Zeynelabidîn Zinar
Pencînar
Weşanxaneya Çanda Kurdî
Stockholm 1993
Derbar: Zeraqiyên tavê hêj xwe negihandibûne serê serçimka çiyayên bilind. Di wê kazima sibeha zû ya berbeyanê de, welê qebeqeba kewên ribat xweşexweş ji dormedarên lat û zinaran ve dihate guhên şiyarên di nava livînan de. Pê re jî xuşîna bayê hênik xwe li derî û pencereyên malan dixist. Yekcaran kevokên sipî ji tirsa başokan direviyan û xwe di nava kuçe û kolanan re bera xwarê didan, ew ji bo ku nebin êm û alifê wan hinekan xwe ji hewlerihan li pencereyên vekirî dixist û diketin hinduriyan û tê de xwe ji ber zilma zilmdaran diparastin. Ji kevokan zêdetir, çivîkên malane jî gava ku çav bi wî şerê li asîmanê sayî diketin, ji tirsan direviyan û xwe dixistin qul û qewêreyên kujînekan, tê de dihêwirîn
Pirtûkê bixwînin: Balafira Jînê
2,297 cara hatiye dabezandin
Daxwazê ji nvêser , wergêr û dezgehên belavkirinê dkeyin eger bu hewe baş nîne pertuka hewe li vêrê bît , dxwazîn me agehdar biken.
Ev babet 9,751 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!