Zanîngeha Sêçênovskî a bajarê Moskova a kû zêdetirî 18 hezar xwendekar ji çar aliyên cîhanê li zanîngehê dixwînin îsal jî festivala çand û huneri li darxist.
Di zaningeha kû xwedî bernameyên perwerdehiya bingehîn wek lîsans di beşên hemşîretî, biyoteknolojî, xebata civakî, rêveberî; dadwerî – tenduristiya giştî ciwanên kurd ji çar perçeyên #Kurdistan#ê tê da cîh digrin.
Di festivale de her netew bi cil û bergên xwe xwarinên neteweyî pêşkêşî mêvan û xwendekaran dikin. Ciwanên kurd standên xwe bi navê Kurdistan vedikin û hewl didin xwarin û cil û bergên çar perçeyê Kurdistanê peşkeş bikin.
Wekî her sal îsal jî eleqeyek mezin ji standa kurd û Kurdistanê re hebû.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,139 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!