Navê pirtûkê: Şopa xeterê
Navê nivîskar: Mihemed Dehsiwar
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Apec förlag
Sala çapê: 2017
Merdan Jîyan jî mîna gelek nas û hevalên xwe, demek piştî ku cûntaya leşkerî dest danîbû ser hukim, hatibû girtin û ketibû hepsê. Herçî di destpêkê de xwe dabû alî û neketibû dest jî, di dawîya sala 1981ê de li malekê bi tenê ew zeft kiribûn. Paşê ew pê hisîx a ku şeva berê polîs avêtibû ser maleke ku Merdan jî şevek berê li wir razabû û hevalekî wî zeft kiribû. Wî û Merdan jî ji bo wê şevê li mala wî ya nû sozê hevdîtinê dabûn hev da ku li ser rewşa nû û îmkanên derketina derveyî welêt biaxivin. [1]