=KTML_Bold=Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî=KTML_End=
Omitê Mistefê
Di jiyana her mirovî û geşedana her civakê de astên ketin û rabûnê hene; her wiha astên van ketin û rabûnan jî li gorî rêjeyekê tîr an jî zelal dibin. Wekî mînak, barkêşî (hemalî) cureyekî ketinê ye û sedema wê ya sereke belengazî ye; lê nokerî cureyekî ketina dilxwazane ye û sedema wê ya bingehîn nizmiya exlaqî ye. Dîsa evîndarî cureyekî rabûnê ye û sedema wê paqijiya wijdanê ye; lê xemxurî cureyekî berpirsiyariyê ye ku exlaq û tevgera kesê şîrhelal destnîşan dike. Wihareng e, dildarî şûrekî dudevî ye; dibe ku mirov bibe dildar û aşiqê dozeke mafdar an jî neheqiyekê. Kesên dildar guh nadin qanûnên hişê analîtîk û hişmendiya serdest an jî bindest; li şûna ku analîza raman û tevgerên xwe bikin, guh didin her çi tiştê ku tê ber dil û devê wan. Wekî masiyekî biçûk li nava ava deryayê digerin, carinan dibin nêçîra jixwemezintiran û carinan jî jixwebiçûktiran nêçîr dikin. Îcar heta ku ev kes berjewendiyên xwe û civakê neavêjin xetereyê tu pirsgirêk tuneye; dibe ku ew kes bibin hezkirî û dildarê hişmendiya bindestan û bi wan re li ber xwe bidin, dibe ku bibin evîndarên serdestan û bi wan re zilm û sitemê li bindestan bikin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=522787&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,631 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!