Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn
  

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê


Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  532,108
Wêne
  113,355
Pirtûk PDF
  20,695
Faylên peywendîdar
  109,260
Video
  1,734
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,337
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,430
عربي - Arabic 
32,851
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,387
فارسی - Farsi 
11,712
English - English 
7,833
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,811
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,582
MP4 
2,883
IMG 
208,919
∑   Hemû bi hev re 
244,902
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ...
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 me...
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma...
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya...
Efsaneyeke çiyayê Agirî: Ahmet Kesîp (Cemşîd)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Efsaneyeke çiyayê Agirî: Ahmet Kesîp (Cemşîd)

Efsaneyeke çiyayê Agirî: Ahmet Kesîp (Cemşîd)
Efsaneyeke çiyayê Agirî: Ahmet Kesîp (Cemşîd)
Cemşîd Serhed

Ahmet û hevalên xwe du salan bêxeber li serê çiyayê Serhedê dimînin. Di Mijdara 1982’an de têkiliyek çêdibe û diçe Başûrê Kurdistanê ji perwerdeyê derbas dibe. Hevalên ji Filistînê vegeriyane Mehmet Sevgat (Bedran) û Kazim Demirtaş (Aydin), perwerdeya leşkerî didin wî. Ew jî behsa du salên xwe yên li serê çiya ji wan re dike.
Gêloyan beşek ji eşîra Celalîyan e ku bi pirranî li Azerbeycan, Qers, Îdir û Bazîdê dijîn. Malbata Ahmet Kesîb li gundê Qerehaciliyê yê ser bi navçeya Aralixa Îdirê dijî. Malbata wî wekî malbata Mîrzoyê Bavkuj dihat binavkirin ji ber ku Mîrzo bavê xwe kuştibû. Bavê Ahmet Kesîp, Qasoyê Mîrzoyê Bavkuj mêrxasek bû ku li herêma çîyayê Agiriyê navdar e. Mîrzo ji ber mêrkuştinê bi metirsiya girtinê demeke dirêj li serê çiyê jiyaye. Qasoyê Mîrzoyê Bavkuj li çiyayê Agiriyê xwedî du deveran e. Heya pez bikare biçêre, li zivîngehê dima. Dema ku çêre nema yan jî dema ku berf barî, pezê xwe dibir gova li Çetîndereyê. Çetîndere wek cih dikeve zikê çiyayê Agiriyê. Rêya erebeyan nîne, loma pêdiviyên xwe li pişta heywanan dikirim û wisa dianîn. Qaso du jinên wî hene û navê her duyan jî Xezal e. Herçî Qaso ye, 16 qîz û 6 lawên wî hene û wî tenê Ahmet Kesîp dabû xwendin.
Ahmet Kesîp sala 1958’an li gundê Qerehaciliyê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn û lîseyê jî li Îdirê dixwîne. Li cihê lê mezin bûye, Kurd û Azerî hene. Loma nakokiya di navbera Kurd û Azeriyan de zindî ye. Kurd koçer in, havînan li zozanan zivistanan jî li deştan dimînin. Li bajaran bi giranî Azerî dijîn. Dikandar hemû Azerî ne. Azerî heqaretê li Kurdan dikin û malên wan bi erzanî ji wan distînin. Heta hejmara Kurdan li nav bajarî zêde nebe, ev rewş dê dewam bike. Tevî vê rewşê xwendevanên Kurdan jî tim di nav lêgerînekê de ne. Destpêkê rastgir û çepgir hene. Kurd çepgir, Azerî jî rastgir ango MHP’yî ne. Dema Tevgera Azadiya Kurdistanê li Serhedê dest bi xebatan dike, Îdir jî para xwe jê digire. Ahmet Kesîp, Yusuf Adet, Ekrem Kayalar jî di nav de komek ciwanên Kurd li Îdirê dest bi xebatê dikin. Ahmet Kesîp bi taybetmendiyên xwe derdikeve pêş. Li ku derê be, divê înîsîyatîf di destê wî de be. Dema ku xwendekar e, ew di çalakiyên li dijî faşîstan de tim li pêş e û wek serkar û fermandarekî tevdigeriya. Li eniya pêşiyê li hember faşîstan şer dike û fermanê dide ku hevalên wî şer bikin. Wêrek e û kesên li derdora wî jê fedî dikin. Ew şagirtên li dor wî, dema şerkirina Ahmet Kesîp dibînin, çiqas tirsonek jî bin radibin ser xwe û tevlî şerî dibin. Ew wêrekiya Ahmet Kesîp tesîrê li ser şagirtan çêdike û ji hev re dibêjin “Kuro hela lê binêre kurê Qasoyê Mîrzoyê Bavkuj, Ahmet Kesîp çawa bêtirs dihere ser faşîstan. Qasoyê bavê wî jî, ji cendermeyên Roma Reş neditirsiya. Heger em neçin ser faşîstan Ahmed dê were li mektebê me rezîl bike”. Cihê ku Ahmet Kesîp lê, heger însanên dudil yan jî naxwazin beşdarî têkoşînê bibin hebin, ew wan însanan qanih dike.
Li Îdirê dibe pêşengek
Ahmet, di sala 1978’an de dema lîseyê dixwîne bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe. Ew li Îdir û derdora wê bi têkoşîna xwe tê naskirin. Êdî nabêjin Ahmedê Qasoyê Mîrzo, wekî Ahmedê şoreşgerê Kurdistanê tê binavkirin. Ew dibe ruhstînê faşîstan. Dema faşîst bizanin Ahmet li wir e, li rêya revê digerin. Poşman dibin ku êrişî şoreşgeran kirine. Bi wêrekî û çalakvaniya xwe ve li Îdirê dibe pêşengek. Rojeke wî bê çalakî nabihure.
Piştî darbeya leşkerî dema rêveberîya pihêtkirî li Kurdistanê hate îlankirin, xebata li bajaran pirr zehmet dibe. PKK xebatên xwe derbasî gundan dike. Kesên hatine naskirin jî ji bajaran derdikevin diçin cihên ku kontrola dewletê lê zeîf e. Ahmet jî diçe aliyê Qers-Dîgorê û di grûba Huseyîn Makal de cihê xwe digire. Di sala 1979–80’yî de li Qersê çar grûbên çekdar hene. Îdir, Qulp, Qaxizman, Dîgor û Mêrdînîk. Ev grûbên gerîlayan gund bi gund digerin û propagandaya şoreşê dikin. Kesên sîxuriya dijmin dikin, bêyî ku werin hişyarkirin têne kuştin. Yek ji van ji Bazarcixê, Îsmet Hatunogullari ye. Çiqasî hişyar dikin jî dest ji sîxuriya xwe bernade. Loma biryar didin ku Îsmet Hatunogullari bikujin.
Cuntaya 12’ê îlona 1980’yî nû hatiye ser desthilatdariyê. Îsmet Hatunogullari jî baweriya xwe bi vê yekê tîne û dest bi tespîtkirina cihê şoreşgeran dike da ku wan radestî dewletê bike. Ji bo xwe çend hevalan çêdike û ji wan re dibêje “Îro derfeta me heye ku em ji van çend gedeyên ku bûne bela serê me, xwe xelas bikin yan na dê jiyana me biherimînin.” Komeke gerîla, Ahmet jî di nav de, Cotmehê bi ser mala Îsmet de digirin. Îsmet hema bi lez xwe li bin kursiya ku jina wî li ser rûniştiye, vedişêre. Hacer Subaşi jî ku yek ji sempatîzanên tevgera azadiyê ye, ji bo temaşekirina televîzyonê wê şevê çûye mala Îsmet. Çima çûye mala Îsmet ew jî tiştekî din e. Hacer radibe diçe cem Ahmet û dibêje “Heval tiştekî nekin”. Hacer, Ahmet nas dike lê Ahmet jê Hacerê nas nake. Ahmet wisa difikire ku ew qîza Îsmet e û ji bo Îsmet bifilite hatiye wî mijûl bike. Lûleya tifinga G3 dike singê Hacerê û guleyê berdide wê. Hacer dikeve erdê. Dibe qîre qîra jinan û gerîla neçar dimînin ji malê derkevin, loma Îsmetê sîxur nayê kuştin. Li vir jî xuya ye Ahmet xwedan însîyatîfek e di cih de biryara xwe pêk tîne. Lê nizane ku sempatîzaneke PKK’yê kuştiye. Piştre dema hîn dibe ku kesa hatiye kuştin ne qîza Îsmet e li ber xwe dikeve û dibêje “Min qet texmîn nekir ku kesek wisa nêzî rêxistinê here mala wî sîxurî. Gelek zora min diçe ku Îsmet nehat kuştin û şûna wî bênamûsî welatparêzek hate kuştin. Lê ez heya hebim ji bîr nakim. Derfeta min hebe ez ê herim cem malbatê lêborîna xwe bixwazim.” Lê belê Ahmet nikare here, hevalekî din li ser navê rêxistinê diçe û lêborînê dixwaze û serxweşiyê dide malbatê. .
Tenê pênc gerîla li serê çiyayan dimînin
Dema cunta 12’ê Îlona 1980’yî dest datîne ser rêveberiyê, têkiliya rêxistina Serhedê bi partiyê re qut dibe û gerîla du salan li serê çiyayan dijîn. Rojên wiha zehmet rojên girîng in û mirov xwe diceribîne. Bi sedan qadro û sempatîzanên partiyê hene. Dema zehmetî dest pê dike, nikarin li gundan bijîn, diçin li serê çiyayan dijîn. Dema ku hinekî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, mixabin gelek kes ji rêxistinê dûr dikevin. Tenê pênc gerîla li serê çiyayan dimînin. Ew kesên ku ji xwe re digotin, “şoreşger” ji holê winda dibin. Ahmet Kesîp jî yek ji wan pênc gerîlayan e.
Ji ber hatina cuntayê, li her derê operasyon hene. Koma gerîlayan li çiyayê Agiriyê asê dibe û diçe aliyê Îdirê. Ji xeynî Ahmet, kes ne erdnîgariyê ne jî gelê wê derê nas dike. Loma barê wî giran dibe. Ew ji bo ku ji bo gerîlayan erzaqê bîne, diçe Çetîndereya ku pezê Qasoyê Mîrzo lê diçêre. Dema dibe şev li govê ranazê û di cih de vedigere cem hevalên xwe. Ji wan re dibêje, “Em ê li vî çiyayî razên û berbangê ji vir herin.” Di heman demê de eskerên ku derketine operasyonê ji bo ku berbangê bi ser wan de bigirin, tên dora Çetîndereyê digirin. Xezala dayika Ahmet lê dinêre dengê seyan pirr tê. Diçe Ahmet ji xewê şiyar dike û dibêje, “Zû ji vir herin ev se belasebeb naewtin, esker hatiye derdora govê girtiye.” Ahmet û Mehralî Yilmaz bi lez ji hundir derdikevin û berjêr direvin. Esker wan ferq dike û dide pey wan. Ahmet ji milê xwe birîndar dibe. Ew ji bo ku xwîna wî nerije ser berfê û esker nizanin ew birîndar bûye bi lepikê di bêrîka xwe de birîna xwe dişidîne. Nêzîkî gundê Aticiyê xwe dixe binê berekî û xwe vedişêre. Esker didin pey Mehralî Yilmaz û êdî Ahmet ji bîr dikin. Wê rojê pezên xalê Ahmet Kelo li wê derdorê diçêrin. Kelo rastî Ahmet tê. Hildide dibe govê. Bangî Qaçoyê pismamê xwe dike. Qaço li wê herêmê kesekî navdar e ku cihê şikestî dicebirîne. Milê Ahmet dipêçin. Pezekî ser jê dikin. Berdûyê pezî rojane datînin ser birînê ji bo kêma birînê bikişîne û derîne. Goşt jî didin Ahmet ji bo ku birîna wî zû pak bibe. Çar roj şûnda xebera gerîlayên din jê çêdibe ku Ahmet birîndar bûye.
Dema gerîla diçin Ahmet di nava cihan de dibînin, li ber xwe dikevin. Bavê wî Qasoyê Mîrzo li ber serê Ahmet rûniştiye. Berê xwe dide gerîyalan û dibêje, “Ahmet lawê min bûya nedirevî û eskeran jî ji para ve gule lê nedixist. Gerek wisa bikira yek esker jî sax nefilitiya. Ez Qasoyê Mîrzo me, min mêr kuştin û li van çiyan bi salan bi qaçaxî geriyam. Dewleta Romê zalim e. Gunehê wê bi kesî nayê. Apê we şîretekê li we bike. Hûn ciwan in tecribeya we tine ye. Li serê çiya tî, birçî û ji sermayê bimirin lê belê tu carî teslîmî Roma Reş nebin û bila ev yek neyê hişê we.”
Îdrîs Okmen dibêje, “Apê Qaso rast e em ciwan in, tecribeya me ya şerî tine ye. Lê baweriya me xurt e. Dema em ketin ser rê me hisabê vê yekê kir. Dibe ku zehmetî hebin, xem nake, ev çar roj in Ahmet ji me qetiyaye û em li şikeftê birsî jî man. Roj bi rojê dê tecribeya me zêdetir bibe. Hûn ê behsa tecribeyên xwe ji me re bikin, em ê jî zêdetir hîn bibin. Ew gotina te ya ‘xwe teslîmî dewletê nekin’ pirr xweşa me çû. Niha ez ê lîsteyekê bidim te, dermanên ji bo me pêwîst ji me re bîne. Lê ji kesekî re tiştekî nebêjin. Hêvîdar im birîndariya Ahmet neçûbe guhê dewletê. Bila kesek xeberê negerîne, ji devê xwe gotinekê nefilitîne.”
Tiştek tune ye ku bavêjin ser xwe û bi şevan xwe ji sermayê biparêzin
Sîxur ketine dewrê da ku Ahmet radestî dewletê bikin û birîndarbûna Ahmet li her derê belav dikin. Dibêjin, milê wî girêdayî ye, malbata wî lê xwedî derketiye. Bi vî awayî di demeke kurt de dewlet jî pê dihese. Sîxurekî mîna Mecît Hun dibêje, “Qaso, xwedê lawê te parastiye, heger gule hinekî din wê de lêketa, dê li pişta wî biketa û ji pêsîra wî re derketa. Wê demê tu dê biçûya ser cinazeyê wî. Tu ya min bikî, em wî bînin teslîmî dewletê bikin. Ez wê sozê didim ku nahêlim sîlekê jî lêxin. Herî zêde çend salan dê razê û derkeve.” Bi vî hawî Qaso razî dike. Mecît Hun, Qaso dide pêşiya eskeran da ku cihê Ahmet lê hiştiye, nîşanî wan bide. Berbanga sibê dûrbînê diavêjin cihê ku Qaso nîşanî wan dide. Li wê derê tijî esker kom bûne û li Ahmet digerin. Lê dereng mane. Gerîlayan cihê xwe guheriye. Gerîla demildest civîna xwe çêdikin. Dibêjin “Kesê li vir dizane Ahmet e, sîxuran Qaso razî kiriye û li pey me digerin. Çiya çiqasî baş be jî lê heger gel nebe, xêra wî çiyayî jî nîne. Niha em çiyayê Agiriyê biterikînin û herin Qulpê. Ji ber ku mintiqeya Azeriyan e, zêde bala dijmin nakişîne.” Ahmet ji ber ku çiyayê Agiriyê baş nas dike, bi milê xwe yê birîndar dide pêşiya gerîlayan û rê nîşanî wan dide. Bi vî hawî gerîla çiyayê Agiriyê terk dikin.
Şansê gerîlayan heye ku zivistan baş derbas dibe. Berf nabare. Nexasim tiştek tine ye ku bavêjin ser xwe û bi şevan xwe ji sermayê biparêzin. Rojnameyên ku ji bo xwendinê anîne, navêjin û bi şevan pê pişt, pêsîr û delingê pantolonê xwe dipêçin û wisa hinekî debar dikin. Ji bo Ahmet jî diçin betaniyekê ji gundiyan distînin. Ji ber ku baran hatiye lêhiyê erd kiriye herî û li hinek cihan av jî kom bûye. Gerîla diçin darên li ber avê jê dikin da ku av here û wan daran jî tînin ber kendaleke kêmber û ji bo ku xwe ji hewayê sar biparêzin çarberekê çêdikin. Ji bo derî jî telîsekî peyda dikin. Lê belê pirsgirêka ardûyê heye û dar şil bûne. Loma kokê gihayên hişk bûne kom dikin. Koka gezgezê ji hemûyan baştir e. Gewda wê zêde li ber xwe dide. Koka gengezê di nav çarberê de vêdixin û dema li hundir dû namîne, sêlekê datînin ser devê çarberê. Dema dibe şev her kes lingê xwe dide ber çarberê û telîsekî jî davêje ser lingê xwe. Bi vî hawî bi saya tîna çarberê laşê wan germ dibe. Herçî Ahmet e, ji bo necemide wî dixin nava xwe. Heya germahî hebe, çend saetan dikarin xew bikin.
Du salan bêxeber li serê çiyayê Serhedê
Piştî çil û pênc rojan birîna Ahmet baş dibe û milê wî vedikin. Lê destê wî rast nabe, xwar dimîne. Ji ber ku nizanin dê çi bikin ji gel pirsyar dikin. Jineke extiyar dibêje, “Zendê wî kirêç girtiye. Divê hûn rojê du caran, bi qasî saetekê bi rûnê zeytûnê û pê pembo miz bidin. Dawiyê şimayê li ser cawekî germ bikin û heta zendê wî sist bibe û vebe, daynin ser cihê kirêçgirtî. Bila bi alîkariya cawekî hereketan bike. Hinekî dereng bikeve jî di nav çend mehan de dê vebe.” Her wiha ji bo şimayê germ bikin, tupekî gazê yê piçûk tînin. Herin ku derê, wî tûpî li pişta xwe digerînin. Gerîla dema milê Ahmet miz didin diwestin, gerîlayê westiyayî radibe yekî din dikeve dewsa wî û dest bi mizdanê dike. Ahmet jî ji henekan hez dike û ji wan re dibêje “Hêdî hêdî miz bidin, hûn wiha dewam bikin, hûn ê çermê milê min bi giştî rakin.”
Tevî vê yekê, nan jî nîne gerîla bixwin, tiştên hatine çandin peyda dikin û wisa debar dikin. Derfet kêm in û xwarin tine ye, hevalên cem Ahmet bi rojan birçî dimînin. Lê ji ber ku Ahmet birîndar e, jê re konserve anîne û danê konserveyekê didine wî. Ahmet carna naxwe û dibêje, “Hûn ê wiha cem min birçî bisekinin û ez ê jî konserveyan bixwim? Na, ev nayê qebûlkirin. Çendî hebe em ê bi hev re bixwin û dema qediya jî dîsa em ê bi hev re birçî bimînin.”
Îdrîs Okmen jê re dibêje, “Tu rast dibêjî, lê tu hesabê birîndariyê nakî. Tu xwarinê nexwî, birîna te pak nabe û her ku diçe wê xirabtir bibe. Kî ji me birîndar bûya, me dê heman tişt bikira.” Derfeta xweşûştinê tine ye loma kêç dikevin laşê gerîlayan. Ahmet ji ber ku milê wî girêdayîye nikare xwe bixurîne û ji hevalên xwe re dibêje “Heval hela zû were pişta min bixurîne, van mîratên kêçan ez xwarim. Xwîn di laşê min de nehiştin. Kêç jî dizanin milê min girêdayîye, bi rehetî xwîna min dimijin.”
Ahmet û hevalên xwe du salan bêxeber li serê çiyayê Serhedê dimînin. Di Mijdara 1982’yan de têkiliyek çêdibe û diçe Başûrê Kurdistanê di perwerdeyê re derbas dibe. Hevalên ji Filistînê vegeriyane Mehmet Sevgat (Bedran) û Kazim Demirtaş (Aydin), perwerdeya leşkerî didin wî. Ew jî behsa du salên xwe yên li serê çiya ji wan re dike.
Dîsa vedigerin Serhedê
Bihara 1983’yan di koma keşfê ya Serhedê de cih digire. Di bin fermandariya Vesîm Aras (Dişçi Cafer) de Ahmet Güler (Mahîr) û Ahmet Kesîp (Cemşîd) diçin Serhedê û amadekariya şerê gerîla dikin. Di sala 1984’an de Ahmet di bin fermandariya Vesîm Aras de tevlî grûbeke ji deh gerîlayan pêk tê dibe û berê xwe dide Serhedê. Ew sal sala îlankirina artêşa Kurdistanê ye. Ahmet jî di Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya Ş. Akîf Yilmaz de cih digire û li herêma Qaxizman û Îdirê xebata xwe dike.
Di sala 1985’an de di bin fermandariya Mehmet Ertürk (M. Elî) de di grûbeke heft kesî de li çiyayê Agiriyê xebata xwe dimeşîne. Di nava sê mehan de gelek çalakiyan li dar dixin û navûdengê çalakiyên wan li Kurdistanê belav dibe. Dijmin ji bo pêşiya şerê gerîla bigire, gundiyan neçarî sîxurî û sîstema nobetdariyê dike. Wê demê li her gundekî Kurdan di navbera malbatan de dubendî heye. Dewlet ji bo karê xwe bi rehetî bike, hewl dide nakokiyên di navbera van malbatan de kûr bike. Kesên ku derdikevin nobetê ji wan malbatan in ku navbera wan bi malbatên welatparêz re nebaş e. Armanca nobetê ew e ku dema gerîla diçin gundan, xeberê bidin dewletê û îxbariyê bikin. Muxtarê gundan rojane saloxan didin qereqolan. Sîxurî li derdora malbatên şoreşger belav dibe. Mixabin malbata Ahmet jî yek ji van malbatên sîxur e.
Karê sîxuran
Dema Ahmet Kesîp birîndar dibe xalê wî Kelo lê xwedî derdikeve. Ev yek di nav gundiyan de dibe mijara suhbetê û dibêjin, “Heke Kelo Ahmet nedîtibûya û nebira lê xwedî derneketa, dibe ku vê zivistanê tiştek bihata serê wî. Helal be Kelo Camêr e.” Ev gotin, diçin ber guhê dewletê. Dewlet banî Kelo dike û jê re dibêje, “Em dizanin te çawa Ahmet bir û birîna wî kewand û sax kir. Niha jî tu dê wî bînî û radestî me bikî.” Kelo destpêkê înkar dike lê dema ku yek bi yek jê re dibêjin ka çawa li Ahmet xwedî derketiye, gefan li Kelo dixwin û dawiyê Kelo sîxuriyê qebûl dike. Ahmet banî Kelo dike û dibêje, “Xalo em dizanin dewletê banî te kiriye, hinek şîret li te kirine da ku tu bi wan re bixebitî, bibî sîxur, cihê me tespît bikî, xeberê bidî dijmin û komê bidî îmhakirin. Dewlet dixwaze te bi destê me bide kuştin. Dev ji vî karê qirêj berde.” Kelo dibêje, “Ahmet tu çawa ji vê yekê bawer dikî, ez sond dixwim ku dê zirara min negihêje te. Tu lawê xwîşka min î, ez ê çawa vê bêbextiyê li te bikim.”
Ahmet dibêje, “Xalo tu dîsa rast xeber nadî. Tu zirarê nedî min, tu dê bidî hevalên min. Me tu şiyar kirî. Heger siberojê zirara te bigihêje me, xwe kuştî bizane. Em te şiyar dikin. Lê tu dest ji karê qirêj bernadî û tu çawa nêzîkî me bibî, em ê jî wisa nêzîkî we bibin.”
Dewleta Tirkan ap û xalê Ahmet dike sîxur. Şansê gerîla nemaye yan dê dev ji herêmê berdin û herin cihekî din yan jî kesên bûne sîxur dê îmha bikin. Grûba gerîlayan biryar dide ku sîxurê gundê Qerehaliciyê bikujin. Gundî çûne zozanan û li gundan kêm kes mane. Ahmet jî diçe mala apê xwe Tajdo û dibêje “Apo were civîn heye em herin civînê.” Tajdo dibêje, “Ahmet ez nayêm. Ez dizanim çima tu me dibî wê derê. Tu dê me bikujî. Min li vir bikuje baştir e.” Ahmet dibêje, “Apo ez ê çima te bikujim. Heya niha me tiştek negotiye te. Çima ev tişt têne bîra te. Wisa xuya ye te niyeteke xirab heye, qey heya niha tu bi dijmin re dixebitî û me nedizanî. Te dixwest tu derbeke mezin li me bixî, va ye tu li xwe mikur tê ku tu sîxurê dewleta Tirkan î. Em herin cem kîjan Kurdî û bibêjin, were em herin civîna me heye, di cih de radibe û tê tevlî civînê dibe. Ti kes wekî te nafikire.” Tajdo xwe davêje erdê. Ahmet dike nake îqna nabe. Keleşê datîne ser singê Tajdo û lê dide, wî dikuje. Jina Tajdo Asê û lawê Tajdo Cemal (Cemo) êrişî Ahmet dikin ku tifingê ji destê wî bistînin û wî bikujin. Fuat Aslan (Azad) lê dide û her duyan jî dikuje. Gerîlayên mala Kelo sekinîne jî lê dinêrin ku Ahmet derengî ket û nehat. Mehmet Ertûrk, Kelo û Turgut Tirpan dikuje. Asê û Cemal (Cemo) ne ajan in lê ji ber tevgerên xwe têne kuştin. Rojnameyên Tirkan piştî demeke gelek dirêj behsa vê bûyerê dikin û dibêjin Ahmet Kesîp ji malbata xwe pênc kes kuştine.
Ji ber kuştina van sîxuran, sîxurên li herêma Serhedê dikevin nav tirseke mezin. Her kes ji xwe ditirse û dibêje, “Îjar dora me ye”. Sîxur ji tirsan dev ji zozan û gundan berdidin û diçin bajaran li cihên ku ewle ne û dikarin xwe biparêzin û destê gerîlayan negihêje wan, bi cih dibin. Hinek sîxur xeberê didin gerîlayan û dibêjin, “Heger hûn me efû bikin, em ê dest ji sîxuriyê berdin.” Helbet gelek kes jî hebûn ku gerîlayan bawer nedikir ku dê bibin sîxur, dema ku ji gundan reviyan û çûn bajaran, eşkere bû ku sîxur in.
Dewlet dike nake nikare Ahmet Kesîp mirî an sax bigire
Ji ber çalakiyên gerîlayan, operasyon pirr têne kirin. Rojekê Ahmet lê dinihêre esker derketiye operasyonê û ketiye pey şopa wan. Lê esker naçin bajêr û da ku şev lê bimînin cihekî baş ji xwe re dibînin. Esker wisa zen dikin ku her der kontrol kirine, gerîla tine ne û wisa bê tedbîr bi rehetî hereket dikin. Dibin çend grûb û bi cih dibin. Ahmet Kesîp xwe nêzîkî wan dike, heta ew nobetdarê xwe derînin li wan direşîne. Leşker matmayî dimînin û nizanin ka ev çi bela ye hate serê wan. Barê wan daniye, ji ber lêdana Ahmet tê de teqîneke mezin çêdibe û agir bi wan dikeve. Hawar û qîra wan li çiyayê Agiriyê olan dide. Rojtira din, du helîkopterên skorskî heft caran tên û kuştî û birîndarên xwe dibin Bazîdê. Li aliyê din haya grûbê jê nîne, ew dengê teqînê çi ye û ji ku tê. Pirr meraq dikin ku tiştek hatibe serê Ahmet. Dema Ahmet diçe civana rêxistinê, li çiyayê Agiriyê operasyoneke mezin derdikeve. Li gorî ku dewletê bihîstiye 800 gerîla li çiyayê Agiriyê hene. Loma hesabê 800 gerîlayî dike û bi hêzeke mezin derdikeve operasyonê. Di 20’ê Tebaxa 1985’an de di navbera gerîla û leşkeran de şer diqewime. Mehmet Erturk, Fuat Aslan û Feyad Alkan pakrewan dibin û du gerîla birîndar dibin. Ahmet dema vedigere vê bûyerê dibihîze. Dema tê gerîlayên nû tevlî refên rêxistinê bûne. Yek ji van jî danîne kêleka Ahmet. Lê dema Ahmet radizê baweriya vî gerîlayî dişike û çeka xwe digire berê xwe dide qereqola dewleta Tirkan. Ahmet dema ji xewê şiyar dibe, lê dinihêre ku Îbrahîm tine ye. Çiqasî gazî wî dike bersivê nade, fam dike ku çûye cem dijmin. Ahmet di cih de tiştê jê re bibe bar û giranî, dibe vedişêre û wê herêmê terk dike. Îbrahîm (Yunus Gül) diçe qereqolê rewşê dibêje û li helîkopterê siwar dibe û tê cihê Ahmet Kesîp lê hiştiye. Lê dewlet dereng maye Ahmet çûye.
Ahmet Kesîp tenê maye. Derbasî aliyê Îdirê dibe, heya payîza dereng li wir di nava gel de xebata xwe dewam dike. Rojekê dinihêre pezên cehşan hatine çiyayê Agiriyê. Ew jî diçe êrişî wan dike û pezên cehşan ji çiyayê Agiriyê derdixîne. Dewlet pê dihese ku Ahmet neçûye hêj li çiyayê Agiriyê ye. Ji ber ku Îbrahîm hemû agahî dane wan baş dizanin ku Ahmet niha tenê ye.
Cara yekem qanûna leşkerî ya rakirina şervanan, Ahmet Kesîp pêk aniye. Li herêma çiyayê Agiriyê pênc şivanan hildide cem xwe. Ji wan re dibêje, “Hûn ê werin bibin leşkerê Kurdistanê hûn ê leşkeriya dewletê nekin. Xwe hazir bikin em ê herin cem gerîlayan.” Bira û kurapê xwe jî di nav de 5 kesan hildide diçe Başûrê Kurdistanê. Ji ber van nêzîkatiyên Ahmet Kesîp PKK di kongreya xwe ya 3. de biryara qanûna leşkerî digire. Ahmet pêşengtiya vî karî dike. Di kongreyê de dibêje, “Xortên Kurdan dixwazin xizmeta welatê xwe bikin. Lê destê wan ji malbata wan nabe. Îleh divê kesek ji wan re bibêje, ‘Rabin em herin’. Wê demê nabêjin na û tên tevlî dibin. Xwe paşve nadin. Em bendî wan bisekinin, em nikarin rêxistina xwe mezin bikin û bibin artêş.” Ev gotinên Ahmet li xweşiya gerîlayan diçin.
Dibe endamê komîteya navendî ya PKK’yê
Di Kongreya 3´yan a PKK’yê de Ahmet Kesîp wek endamê komîteya navendî ya PKK’yê tê hilbijartin. Piştre faeliyetên xwe li Botanê dewam dike. Di 25'ê Gulana 1988’an de dewleta Tirk operasyonê dike. Li herêma Şemzînanê di navbera gerîla û leşkerên Tirkan de şer diqewime. Di encama vî şerî de Ahmet Kesîp û 8 gerîla pakrewan dibin. Lê cenazeyên wan nedan malbatên wan. Bi îhtîmaleke mezin, ew birin avêtin Newala Qorî ya li Hespistê. Ahmet Kesîp, neferekî baweriya wî pirr xurt bû. Dema pakrewan dibe, generalê Tirkan Erdal Sarizeybek diçe ser cenazeyê wî û matmayî dimîne. Lê mêze dike ku Ahmet dikene. Paşê diçe ji derûnnasan dipirse: “Me di şerî de hinek terorîst kuştin. Di nav wan de Ahmet Kesîp jî hebû. Mirîbû lê dîsa jî rûyê wî biken bû. Gelo ev çawa çêdibe?”
Malbata wî tevî dijmin hereket kir
Ahmet pirr girêdayî doza xwe bû lê mixabin malbata wî li dijî wî bû astengiya herî mezin. Malbata wî tevî dijmin hereket kir û bû sedema kuştina wî. Kêm însan dikarin xwediyê vê helwêsta Ahmet bin. Loma ew di vî warî de di Kurdistanê de mînakeke serbixwe ye. Wêrekiya xwe ji bîr û baweriyê digirt. Her tişta xwe ji bo şoreşê feda kir. Tiştekî jê bitirse tine bû. Mal û milk ji bo wî ne giring bû. Tişta heyî çeka wî û canê wî bû. Nedigot, “Bila ez nemirim û tiştek bi min neyê.” Jixwe, heger fikreke wisa hebûya, tevlî tevgera azadiya Kurdistanê nedibû. Cihê Ahmet Kesîp lê maye, ji bo hevalên wî bûye nimûne. Kesên dudil jî dema Ahmet Kesîp dibînin, dikevin tevgerê, dest ji sistiya xwe berdidin, bi coş tevdigerin.
Dema Radyoya Êrîvanê dihat ser beşa Kurdî
Herêma lê mezin bûye, Kurdîniya wan zindî ye. Kurdiya Ahmet baş bû. Devoka eşîra Gêloyan pirr cuda ye û wî jî devoka xwe ya li Îdirê parastiye. Kesên ne ji wê herêmê, bi hêsanî ji axaftina wan fam nakin û bi zehmetî têdigihêjin. Ahmet Kesîp, dema diçe Qersê demekê van zehmetiyan dikişîne, dawiyê vê pirsgirêkê çareser dike. Ji govendê û stranên govendan pirr hez dikir. Loma ji bo ku bikare hînî van stranan bibe li ser naveroka stranên gelêrî disekinî. Dema di navbera 1980 û 1982´yan de gerîla bû, tenê bi radyoyê haya wî ji dinyayê çêdibû. Dema Radyoya Êrîvanê dihat ser beşa Kurdî, Ahmet di cih de radibû diçû cem radyoyê rûdinişt û têkiliya xwe bi her tiştî re qut dikir. Di radyoyê de stranên dihatin gotin, ji ber dikirin. Nexasim jêhatina wî ya jiberkirinê xurt bû û di demeke kurt de ji ber dikir. Dema stranên radyoyê diqediyan, di cih de radibû diçû Ahmet Guler radikir û digirt govendê. Ahmet Gulerî her çiqas ji dîlanê hez nedikir jî ji bo ku dilê Ahmet nehêle, diçû beşdar dibû û di dîlanê de alîkariya wî dikir. Lê belê di warê strangotinê de ew hunerê Ahmet Guler tine bû. Wê demê Ahmet Kesîp tenê stran digotin û kesekî lê vegerîne tine bû. Dema çû Başûrê Kurdistanê, kêfa Ahmet pirr hat ji ber ku li wir gerîla pirr bûn, bi rehetî dikarî dîlanê bigerîne. Her wiha kesên ku stranan lê vegerînin jî hebûn. Tim bi dengekî bilind stran digotin. Bi vê taybetmendiya xwe bi gel re zû têkilî didanî. Li her cihê ku diçûyê digot, “Govendên we çawa ne, werin hînî min bikin, stranan jî bêjin, ez ê li we vegerînim da ku hînî wan jî bibim. Armanca min ew e ku çend lîstik û govendên Kurdan hebin, hîn bibim.” Di heman demê de kilam jî baş digotin. Dema destê xwe dibir ser kerika guhê xwe, yek du sê kilam li pey hev digotin û kesî nedikarî Ahmet bide sekinandin. Herî zêde ji kilama Gariso hez dikir û her dem ev kilam digot.
Ji bo ku şaşî çênebe pir hesas tevgeriyaye
Mirovekî ji nav gel bû û dizanî bi kî re dê çawa biaxive. Bi piçûkan re piçûk, bi mezinan re mezin bû. Hem mamosteyê gel hem jî şagirtê gel bû. Li cihê diçûyê guhdariya gel dikir. Gelo pirsgirêka gel çi ye, çawa dikare çareser bike? Loma di vî warî de tim di nav lêgerînekê de bû. Ahmet jî zarokekî gundan bû. Li gundan xeyb û bêbextî tu carî kêm nabe. Gundî gelek caran hewl didin ku nakokiyên di navbera xwe de bi rêya gerîlayan çareser bikin û yê hemberî xwe wekî sîxur, merivê dewletê bidin îlankirin. Lê Ahmet ji bo ku şaşî çênebe di van mijaran de pirr hesas tevgeriyaye. Propagandaya xwe li ser esasê îqnakirina gel meşandiye.
Li çar perçeyê Kurdistanê şer kir
Fermandarekî mezin bû. Li devereke mîna çiyayê Agiriyê mezin bûye. Guhdariya çîrokên derbarê koçerî, eşîr û serhildana Agiriyê de kiriye û bi wan mezin bûye. Qehremanên serhildana Agiriyê li ser zarokan tesîreke mezin kirine. Her zarokek dixwaze bibe Biroyê Heskê Tellî. Piçûkahiya Ahmet Kesîp di bin tesîra Serhildana Agiriyê de dimîne. Dema derdora ku ji nav hatiye û îdeolojiya PKK’yê bû yek, bîr û baweriya wî xurttir bû. Li cihê ku lê dijî, dibe serwerek. Zarokên herêmê jî ew wekî serwerê xwe didîtin. Di bin fermana wî de tevdigeriyan. Li dibistanê jî bi heman awayî bû. Di gerîlatiyê de xwedan înîsîyatîf bû û ji ber xwebexşiya xwe, di nava gerîlayan de otorîteya wî dihat qebûlkirin. Heger zû pakrewan nebûya bi wê rol û mîsyona xwe dê bibûya fermandarê ARGK’ê. Dê şerê li Kurdistanê dihat berdewamkirin koordîne bikira. Çimkî li gorî vê yekê xwe perwerde dikir û perwerdeya xwe îhmal nedikir. Hem xwe perwerde dikir, hem jî gerîlayên li cem xwe. Li ser taktîkên şer pirr disekinî. Haya wî ji şerî hebû. Her tim digot, serokatiya stratejîk çiqasî xurt be jî heger serokatiya taktîkî nebe, keda te pûç dibe. Ji bo vê jî bi rol û mîsyona serokatiya taktîkî baş dizanî û li ser wê hûr dibû. Dixwest li Kurdistanê şerê gerîla belav bike û ji bo mezinkirina artêşê qanûna leşkerî tê hişê wî. Loma ji malbata xwe dest pê dike û vê rêbazê pêşniyazî rêxistinê dike. Li ser pakrewanbûna Ahmet Kesîp 35 sal derbas bûn. ARGK’ê yek ji fermandarên xwe yên herî mezin wenda kir. Bi pêşniyaza wî Artêşa Kurdistanê mezin bû û li çar perçeyên Kurdistanê şer kir. Kesên nû hatin tevlî nav refên gerîla bûn û navê Cemşîd li xwe kirin, rêya fermandarê xwe şopandin.
Heval Ahmet Kesîp (Cemşîd) soz daye û wesîyeta wî ji bo me ferman e. Çi dema ku me Kurdistan azad kir, wê demê em ê bibêjin, me wesiyeta wî bi cih aniye. Gora wî ne kifş e. Xwezî gora wî kifş bûya û wê rojê em biçûna ser gora wî, me mizgîniya azadiyê bida wî.
Hevalê delal li cihê xwe bi aramî razê, em ê bi hêza ku em ji te digirin, Kurdistanê azad bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 10 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 06-03-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 10 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.15 KB 26-11-2024 Aras HisoA.H.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Diya Ciwan
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Jiyaname
Mîna Acer
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Hasan Bîter
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985

Rast
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
24-11-2024
Sara Kamela
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
24-11-2024
Sara Kamela
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
01-12-2024
Sara Kamela
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
23-12-2024
Evîn Teyfûr
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
23-12-2024
Evîn Teyfûr
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  532,108
Wêne
  113,355
Pirtûk PDF
  20,695
Faylên peywendîdar
  109,260
Video
  1,734
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,337
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,430
عربي - Arabic 
32,851
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,387
فارسی - Farsi 
11,712
English - English 
7,833
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,811
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,582
MP4 
2,883
IMG 
208,919
∑   Hemû bi hev re 
244,902
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Diya Ciwan
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Jiyaname
Mîna Acer
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Hasan Bîter
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!