Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo da zanîn ku ew ji bo başbûna kalîteya nan li ser projeyekê dixebitin.
Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selma Barûdo li ser malpera Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da. Selman Barûdo got: Giliyên şêniyan di cih de ne û em ji hemû aliyan ve lêkolîn dikin û me diyar kir ku ev pirsgirêk dê were çareserkirin.
Barûdo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser destekeke mezin ji bo hilberandina nan dide, lê hîna pirsgirêk heye û wiha domand: Şêniyên herêmê dizanin me îsal genim ji cotkaran bi 2 hezar û 200 lîreyê Sûriyê kirî. Her toneke genim,tevî lêçûnan digihêje 2 milyon û 204 hezar û 740 lîreyî. Di heman demê de firin her tûrek nan bi 300 lîreyê Sûriyê difiroşin welatiyan. Lêçûna vê dikeve xezîneya giştî ku 180 hezar û 875 lîre ye, anku ji sedî 9 ji lêçûna li xezîneyê vedigere. Li gorî lêkolînekê, lêçûna her tûreke nan li ser Rêveberiya Xweser 2 hezar û 108 lîre ye, her kîloyek jî bi hezar û 687 lîreyên Sûriyê ye. Anku Rêveberiya Xweser li hember dabînkirina nan ji welatiyan re bi buhayekî guncaw gelekî zirar dike. Lê ruxmî wê em negihîştin armanca xwe ya ji bo nan.
Barûdo wiha pê de çû: Em dizanin hin pirsgirêk di mijara nan de derdikevin. Bi sedema erzanbûna wê wek êm ji bo sewalan tê firotin û di serî de bazirgan jê sûdê werdigirin ku bi qûta gel dilîzin. Li kêleka wê jî pirsgirêkek di mekanîzmaya belavkirina nan de heye.
Barûdo li dawiyê ev tişt got: Em niha danîna plan, bername û projeyan lêkolîn dikin. Dê ji wan biryar û giştîname ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên têkildarî nan derkevin.”[1]