=KTML_Bold=Emro Ebid El-Hemîd - Erdê Zîkola=KTML_End=
Arz-u Zîkula (أرض زيكولا), Weşanên Aser Al-Kotob, r. 7-10
Wergera Ji Erebî: Siltana Eto
Dibêjin, hezkirin kor e. Û ew jî dibê, çawa min hez kir di cî de kor bûm. Lê ka çi bike? Hez kiriye û tiştê bûyî, bûye êdî. Her roj di odeya xwe de rûdine û careke din dinivîsine:
“Ez Xalid Hisnî, bîst û heşt salî me, beriya şeş salan ji Fakûlteya Bazirganiyê ya Zanîngeha Qahîreyê derçûm. Navê bajarê min Bihorfirîk e girêdayî parêzgeha Dehiqliyê. Daxwaza min a zewacê ligel yara min, îro cara heştan e hate redkirin. Ji ber heman sedemê.”
Li dîwêr nihêrî... Rûpel li ber heft rûpelên din quliband. Li ser rûpela yekem nav, paşnav û bajarê xwe û pê re jî, “Îro daxwaza min a zewacê ligel yara min hate redkirin.” dinivîsî. Li ser rûpela din, “Cara duyem hate redkirin.” û rûpela sêyem, “Cara sêyem.” û wiha hetanî rûpela heftan…
Paşê pala xwe da dîwêr û li jor nihêrî, bîranînên berî şeş salan hatin bîra wî. Wê demê, sala dawî ya zanîngehê bû. Qeder wisa lê qewimî ku Monayê, keça navçeya xwe li rêwîtiya berev bajarê zanîngehê nas bike. Gava ku hîn bû dest bi heman fakûlteyê bikin ji kêfan bi firê ket. Ji wê rojê ve rasthatinên wan bi qestî an ne bi qestî her ku çû zêdetir bû.
Ji bîranînan veqetiya û hate ser hemdê xwe, hilmeke kûr kişand, berê xwe da rûpela mezin ku bi dîwêr ve, jêrî her heşt rûpelan ve hatibû pêvekirin, li serê wiha dinivîsî, “Ji ber heman sedemê hate redkirin: Bavê Monayê yê dîn…”
Xalid, her dema ku peyva “dîn” dibihîst, bavê Monayê dihat bîrê, ne ew tenê ji bo hemû şêniyên bajêr wiha bû. Lê Xalid ji wan bêhtir bi dînitiya wî zilamî dihesiya. Ji roja ku xwendina xwe temam kiribû, dil dikir biçe xwazginiya Monayê. Di serdana ewilî ya mala wan de rastî bavê wê hatibû. Bavê dîn bi awayekî xerîb lê nihêrî û pirsî:
- Tu ji bo Monayê hatî?!
- Erê.
Bavê Monayê, her du birûyên xwe rakir û pirsî:
- Te di jiyana xwe de çi kiriye?
Rûyê Xalid sor bû, bi birûska pirsê re hinekî matmayî ma, bi zorê bersivand:
- “Te di jiyana xwe de çi kiriye?!” A rast min mebesta pirsê baş fêhm nekir, lê ez derçûyê Fakûlteya Bazirganiyê ya Zanîngeha Qahîreyê me û hûn dizanin dê û bavê min çûne ser dilovaniya Xwedê, ji çûkaniya xwe de li cem bapîrê xwe me. Ji leşkeriyê bexşandî me û niha jî li karekî guncav digerim.
Zilam lê vegerand:
- Qey tu ji yên din cuda yî keça xwe bidime te?!
Pişt re serdanê bi awayekî neyînî qedand û red kir.
Xalid texmîn dikir ku sedema redkirina cara ewilî, nedîtina karekî guncav e, lê pişt re tê derxist miheqeq sedemên din jî hene. Gava kar dît û careke dî dil kir ku biçe xwazginiya Monayê, lêbelê wekî cara ewilî heman pirs jê hate kirin:
- Te di jiyana xwe de çi kiriye?! Qey tu ji yên din cuda yî?!
Heya cara heştan jî wiha domiya û bavê Monayê ne qedir da hezkirina Xalid ne jî ya keça xwe. Cara dawî Xalid aciz bû û gotê:
- Min tiştek nekiriye, yanî çi bikim ka?! Ez dizanim tu leheng bûyî di şerê 73an de. Gelo li gorî we ev yek sedemek e ma, hûnê wiha heqaretê li me bikin?! Ango hûn ji keça xwe re lehengek dixwazin. Bibêjin çawa dikarim bibim leheng? Biçim şer bikim li Iraqê, hûnê kêfxweş bibin gelo?! Bi çavên tijî hêrs li bavê Monayê nihêrî.
- Ezê Monayê bixwazim, yanî her bixwazim bêyî rizaya te jî be.[1]