovekirin. Herweha der barê vê pirsgirêkê de, rexne li sîyaseta Xerbî girtine û hatîye gotin ku: “Frenk û welatîyên Frenkî bûyî, daîmî, rastîyê bi yek çavî û eksê wê dibînin, di çapemenîya Xerbî de ‘Teracim-î ahval-î Ekrad’ (Tercumeyê halê kurdan) bi awayê çîroka gulyabanî hatîye neşirkirin.”(9)
Herwekî me di destpêkê de jî dîyar kiribû ku li ser bergê pêşîn Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî her sê bi hev re wek mesulên rojnameyê hatine nivîsandin. Di nav rûpelên rojnameyê de jî herî zêde nivîsên ev her sê şexsiyetan hatine weşandin. Sernivîskarê rojnameyê, nivîsên xwe bi navê Bedrî, M. Bedrî û Bedrîyê Melatyayî nivîsandine. Midurê mesul jî nivîsên xwe bi navê Şerîf, Şerîfê Hersekî û Ehmed Şerîfê Hersekî nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, yek ji damezrêner û nivîskarê berdewamî yê rojnameya Şerq û Kurdistanê ye. Her çiqas hetanî îro têkilîya sîyasî û rêxistinî ya rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, nasnameya sîyasî û etnîkî ya berpirsyar û nivîskarên wê, ji alîkî ve meyla giştî ya rojnameyê dide dîyarkirin. Bi taybetî jî nasnameya sernûserê wê Bedrîyê Melatyayî; ji alîkî ve naskirîyê xwendevanên çapemenîya wê demê ye û ji alîyê din ve jî agadarîyên der barê nasnameya wî ya sîyasî û neteweyî de gelek kêm in. Di berdewamiya vê nivîsê de em dê bêtir li ser vê babetê rawestin. Her çiqas heta îro têkilîya rêxistinî ya vê rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, mimkun e ku ev her sê şexisîyetên namdar bi xwe dendika rêxistinek yan jî grubeke teng bin.
Yek ji nivîskarên balkêş ê rojnameyê jî Mele Seîdê Kurdî ye. Di hejmarên berdest ên rojnameyê de du nivîsên Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin; di hejmara yekê de nivîsa “Kürdler neye muhtacdır?” (Kurd muhtacê çi ne?) bi navê Mele Seîdê Meşhur û di hejmara pêncan de jî nivîsa bi navê “Kurd Alemi” (Alema Kurdan) bi navê Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin. Di dawîya vê nivîsê de hatîye lêkirin ku “mabadi var” yanî “berdewanîya wê heye”. Lê mixabin ji ber ku em nizanin weşana rojnameyê dewam kirîye yan na, ger weşana wê dewam kiribe hejmarên din li ber destê me nînin, lewra em nizanin di berdewamiya vê nivîsê de kîjan babet hatine nivîsandin û di hejmarên pey wê re jî çi cûre nivîs hatine neşirkirin. Naveroka nivîsên Seîdê Kurdî û Bedrîyê Melatyayî, bi giranî li ser îslehatên nû û perwerdeyîya bi zimanê kurdî ne. Edîtorya rojnameyê, di pêşekîya nivîsa Mele Seîdê Meşhur a bi navê “Kurd muhatacê çi ne?” de, piştgirîyeke aşkere dane daxwazname û pêşniyara wî ya ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî. Di wê kurtepêşekiyê de weha hatîye gotin: “Hezretî Bedîûzeman Mele Seîd Efendî, ji bo pêkhatina perwerdeyîya bi zimanê kurdî, daxwaznameyek pêşkêşî mabeynê (daîreya perwerdeyî) kiribû û di netîceya vê hewldana xwe de rastê gelek musîbetan hatibû. Em bi neşirkirina sûretekî vê daxwaznameyê îftixar dikin.” Seîdê Kurdî ji ber vê “daxwazanme”ya ku di nav rûpelên Şerq û Kurdistanê de jî hatîye neşirkirin, ji alîyê dadgeha eskerî ya wê demê ve tête mahkemekirin û ji ber vê yekê gelek musîbet bi serê wî ve têne. Naveroka daxwaznameya wî bi kurtayî ev e:
“Bi biryar û xîreta hikumetê li bajar û bajarokên Kurdistanê xebata dirustkirin û avakirina dibistanan dest pê kirîye, em bi vê yekê kêfxweş û sipasdar in. Lêbelê ji van dibistanan, tenê zarokên aşînayê zimanê turkî îstîfade dikin. Ji ber ku mamosteyên van dibistanan ne weqfê zimanê herêmî û gelek zarokên kurd jî ne aşînayê zimanê turkî ne, ew ji perwerdeyî û medreseyên îlmê ku çavkanîya kemalîyetê ye, mehrum dibin.
… Çareserîya vê yekê ev e: ji bo ku bibe sebebê teşwîq û mîsalek xuyayî, divê li herêmên cûda yên Kurdistanê bi navê Medreset’ûl Zehra medrese bêne çêkirin: yek li alîyê Beytûşebabê di ciyê navenda eşîreta Ertûşî de; ya dî di navenda Modkan û Belikan û Sason de; ew a dinê jî li Wanê di navbera Kakan û Heyderan de bin. Divê li her yek medreseyê kêmtirîn 50 xwendekar hebin, hemû mesrefên wan ên rojane ji alîyê hikumetê ve bêtin temînkirin û di van medreseyan de ligel îlmên dînî, îlmên fenî jî bêtin xwendin. Digel sazkirina van sê sazîyên perwerdeyî, divê piştgirîya pêşxistina hinek medreseyên din jî bête kirin. Pêkanîna vê yekê gelek muhîm e, ev, bi maddî û manewî yek ji sebebê girîng ê heyatîyeta dahatûya Kurdistanê temîn dike.”
$Nasnameya sîyasî û etnîkî ya mesulên rojnameyê$
Ji nav van her sê damezrêner û rêvebirên rojnameyê; agadarîyên me yên li ser nasnameya etnîkî ya sernûser Bedrîyê Melatyayî bêtir in. Herdu damezrênerên din; Ahmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî jî bi navên cihê cihê nivîsandine û herduyan jî bi hev re paşnavê “Hersekî” bikaranîne. Ahmed Şerîfê Hersekî nivîsên xwe bi navê “Şerîf” û “Şerîfê Hersekî” nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, nivîsên xwe tenê bi navê “Îsmaîlê Hersekî” nivîsandine. Nivîskar Îbrahîm Sedîyanî der barê nasnameya etnîkîya “Hersekîyan” de ji pirtûka Kemal İnanç Işklar neqil dike û dibêje; ji her sê damezirênerên rojnameyê didoyê wan yanî Ehmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî kurdên Balkanî bûn, ji Bosna-Hersekê bûn, rojnameya Şerq û Kurdistan jî, ji alîyê kurdên Balkanî û kurdên Kurdistanê ve hartîye neşirkirin.
Ji nav van her sê mesulên rojnameyê Bedrîyê Melatyayî, ji aliyê raya giştî û çapemenîya kurd ve bêtir tête naskirin. Ji nivîsa wî ya bi navê “Kürdler ve usul-i ictimai” (Kurd û usûlên îctîmaî) wisa dîyar dibe ku ew “endamê Îttîhad û Terakkî bû.” Der barê Bedrîyê Melatyayî de agadarîyên berfireh li ber dest nînin. Li gor agadarîyên lêkolîner Murat Issı ku ji belgeyên Arşîvên Osmanî yên Serokwezîrîyê bidestxistine dibêje: “Navê wî yê eslî Mahmud Bedrî ye. Mahmud Bedrî Beg, kurê Alî Riza Efendî ye û ew ji malbatek navdar a Melatî ye. Di sala hicrî ya 1293ê (1876-77) de li Melatîyê ji dayik bûye. Ji bo perwerdeyîyê di Ruştiyeya Eskerî ya qeza Hekîmxanê de dest bi xwendinê kirîye, paşê jî Îdadîyeya Kulelî û Mektebê Herbîye xwendîye. Sala 1901-02yê bi rutbeya teymenîyê, şehadetnama xwe ya hejmar 6449 ji Mifetîşê Umumî yê Tedrîsta Eskerîyê wergirtîye. Di wereqa wî ya tercûmeyê hal de hatîye lêkirin ku bi navê Veliahd yan jî Mahkeme-î Îstikbal pirtûk telîf kirîye û bi navê Mûjde rojnameyek neşir kirîye.”
Demek di nav eskerîyê de xebitîye, ji ber hin sedemên sîyasî hatîye îxbarkirin û di encamê de hatîye nefîkirin ji bo Qubrisê. Piştî neh mehan, ji Qubrisê reviyaye çûye Misrê. Li wê derê di hin muesesatê sinaî û fennî de îstihdam kirîye û ji beşê taksîm-î arazî û tarîk-î Turkiyeyê şehadetname wergirtîye.
Piştî îlankirina Meşrûtiyeta 1908ê, wekî gelek şexsiyetan ew jî vegeriya Îstenbulê û di îdarexaneyên rojnameyan de dest bi xebata çapemenî û nivîskarîyê kirîye. Paşê berê xwe daye karên îdarî; “16yê Tebaxa sala 1909ê li qelema Îstixbarata Asayîşa Giştî de, bi meaşê 1500 qurişan dest bi kar kirîye. Hetanî 15yê Adara 1910ê li vê derê xebitîye û piştî girtina vê beşê betal maye. 14yê tebaxa 1910ê, di şubeya sêyemîn a heyetê fennîye ya Şaredarîyê de wek muavînê mudir, bi meaşê 2000 qurişan dest bi kar kirîye. … Di 14yê Nîsana 1912 de, bi meaşê 1500 qurişan neqil kirine ji bo sermuhendîsîya Şaredarîyê.”
Bedrî, bi nivîsandin û xebata xwe ya di seha çapemenîyê de navdar e û bi zimanê turkî nivîsandîye. Digel zimanê xwe yê nivîsandinê, “aşînayê zimanên arebî, farisî, ermenî, fransizî, almanî û îngilizî bûye.” Wî di neşirkirin û belavkirina gelek weşanan de mesulîyetî girtîye. Herwekî ku me li jorê jî dîyar kir, ew, hem xwdî îmtîyaz û hem jî mesulmudirê Mûjdeyê bû û navnîşana ciyê rêvebirina Mûjdeyê jî îdarexaneya Şerq û Kurdistanê hatîye nîşandan. Bêguman xebatên wî yên di seha çapemenî û nivîsandinê de, ne tenê ev bûn. Digel ev herdu berhemên Mehmûd Bedrî yê Melatyayî; xebatên wî yên bi navê “Kulliyat-ı Nefise (Küçük Dikişler), Kırmızı Kitap (Pirtûka Sor) û herweha di rojnameyên wekî Şark, Şark ve Kurdistan, Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurd, Mûjde û Mûjdeya Nû de jî nivîsandîye.”
$Têdeyîyên her sê hejmarên rojnameya Şerq û Kurdistan$
Dema em bala xwe bidin bergê pêşîn ê rojnameya Şerq û Kurdistan; em dibînin ku her hejmareke rojnameyê 4 rûpel bûye û qewareya wê qasê kaxizekê A3 bûye, li beşê kûnyeyê digel navê rojnameyê tarîxa çapkirin, peryoda wê ya heftane, navê mesul, mudir mesul û sernivîskarê wê, motto (dustûr) û bûhayê wê hatine nivîsandin. Piştî kûnyeyê nivîsên nava rojnameyê dest pê dikin. Sernivîsên girîng ên di nav rojnameyê de li jêrê hatine dîyarkirin. Divê em vê yekê jî bînin bîra we ku gelek agadarî û nivîs bi navê Şerq û Kurdistan hatine neşirkirin û hinekê wan jî bê nav hatine neşirkirin. Bi îhtimalek mezin ev nivîsên bê nav, ji alîyê redaksiyona rojnameyê ve hatine nivîsandin. Naveroka her sê hejmarên rojnameyê li jêrê hatîye nivîsandin.
$Şark ve Kurdistan (Şerq û Kurdistan), no: 1$
Tarih-i Tesis 1324-1326, Birinci sene, numoro: 1
Şimdilik haftada iki defa neşrolunur
25 Şevval 1326/Hicri (20 Kasım 1908) – Teşrin-i Sani 1324/Rumi
Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir
Mumesilleri: Hersekli Ahmed Şerif, Malatyali Bedri, Hersekli İsmail
Müdür mesul: Hersekli Ahmed Şerif
Sermuharir: Malatyali Bedri
Meheli Adres: Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsusede
Nushasi 10 paradır.
– İfade-i mahsuse, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1
– M. Bedri, Kürdler ve Kurdistan, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1
– Bedri, Mülkte teferukke tarafdaranine [Osmanlıdan ayrılma taraftarlarına], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1
– Siyasi: Hersekli İsmail, Konferans ve muhtemel sonuçları, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1
– Şerif, Muahedat [Anlaşmalar], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2
– Mele Seîd Meşhur, Kürdler neye muhtacdır?, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2
–Dahili: Şark hattı idaresinin [noksanları], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2
– Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], Bedirhanzadeler, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 3
– Hersekli İsmail, Avusturya Hükümeti ve Habsburg Hanedanın tarihi lekeleri, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4
$Şark ve Kurdistan (Şerq û Kurdistan), no: 2$
Tarih-i Tesisi 1326, Birinci sene, 1324, numoro: 2
Şimdilik haftada iki defa neşrolunur
29 Şevval 1326, 10 Teşrin-i Sani 1324 (24 Kasım 1908), 23 Teşrin-i Sani 1908
Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir
Mumesilleri: Hersekli Ahmed Şerif, Malatyali Bedri, Hersekli İsmail
Müdür mesul: Hersekli Ahmed Şerif
Sermuharir: Malatyalı Bedri
Meheli Adres: Nuri Osmaniye’de 49 numaralı daire-i Mahsusede
– M. Bedri, Siyasi: İnsanlar ve tahakkum, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1
– Mülkiye kaymakamlarından Diyarbekirli Ahmed Cemil, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1
– M. Bedri, Fransa meşhur tarihçilerinden Mösyo B. Ojen’ün gönderdiği mektup, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1
– M. Bedri, Şark ve Kurdistan, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r.1
– Hersekli İsmail, İhtilafat ve neticei mezerresi [İhtilaf ve zararlı sonuçları], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2
– M. Bedri, Kürdler ve usul-i ictimai [Kürdler ve toplumsal kuralları], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2
– Resul Paşa Mahdum İhsan, Erzurum’da qeth ve ğella, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2
– M. Bedri, Şark ile Garb, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 2-3
– Sami, Madarıs-i kemalati ûmem [Gelişmiş milletlerin öğretim şekli], Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 3
– Hersekli Şerif, Dahili: Taviz ve Bulgaristan, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4
– Diyarbekir mukkavelat muhariri: Ömer Adil, Kurdistan muhacirleri, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4
– Hersekli Şerif, Bosna’da hicret, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4
– Mustafa Sümbül, Serpûş milli meselesi, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul,r. 4
– Havadis, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 24ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 4
$Şark ve Kurdistan (Şerq û Kurdistan), no: 5$
Tarih-i tesisi 1324-1326, Birinci sene, numro: 5
11 Zilkade 1326- 22 Teşrin-i Sani 1324- 5 Kanuni Evvel 1908
Şimdilik haftada iki defa neşolunur
Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden bir gazetedir.
Mumesilleri: Hersekli Ahmed Şerif, Malatyali Bedri, Hersekli İsmail
Müdür mesul: Hersekli Ahmed Şerif
Sermuharir: Malatyali Bedri
Meheli Adres: Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsusede
Matbaay-ı Amire
-Bedri, Medeniyet-i Şarkiye, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r.1
-Hersekli İsmail, Siyasi: Avusturya hükümeti ve hakkımızdaki maksadı, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 1
– Bedri, Fransa: kuvvet ne yapmaz, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 2
– Hersekli İsmail, Sırbistan Veliahdı (Prensi) Bosna Hersek meselesi, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 2
– Bediuzzeman Mele Seid-i Kurdi, Kurd Alemi (mabadi var), Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 3
– Zavalı Kürdler ve Ermeni vatandaşlar, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 3
– Hulase-i telgraf, Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan], 5ê Kanûna Ewel 1908, Îstenbul, r. 3

(1) Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1. Di nivîsa sereke ya bi navê İfade-i Mahsusa [Gotara Taybet] a rojnmeyê de ku bê îmze hatiye lêkirin, armanca weşandina rojnameyê û şiroveya dustûra “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike” [Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir] hatîye kirin.
(2) Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul
(3) Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul
(4) Şark ve Kurdistan, no: 1, Îfade-î mahsusa, r.: 1, 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015
(5) Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no: 8, Îstenbul, 2013
(6) Îtîhadê Osmanî: Di manaya fikra parastina yekgirtina Dewleta Osmanî de hatîye gotin. Di vê çarçoveyê de sala 1889ê “Cemîyeta Îtîhadê Osmanî” hatibû damezirandin. Ev rêxistin ji alîyê Îbrahîm Temo, Îshak Sûkûtî, Abdullah Cevdet, Mehmed Reşîd û Hîkmet Emîn ve hatîye damezirandin. Bn. Dr. M. Şükrü Hanioğlu, Bir Siyasi Düşünür olarak Abdullah Cevdet ve Dönemi, weşanên Üçdal, 1981, Îstenbul, r. 25
(7) Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no:8, Îstenbul, 2013
(8) Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015
(9) Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015
(10) Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015
(11) Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015
(12) Bn. http://www.ufkumuz.com/kurt-basin-tarihi-6144yy.htm, 13.04.2013, Kemal İnanç Işıklar, Bir Şizofrenin Tahlili: Said-i Nursî Dosyası- 3, Hakimiyet-i Millîye, 2 Ocak 2011
(13) M. Bedrî, Kürdler ve usul-i ictimai [Kurd û Usûlên Îctîmaî] , Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan ], no: 2, 23yê Teşrîna Sanî 1908
(14) Murat Issı, Ömür boyu süren Osmanlılık serüveni, Bir Osmanlı Kürt Aydını: Malatyalı Bedri, https://www.academia.edu/ 930937/MALATYALI BEDRI, 10,01,2015
(15) J.b.
(16) J.b.
(17) J.b.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 148 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kovarabir.com/ 17-07-2024
Gotarên Girêdayî: 3
1. Jiyaname Seîd Veroj
1. Weşanên Şerq û Kurdistan
1. Dîrok & bûyer 16-01-2017
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-01-2017 (7 Sal)
Bajêr: Stembol
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Tirkiya
Zimanê eslî: Tirkî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 17-07-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-07-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 18-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 148 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1183 KB 17-07-2024 Burhan SönmezB.S.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Jiyaname
Resul Geyik
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Du Qonaxên Muzîka Polîtîk a Kurdî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Jiyaname
Mîna Acer
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Serhatiya Dengbêjiyê ya Serhediyekî: Dengbêj Memedê Panîyê
Kurtelêkolîn
Strana Keziyên Sor
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Kurtelêkolîn
Tomarkirina Dîrokê di Navbera Niştîman û Mişextiyê de: Nirxandinek li Ser Sînemaya Îbrahîm Selman
Pirtûkxane
Rewan
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Kurtelêkolîn
Koma Berxwedan: Suflora Şoreşê
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê

Rast
Jiyaname
Mîna Acer
20-09-2024
Sara Kamela
Mîna Acer
Cih
Koço
20-09-2024
Aras Hiso
Koço
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
21-09-2024
Aras Hiso
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
22-09-2024
Evîn Teyfûr
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
13-10-2024
Sara Kamela
Feylî
Babetên nû
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Gulistan 2
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  525,544
Wêne
  111,578
Pirtûk PDF
  20,430
Faylên peywendîdar
  106,266
Video
  1,585
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
289,423
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,727
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,204
عربي - Arabic 
31,472
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,436
فارسی - Farsi 
10,765
English - English 
7,737
Türkçe - Turkish 
3,678
Deutsch - German 
1,805
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,239
Şehîdan 
4,292
Enfalkirî 
3,659
Pirtûkxane 
2,768
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,746
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
326
PDF 
31,897
MP4 
2,618
IMG 
204,635
∑   Hemû bi hev re 
239,476
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Jiyaname
Resul Geyik
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Du Qonaxên Muzîka Polîtîk a Kurdî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Jiyaname
Mîna Acer
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Serhatiya Dengbêjiyê ya Serhediyekî: Dengbêj Memedê Panîyê
Kurtelêkolîn
Strana Keziyên Sor
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Kurtelêkolîn
Tomarkirina Dîrokê di Navbera Niştîman û Mişextiyê de: Nirxandinek li Ser Sînemaya Îbrahîm Selman
Pirtûkxane
Rewan
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Kurtelêkolîn
Koma Berxwedan: Suflora Şoreşê
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.313 çirke!