Seîd Yûsiv (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1947an, Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê - m. 26ê sibata 2020, Stembol, Tirkiye) stranbêj û hunermendekî kurd bû. Hunermend Seîd Yûsiv ji bajarê Qamişlo yê Rojavaya Kurdistanê bû û di sala 1947an de ji dayik bûye. Yûsiv bi sedan kaset û bi sedan stran tomar kirine. Li amûra bizqê dide û li Rojavayê Kurdistanê weke “Mîrê Bizqê” jî tê naskirin. Ji bilî kurdî, bî zimanê erebî û tirkî jî stran gotiye.
Bajarê Qamîşlo ji aliyê Seîd Yûsiv bi peyva Qamişlo Bajarê Evînê hatiye navkirin. Di 26ê sibata 2020an de li Stembolê ji ber êşa şêrpence jiyana xwe ji dest da.
Hin berhemên wî:
Mala we li cem mala me ye
Ez ji van gewran hez dikim
Min serê xwe rakir
Tu ji dil dernakevî
Oy felek bot e dinalim
Çavê xezalê
Hin xelatên Seîd Yûsiv standine:
Wêneya wî li ser pûlekî ji aliyê zanîngeha Uppsalayê ya Swêdê hatiye danîn.
Sêleke zêrîn ji saz û awazên wî ji aliyê rêxistina Çand û Hunerê ya UNESCO ve hatiye belav kirin.
Peykerekî bronzî ji aliyê enstîtuyeke muzîkê ve li Norwêcê jê re hatiye çêkirin.
Wekî rêzgirtin hikûmeta Tirkiyê regezname – cinsiya Tirkiyê daye Seîd Yûsif.
Li gorî tembiya muzîkjenê ereb yê navdar Mihemed Ebdilkerîm, Bizqa wî ya taybet ji bo hunermend Seîd Yûsif hatiye diyarkirin.
Mijarên têkildar:
Şevka baranê (albûm)
Seîd Gabarî
Mihemed Şêxo.[1]