Margarita Borissowna Rudenko
Margarita Borissowna Rudenko (bi rûsî: Маргарита Борисовна Руденко; jdb. 9ê gulanê 1926an li Tiflisê; m. 27ê tîrmehê 1976an li Leningradê) peyvnas, rojhilatnas, kurdnas, nijadnas, û zaneya wêjeyî rûsî bû.
Agahiyên Giştî
Rudenko damezrînera lêkolîna wêjeyî di kurdnasiya rusî de, danera kataloga destnivîsên kurdî ya yekemîn bû, Pirtûkxaneya Saltykow-Schtschedrin li Sankt Petersburgê xwediya wan destnivîsan. Zêde, werger û ravekera rexneyî li ser çendîn berhemên kurdî yên Serdema Navîn wek Şêxê Sen'anê Feqiyê Teyran, Mem û Zînê Ehmedê Xanî, Leyla û Mecnûmê Haris Bitilîsî, Ûsiv û Zelîxeyê Selîm Silêman û yên din.Danera xeleka waneyan li ser dîroka wêjeya kurdî, ku di sala 1970an de li Fekulteya Vekolînên Rojhilaltî ya Zanîngeha Hikûmî ya Êrîvanê rû dan.[1]
Rudenko ji bo lêkolînên zargotin û nijadnasiya kurdî tiştên giring nivîsiye.
Di nav tiştên din de, bidestxistina weşana yekemîn ya destnvîsa dîroknasê kurd Mele Mehmûdê Bazîdî; berhevoka çîrokên kurdî, monografek li ser helbesta ayînî ya kurdî, çend gotar û waneyan derbare zargotin, jiyana rojane, bawerî û kevneşopiya kurdan.[1]
Belavok û nivîsar (bi zimanên kurdî û rûsî)