=KTML_Bold=Daxwiyanî derbarê nasnameya êzîdî de=KTML_End=
Lihevparkirina siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistanê, paș rȗxandina rejîma totalîter di nîsana 2003an de, bȗ sedema dorpȇçkirin ȗ daqulpandina níwȇnerayertiya #ȇzîdiyan# di hemî warȇn siyasî ȗ îdarî de, hem li Iraqȇ hem jî li Herȇma Kurdistanȇ. Ev yek bȗ sedema dabirana ȇzîdiyan ji mafȇ hemwelatiyȇ, ku wan nema hest ne bi iraqiya xwe ne jî bi kurdistaniya kir.
Li ser asta Iraqê yan jî desthelata federal êzîdî ji mafȇn xwe hatin mehrȗmkirin bi behaneya ku ew kurd in û nasnameya wan kurd e. Li ser asta Kurdistanȇ jî danȗstandin bi ȇzîdiyan re hate kirin wek hemwelatiyȇn dereca diwȇ û hîc mafek bo wan nehate dayîn. Li jȇr bangeșiya netewperstiya siysî hemî mafȇn ȇzîdiyan hatin xwarin ȗ dest li ser budcȇ ȗ dengȇn wan hatin danîn ȗ di serencamȇ de bȗn hemwelatiyȇn li jȇr daxwazȇ ȗ cuda ji tevaya gelȇ Kurdistanȇ. Niwȇnerayetiya siyasî li Iraq û Kurdisatnȇ bi tevaya xwe simoblîk û li jȇr șîretkariyȇ ȗ dȗrî berjewendiya ȇzîdiyan a bilind bȗ.
Yezda wek saziyeke ȇzîdî a navdewletî teqez dike, ku pirsa nasnameyê pirseke takekesî her miroveke bixwe biryarê li ser dide. Ȇzîdî wek gurȗpeke beșerzade ku taybetmendî, sîma ȗ kokȇn wȇ hene xwedanmaf in, ku taybetmendiya xwe a ji bo wȇ hatine cînosaydkirin ȗ jinȇn wan hatine sebîkirin ȗ mafȇn wan hatine xwarin, hilbijȇrin, lȇ mafȇ ti kesî tune ye ku nasnameyeke din li ser wan bide ferzkirin. Herweha ji mafȇ wan e wek gurȗpeke ethno-dînî ȗ xwedana çandeke taybet ȗ diyar, ku nasnamaya xwe a taybet hilbijȇrin, a ku tenha ji bo wȇ li seranserî dîrokê tȗșî gelek farmanan (di nav de jî fermana dawî a 2014an) hatine.
Problema mezin bikaranîna ȇzîdiyan û guhertina nasnameya wan e, wek çawa partiya Baasê dest bi erebkirina ȇzîdiyan kir û hewl da wan bike dȗvelokȇn erebiyatiyȇ. Berȇ jî osmaniya heman tișt kir ȗ ȇzîdî kirin bin dȗvelokiya dewlat osmanî. Anuha jî hewldanȇn guherandina nasnameya ȇzîdî tȇn kirinȇ, hincaran ji hȇla girseyȇn kurdî yȇn îraqî ve, hincarȇn din jî ji hȇla girseyȇn kurdî yȇn derve, ku zerdeștiyatiyȇ wek nasnameyek nuh li ser ȇzîdiyan didin sepandinȇ. Heta roja îro ȇzîdiyan wek ol li îraqȇ nehatiye qebȗlkirinȇ. Ȇzîdî li ser zimanȇ berpirsȇn herî bilind yȇn îraqȇ çi serokwezîr çi serokperleman wek tayfe tȇn binavkirinȇ. Ȇzîdî ne tayfe belȇ hem ol hem jî gurȗpeke ethno-dînî ye, xwedanȇn dîrok șaristanî xak ȗ çandeke taybet in.
Li ser asta navdewltî jî, bi taybetî paș fermana 03.08.2014an, hindek hȇzȇn xwedandeshelat bi rȇya hindekan ji jorȇ ȇzdî xwîn ȗ tarjediya ȇzîdiyan ku a herî mezin di dinyayȇ de, jibo hindek meremȇn din ȗ biçekdarkirin ȗ fînansekirina xwe dȗrî hemî nirx ȗ prînsîpȇn mirovahiyȇ, bikaranîn.
Helwesta Yezda ew e ku helandina nasnameya ȇzîdiyan di hîç nasnameyeke din de qebȗl nake, ȗ qet rȇ nade ku ȇzîdî werin kișkișandin bo nakokiyȇn din ku dȇ di serencamȇ wan tertȗbelav bike ȗ wan wek ardȗyȇ cengan tȗșî fermanȇn din bike.
Pirsa nasandina nasnameyȇ ȗ xwepȇgiriya neteweyî ciyȇ cihȇwazî ȗ nelihevkirinke mezin e di nav ȇzîdiyan de, lȇ yekîtiyeke mikum heye ku em tev ȇzîdî ne û ev nasnameya ethno-dînî sedema ya ku bi serȇ me hatiye. Herweha hebȗna ȇzîdiyan ne li Iraq ȗ Kurdistanȇ bi tenȇ ye, belȇ ew li Emerîka, dewletȇn ewropî, Ermenistan, Gurcistan, Rȗsya jî dimînin. Ȇzîdîtî nasnameyeke ethno-dînî ye ȗ xwedana taybetmendiyeke çandî, civakî ȗ dîrokî ye, lewre tȇ xwestin ku ȇzîdî wek pȇkhatiyeke ethno-dînî ȗ komelgeheke taybetmend ku ji bo nasnameya xwe tiștȇ herî buha dayîye werin naskirinȇ.
Ȇzîdî tev ji xeynî parekȇ ji xwedanȇn desthelat ȗ manfehtȇn șexsî, ȇdî baweriyeke mutleq bi wȇ yekȇ tînin ku problema wan rojekȇ ji rojan ne netewyî bȗye, belȇ hertim ew problemeke bȗnewerî bȗye. Ev yek ji bo hebȗna ȇzîdiyan li Emerîka ȗ Ewropayȇ jî derbas dibe. Lewma gereke armanca hemî projeyȇn ȇzîdiyan yȇn siyasî ȗ ne-siyasî gerra li çareseriya jibo problemȇn ȇzîdiyan yȇn bȗnewerî be.
Tȇ zanîn ku tȇgeh neteweyatiyȇ tȇgeheke ciyȇ gengeșȇ ȗ nelihevkirinȇ, ne iraqiyan li ser wȇ li hev kiriye ne jî kurdisatniyan. Netew tȇgehe mijgirtî ye ȗ li gorî danasînȇn taze ku balȇ dikișînin ser hestȇ xwepȇgiriyȇ ȗ wekheviya beramber bi qanȗnȇ nagunce. Li gorî ferhenga Miryam Wiptser netew hestȇ wefadarî ȗ șanaziyȇ beramber bi welȇt e, ku di hundirȇ xelkȇ gurdibe ȗ bi wan dide selimandin ku weltȇ wan ji welatȇn yȇn din baștir ȗ girngtir e. Anku netew viyna hejmareke mezin ji xelkȇ ye (xelkȇ ku çandek, dîrokek ȗ zimanekî wan..htd. heye) jibo çȇkirina miletekî cuda ȗ taybet. Lȇbelȇ Erika Baner, ku yek ji berztirîn profesorȇn zankoya Yeel a Emerîkî ye, netewȇ wek tevgereke ku armanca wȇ nîgarkirina sînorȇn dewletȇ ku girgiyȇ di serî de dide ramȇnȇn neteweyî, dide nasandin. Lȇ Baner bi hî șȇweyekî basa ne ziman ne jî xwpȇgiriya regezî nake.
Yezda di dema ku helwesta xwe a eșkere diyar dike, dixwaze di heman demȇ de spasiyȇn germ pȇșkȇșî gelȇ kurd bike ku destȇn alîkariyȇ dirȇjî ȇzîdiyan di tarjediya wan de kirin. Herweha em serbilindiya xwe a mezin bi dîrok, ziman ȗ hemî tiștȇn yȇn hevbeș bi gelȇ kurd re dikin. Yezda ji dȇvla hemî alîgir heval ȗ dostȇn xwe ve teqez dike, ku ew piștgiriya kȇșeya kurdî dike ȗ dupat dike ew kȇșeya wan e jî, jiber ku em hemwelatiyȇn heman dewletȇ ne, lewma ev kȇșe wek kȇșeyeke mirovane kȇșeya ȇzîdiyan e jî. Bȇ guman en hȇviya tȇkiliyȇn xwezayî ji hemî partiyȇn kurdistanî yȇn sereke li herçar parçeyȇn Kurdistanȇ dikain, û em dȇ hewlȇn xwe bikin ku atmosfȇr ȗ nîran durist bikin, jibo ku mirovȇ ȇzîdî bikaribe azadane mafȇn xwe bi dest bixe, ȗ xwepȇgiriya xwe a niștimanî hilbijȇre ȗ jiyaneke azadane li jȇr dadmendiyeke civakî a rasteqîne bide meșandinȇ.
Lȇbelȇ rastiya dîrokî dide diyarkirin ku danȗstandina bi ȇzîdiyan re ji hȇla dorȗberȇn wan yȇn kurdî re bi șȇweyekî cuda bȗ ȗ ew wek kurd nehatin hesibandin.ev danȗstandina nelirȇ ȗ șaș bȗ sedema jiholȇrakirina fermanȇn ȇzîdiyan yȇn berdewam ȗ herweha bidawîanîna hebȗna li Kurdistana Turkiyȇ, ku zȇdetir ji nîv milyon mirovȇ ȇzîdî li wir dijyan. Li wir ȇzîdî mecbȗrî koçkirinȇ bȗn, hebȗna wan qediya li hebȗna kurdan ma.
Li Kurdistana Sȗryayȇ jî ȇzîdî rastî kampanyayȇn guhertina nasnamȇ dîn ȗ çandȇ hatin. Ev yek bû sedema wȇ ku îro li Sȗryayȇ, li șȗna bi sedhezaran ȇzîdî ku di sedsalȇn berȇ de li wir bi cî dibȗn, tenha 2 hezar ȇzîdî mane.
Li Kurdistana Iraqȇ jî hebȗn ȗ çarenȗsa ȇzîdiyan cudayî ya Kurdan e. Ȇzîdî û ne miletekî din li wir jî rastî fermanȇn berdewam hatin, fermana dawî jî a 03.08.2014an bû, ku di wȇ de ȇzîdî mecbȗrî guhertina dînȇ xwe bȗn, jinȇn wan bi darȇ zorȇ hatin sebîkirinȇ ȗ ji koka xwe hatin birîn ȗ bi sedhezaran hatin koçkirinȇ. Lȇ belȇ tiștekî wisa bi serȇ Kurdan nehat.
Li pey nerîn Yezda çarenȗs ȗ jîwarȇ ȇzîdiyan ȇ hevbeș ferz dike, ku ȇzîdî wek gel ȗ herweha gurȗpeke ethno-dînî were qebȗlkirinȇ. Ev nasnameya ȇzîdiyan a ku li ber nemanȇ ye, nasnameya hevbeș a hemî ȇzîdiyȇn Iraq, Kurdistan ȗ dinyayȇ ye. Lewma ji hemî dostȇn ȇzîdiyan tȇ xwestin ku alîkariya wan bikin daku ev nasname were parastin ȗ bi hîç șȇweyekî neyȇ bikaranîn jibo hindek tȇgehȇn ku te alaqedariya wan bi wȇ re tune ye.
Yezda bi tundî lebt ȗ tevgera parlemanter Viyan Dexîl șermezar dike, ku rȇ li ber derbasbȗna ȇzîdiyan wek pȇkhatiyeke ȇzîdî di nav hemî pȇkhatiyȇn iraqî yȇn din, digire.ji mafȇ ȇzîdiyan e ku ew xwe çawa baștir dibînin bidin nasandinȇ.bikaranîna jorȇ ȇzîdî ji pirsa ȇzîdiyan re bo agendeyȇn taybet nayȇ qebȗlkirin. Yezda vȇ bikaranînȇ red dike ȗ li gel pirraniya ȇzîdiyan dide diyarkirin, ku Viyan Dexîl niwȇnertiya dengȇ ȇzîdiyan nake, ȗ eger niwȇnertiyȇ bike jî ew dȇ ya pareke pirr biçȗk ji ȇzîdiyan bike, lȇ gerke rȇz bo dengȇ piraniyȇ were girtinȇ.
Yezda bawer dike ku ȇzîdî hemwelatiyȇ îraqȇ ȗ Kurdistanȇ bi heman derceyȇ. Ev xwepȇgirî jî xwepȇgiriya bi xakȇ ye, em rȇzȇ ji xwepȇgiriya xwe bo xaka Kurdistanȇ digirin. ȇzîdî dȇ pareke pozîtîv bin ji xaka Kurdistanȇ, heman tișt bo Iraqȇ ȗ welatȇn rojava jî derbas dibe. Ȇzîdî șanaziyȇ bi her xakekȇ ku li ser rȗyȇ wȇ dijîn dikin. Herweha em baweriyȇ bi kȇșeya kurd wek miletekî jȇrdest ȗ bi Kurdistanȇ jî wek welat tînin. Kurd heta roja îro tȗșî trajediyȇn mezin hatine û berdewam tȇn tepeserkirinȇ ji ber xwepȇgiriya wan a neteweyî wek çawa di Helpçe de rȗda. Kurd miletekî xwedanmaf in: Yezda rȇzȇ jibo tȇkiliyȇn hevbeș bi gelȇ kurd re digire ȗ Kurdan wek birayȇn ȇzîdiyan hesab dike, lȇbelȇ nabe ku ev tȇkilî jibo guhertina rastiya ȇzîdiyan wek nasnameyeke ethno-dînî ȗ çandî ku taybetmende, werin bikaranînȇn.
Rȇzgirtina me jibo tȇkiliya birayane bi kurdan re û herweha hevbeșiyȇn di navbera me de wek xak ȗ ziman gereke jibo avakirina tȇkiliyeke terazûdar di navbera kurd û ȇzîdiyan de werin bikaranîn. Ev tȇkilî gereke li ser bingeha rȇzgirtin hevberdȇl, lȇ ne jibo helandina bi zorȇ were avakirin.
Mirov dikare rewșa ȇzîdiyan bi a cihȗyan re beramber bike. Nasnameya Cihȗyan li ser bingeha theoriya gelȇ cihȗ (Jewish Peoplehood) ava ye. Cihû gelekî li piraniya dewletȇn dinyayȇ dijî û wek hemwelatî jî serbilind in bi dewöetȇn xwe, lȇbelȇ dîroka tepeserkirina wan jiber xwepȇgiriya wan ew mecbȗr kirin ku xwe bikin gelȇ cihȗ. Ev halȇ Ȇzîdiyan e jî. Ȇzîdî jî ȇzîdî li pey raman “Jewish Peoplehood“ û gereke rȇz jibo vȇ xwepȇgiriyȇ paș fermana ȇzîdiyan were girtinȇ ȗ ew li Iraqȇ ȗ Kurdistanȇ bi vî rengî ȗ ne li jȇr sîwana nasnameyeke din werin qebȗlkirinȇ.
Yezda daxwaz dike ku danȗstandin bi ȇzîdiyan re wek gurȗpeke ethno-dînî a cuda were kirinȇ ȗ hemi mafȇn wan li Kurdistan ȗ Iraqȇ li ser vȇ bingehȇ werin dayînȇ. Bȇyî vȇ yekȇ ȗ rȇdayînȇ bo ȇzîdiyan ku xwe wekî xwe ȗ bi taybetmendiya xwe bidin nasandinȇ, ȇzîdî dȇ mecbȗrî koçkirinȇ ji xaka xwe bibin.
Yezda daxwaz dike ku navȇ ȇzîdiyan di nav pȇkhatiyȇn iraqî were derbaskirin, ȗ herweha ji Kurdistana Iraqȇ jî daxwaz dike ku ȇzîdî wek gelekî taybetmend ku hemî problemȇn wan ji ber taybetmendiya wan tȇn serȇ wan, were qebȗlkirin. Mayîna ȇzîdiyan li Kurdistanȇ jî girȇdayî vȇ parastina vȇ yekȇ. Herweha ji biraderȇn di #PKK# U YPG jî tȇ xwestin ku dest ji ferzkirin raman ȗ aydyolociyȇn cihȇ ku ligel ramanȇn civaka ȇzîdiyan li Șingalȇ ȗ Sȗryayȇ naguncin berdin. Mafȇ ȇzîdiyan yȇ kamil heye ku daxwaza taybetmendiya xwe, wek kildan, suryan, așȗrî. Ermenî, turkmam ȗ șebekan ȗ yȇn din, bike.
Kȇșeya ȇzîdî piștî cînosayda 03.08.2014an bû kȇșeyek mirovane, ew kȇșeya komelgeheke bi serȇ xwe, bi hezaran jinȇn sebîkirî, hezaran revandî ȗ bi darȇ zorȇ misilmankirî ȗ sedhezaran koçberkirî. Kȇșeya ȇzîdî ji çarçeweya xwe a xwecihî derket ȗ bȗ kȇșeyek herȇmî ȗ navdewletî.
Yezda daxwaza yekîtiyeke ȇzîdî li ser vȇ helwestȇ dike ȗ herweha ji Civka Rȗhanî a Ȇzîdiyan a Bilind ȗ tevaya hȇzȇn ȇzîdî yȇn eskerî ȗ siyasî ȗ civakî ȗ herweha kesayetiyȇn ȇzîdî daxwaz dike, ku piștgiriya helwesta Yezda a eșkere bikin, daku bibe helwesta hemi ȇzîdiyan.
Imze: Civata rȇvebiriya Yezda
[1]