Navê pirtûkê: FOLKLOR Û ROMAN
Navê nivîskar: REMEZAN ALAN
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Peywand
Sala çapê: 2013
Payebilindkirina çand û zimanê gelêrî ya ji aliyê mêleke neteweperwer ve, tiştekî nû nîne; di wê dewrê de ew, wek cewherê milet, warê hundurîn ê saf hat qodkirin. Tiştê nû ev e ku di van 15-20 salên dawîn de vê mêlê, di nav edebiyata kurdî de bi awayekî lezgîn forma romanê ji xwe re kiriye rêyek. Rêjeya hebûna romanên folklorîk delîla herî berbiçav a vê rewşê ye. Rastiyeke peyva ?serdema romanê? heye, belê, daxwaza romannûsîneke (fantazmaya romanê) ku nayê zeptûreptkirin jî heye; û nivîskarê kurd dixwaze bibe parçeyekî vê pêvajoyê. Lêbelê heman daxwaz, techîzad û cinekî afirandinê jî şert nake? Çima nivîskarê kurd gelek caran xwe wek rewşenbîrek, rewşenbîrekî çanda berxwedanê dibîne û li ser vê yekê hem dixwaze li ser navê gel xeber bide û hem jî wî perwerde bike? Pênûsa ku li ser telafîkirina kêmasiyên dîrokî ji xwe re mebestek tayîn kiribe dê rastî anakronîzmên zimanî û dîrokî û her wiha hin xisarên edebî neyê? Bêeyariya mesafeya vegotinê û otorîteya hazir û nazir ya nivîskariyê dê hin kêşeyên vegotinê neynin? Di ber de, romanên ber dest jî dema xwe li tengala kêmasiyên civakî te?rîf dikin, lingên wan ji zemînekî hunerî naşemite û nakeve ser erdeke civakî? An dema ev roman jî li dor temayên wek hafizeya civakî, nasnameya netewî, leheng û mîtên dîrokeke resen a milet, dersên dîrokî, bawerî û olên heterodoks ên mezlûm çerx bidin, hinek ne pêwîst e ku xebata derbarê wan de jî bi têgehên zanistên beşerî xeber bide?..
Belkî jî ji ber vê yekê Folklor û Roman, hem xwendineke ku pala xwe dide vegotinnasiyê û hem jî sosyolojiya edebiyatê dike û bi vê rêbazê di rexneya edebiyata kurdî de dibe mînakeke girîng û kemilî. [1]
Hinweis: Die PDF-Datei für dieses Buch ist nicht verfügbar, bitte helfen Kurdipedia, diese Datei zu erhalten! Buch senden Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,687 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!